Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda Mihemed Şêxo jêdera çand û hunera resene

03/11/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Navenda Mihemed Şêxo jêdera çand û hunera resene

????????????????????????????????????

Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Çand û huner dîrok û nasnameya gelan e û rastiya civakan vedibêje. Yek ji navendên Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Mihemed Şêxo ye ya bajrê Qamişlo ye ku ji bo çand û hunera herêmê ya resen pûye çavkanî.

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo navenda çand û huner ya bi navê hunermed Mihemed Şêxo hate vekirin. Di navenda Mihemed Şêxo de gelek derfet ji ciwanan re hate peyda kirin da ku jêhatiyên xwe keşf bikin û bi demê re ev jêhatî hatin pêşxistin. Çand nasnameya gelekî ye ku ji gelekî din cuda dike. Huner jêhatiyeke pîroz e, ku mirov dikare di riya hunerê hestên xwe parve bike. Gelê kurd ji vê yekê mehrûm bûn, ji ber astengî û nijadperestiya ku li dijî wan pêk dihat ji hêla desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê. Yek ji berhemên şoreşa Rojava vegera li çand û hunera kurdî ya resen bû, ku bû çekek giring li dijî desthilatdar û dagirkeran rû bi rû ne. Di navenda Mihemed Şêxo de ya Çand û Huner çanda kurdî tê parvekirin û ji cîhanê re çand û nasnameya kurdî tê aşkerekirin. Wekî din pêşwaziya tevahî pêkhateyên herêmê dike bi hemû ziman û çandên heyî bêyî cudahî di navbera pêkhateyek an olekî de. Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner di sala 2012`an hate vekirin, bi armanca parastin, pêşketina çand û huner û filklora hemû pêkhatiyan.

Di navendê de 10 komên çandî û hunerî hene, herwiha komeke xweser taybetî jinan heye û koma zarokan, beşdarî hemû çalakiyên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûryiyê çêdibin; dibin. Li taxa Qidûr Beg û Girbawî navend girêdayî navenda sereke ya bajarê Qamişlo heye.

Navê komên ku cihê xwe di navendê de digrin wiha ne:

Koma Botan ya muzîkê ji 10 endaman pêk tê, Koma Pale ya muzîkê 10 endam, Koma ş.Sakîne (xweser) 10 endam, Koma ş.Welat ya (govendê) 12 endamin, Koma ş.Osman ya şano (zarok) 18 endamin, Koma şano 8 endamin.

Komên navenda Qidûr Beg yê girêdayî navenda sereke wiha ne:

Koma Kulîlkên Rojava ya muzîkê 6 endam in (zarok).

Koma Saz û Awaz ya muzîkê 10 endam in.

Komên navenda Girbawî yê girêdayî navenda sereke:

Koma Kulîlkên Girbawî ya muzîkê 24 endam in (zarok).

Koma Nêrgizên Zagros ya govendê 8 endam in.

Navedna Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ji bo pêşwazîkirina endaman (zarok) ji temenê 6 salî heta 16 salî ye. Yên mezin ji 17 salî û jor ve pêşwazî dike.

Di navenda Mihemed Şêxo de perwerdeyên mîna govend, mûzîk fêrbûna amûran û şano tê dayîn, herwiha hejmara mamosteyên ku tê de kar dikin 9 mamoste ne.

Gelek çalakî û festîval di navenda Mihmemed Şêxo ya Çand û Huner hatin li dar xistin, mîna Mihrîcana ş.Ronahî ya govendê, Mihrîcana ş. Yekta Herekol ya şano, Mihrîcana Orkêşa ya mûzîkê û Mihrîcana Ostirmanên bi tenê ( Solo).

Kar û xebatên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner di du mehên dawî de wiha ne: tevlîbûna koman di hemleya azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan, hazirtiya ji bo Mihrîcana Netewa Demokrat û konserta zarokan ya bi drûşmeya azadî ji zaroktiyê destpê dike.

Pilanên pêşerojê

li gorî rêveberê navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner Ehmed Hemo hazirtiyên navendê ji bo Festîvala Govendê di 27 Mijdarê, Festîvala Şano, Festîvala Muzîkê û Şahiyên dibistanên zarokan, heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.