Hemza Sêvo/Qamişlo
Rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan, Silêman Ilyas da zanîn ku rapirsînên ku hatin çêkirin, hin guhertin bi xwe re anîn. Herwiha Ilyas eşkere kir ku wê rapirsîn girêdayî rewşa tendurstiyê û xizmeta Rêveberiya Xweser a di vî warî de, were çêkirin.
Navenda Çav a Rapirsînan îsal di çarçoveya kar û xebata xwe de, 4 rapirsîn çêkir. Yek ji wan rapirsînan li ser rewşa diyalog û hevrêziya kurdî bû, ya din derbarê komînan de bû. Di heman demê de li ser mijara dadewerî û hem jî girêdayî rewşa perwerdeyê rapirsîn hatin çêkirin.
Di derbarê van rapirsînan de Rêveberê Navenda Çav a Rapirsîna, Silêman Ilyas ji Rojnameya me re axivî.
‘Rapirsîn girîng û watedar e’
Silêman Ilyas da zanîn ku rapirsîn ji bo çaksazkirina pirsgirêkên heyî girîng û watedar in û wiha anî ser ziman: “ Wekî em dizanin di dawiya sala bûrî de me weke Navenda Çav a Rapirsînan damezirand, lê di destpêka sala 2024’an de em daketin nav qada xebatê. Ji wê demê heta niha me 4 rapirsîn çêkirin. Ji ber ku rapirsîn roleke mezn ji bo diyarkirina nerîna civakê di derbarê mijareke taybet de dilîze. Herwiha ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên cuda girîng û watedar e. Rapirsîn bi hemû pêkhateyên civakî re hat çêkirin. Di destpêkê de li ser rola komînê di rêveberirin û rêxistinkirina civakê de rapirsîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat çêkirin. Nêzî 12 pirsan ji civakê hatin kirin û nerîna nêzî hezar kesan hat girtin. Piştre jî rapirsîn li ser rewşa perwerdeyî hat çêkirin û tê de pirsên cihêreng ji 990 kesî li ser asta herêmê bi giştî hatin kirin. Herwiha me bi rapirsînekê nerîna welatiyên Qamişlo ji bo diyaloga kurdî girt. 321 kesî bersivên curbecur dan ji bo vê yekê. Herî dawî jî me rapirsînek di derbarê sîstema dadgehê û pêkanîna wekheviyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir. Tê de jî nerîna 750 welatî û parêzer û hwd… hat girtin. ”
‘Civak bi metirsî nêzî pêvajoya rapirsînê dibe’
Ilyas destnîşan kir ku rapirsîn li gorî ku tê xwestin tên çêkirin lê civak bi tirs nêz dibe û wiha domand: “Em weke Navenda Rapirsînan, alava derxistina nerîna civakê derbarê mijareke girîn ji bo gihandina dengê civakê ji Rêveberiya Xweser re. Ji ber vê yekê jî rewşa civakê çi be em wê derdixin holê. Piştî ku rapirsîn çêbûn, li gorî şopandina me, hin guhertin pêk hatin, di serî de li ser asta perwerdeyê. Em dibînin ku bi destpêkirina sala xwendinê ya dibistanan re guhertin kete biranşên perwerdeyî. Herwiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî gav bi gav êdî biranşên her sê qonaxên dibistanê diguherîne. Lê em ji hêlekê ve rastî astengiyan dibin. Ew jî di pêvajoya rapirsînê de ye, civaka me û tevahiya gelên Rojhilata Navînin di warê rapirsînan de lawaz in. Dema ku me rapirsîn çêdirin, piraniya civakê bi metrsî nerîna xwe digotin. Yan jî digotin ev rapirsîn guhertinê û tu encaman bi dest nexe.”
‘Dê rapirsîn li ser rewşa tendurstiyê were çêkirin’
Rêveberê Navenda Çav a Rapirsînan, Silêman Ilyas diyar kir ku wê girêdayî rewşa tendurstiyê, rapirsînek di dema pêş de çêbibe û wiha got: “Armanca me ji rapirsînan, çareserkirina pirsgirêkên heyî di nav saziyên Rêveberiya Xweser de ye. Em têkildarî xalên lawaz di nav xebata saziyên Rêveberiya Xweser de nerîn û rapirsîna civakê digirin û encaman ji her kesî re didin xuyakirin. Pê re jî çi diyardeya ku di rojevê de be li gorî girîngbûna wê rapirsînan çêdikin. Em li ser 5 girûp in li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rapirsîn bi riya teknîk û bernameya taybet û pêşketî tên çêkirin. Xebata me berdewam e û wê îsal rapirsîneke din were çêkirin. Rapirsîna ku em ê li ser kar bikin di derbarê mijara tendurstiyê de ye. Em ê nerîna civakê di derbarê xizmetguzariya tendurstî ya ku Rêveberiya Xweser ji bo civakê pêşkêş dike de, rapirsînekê çêkin.”