Jîn Hisên/ Qamişlo
Ciwanên kantona Cizîrê diyar kirin ku jin û ciwan bingeha şerê gelê şoreşgerî ne, herwiha destnîşan kirin ku bi hevgirtina civakê bi hemû pêkhateyên wê hêza dijmin dişkîne.
Di dema ku herêm di şert û mercên hestiyar re derbas dibe, ji bo nasîna rola ciwanan di nava şerê gelê şoreşgerî de, bi drûşmeya” Bi şerê gelê şoreşgerî em ê serkeftina cenga azadiyê misoger bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin”, Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşgerî ên Sûriyê konferansek li bajarê Qamişlo li dar xistin, da ku rola ciwanan di şerê gelê şoreşgerî de bidin nasîn.
Komîteya Ciwanan ya bajarê Tirbespiyê Sefa Hesen ji rojnameya me diyar kir ku di vê demê de pir giringe rola ciwanan di şerê gelê şoreşgeî de bê nasîn, herwiha çawa em karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.
Sefa Hesen wiha pê de çû:” Weke ciwanên herêmê divê zêdetir em xwe rêxistin bikin û asta têkoşînê û berxwedanê bilind bikin. Herî giring ku em balê bikşînin ser azadiya Rêber Apo û dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Divê em lawaziyên heyî ku em weke ciwan tê de derbas dibin, piştî vê konferansnê xwe xurtir bikin û çalakiyên xwe berfireh bikin.”
Sefa Hesen got ku ciwan pêşengên civakê ne, herwiha tekez kir ku eger îro serkeftinek pêk bê wê bi saya ciwanan ev serkeftin bê bidestxistin.
Sefa Hesen derbarê rola jinan di nava şerê gelê şoreşgerî de wiha anî ziman:”Jin di jiyana xwezayî de, em bêjin ji destpêka mirovahiyê pêşenga civaka xwe bû, her tişt di dema wê de bi hevsengî derbas dibû, edalet û wekhevî serdest bû ew ya fedekar bû ji bo civak û zarokên xwe, lê piştî avabûna dewleta Somer û derketina Şaman bi desthilatdariyê zilam jinê ji hemû mafê wê dûr xist, jin ji bo hawîrdorê rih û hêvî dide. Jin di rêveberî û rêxistinê de roleke wê ya mezin heye. Jina ciwan roleke mezin lîst di şerê li dijî DAIŞ`ê de di eniyên şer de berxewdan û têkoşîn kir, bi taybet jina ciwan a kurd ku bû sembol û nimûne ji bo tevahî jinên cîhanê, ji ber vê yekê rêber Apo giringiyê dide jinê nemaze di nava şerê gelê şoreşgerî de. Jin û ciwan bingehên di nava şerê gelê şoreşgerî de.
Herwiha endamê kordînasyona ciwanên şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hogir Elî wiha diyar kir:” Sîstema îşkence û qirkinê ku li ser Rêber Apo tê meşandin, armanca wê qirkirina tevahî gelê kurd e, li ser vî esasî me dît weke ciwan li gorî qonaxa ku em tê de derbas dibin konferanseke wiha li dar bixin, ji bo ku em karibin xwe rêxistin bikin û li hemberî êrîşên li ser herêmê bisekinin. Herwiha ji giringtrîn armancên me azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin. Divê tevahî ciwanên pêkhateyên cuda ku di herêmê de bi hev re jiyan dikin, li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî xwe amade bikin li dijî her êrîşeke li ser herêmê pêk bê.”
Hoî gir Elbal kişand ser ciwanên kurd û wiha got: Divê hemû ciwanên kurd di nava her çar parçeyên kurdistanê xwe amade bikin, ji ber ku em di demeke hesas re derbas dibin, dijmin hewil dide guhertina demografîk û asîmîlasyon pêk bîne, lê bi têkoşîn û berxwedana hêzên me, ev pilan tên têkbirin”.
Hogir Elî wiha domand: “Rola ciwanan di şerê gelê şoreşgerî de pir giring e, ji destpêka şoreşa Sûriyê ciwanan roleke mezin lîstin di damezirandina hêzên leşkerî û xurtkirina wê, herwiha di avakirina saziyan û rizgarkirina herêman de. Ji bo guhertina her cihekî ber bi pêşketinê ve ciwan hêzeke dînamîkin.”
Hogir Elî di axaftinên xwe de bal kişand ser girêdana ciwanan bi çandê ve û wiha anî ziman: “Dijmin her hewil dide çanda civakan bihelîne, herwiha nijadperestiyê derxîne di nava çandên di herêma me de hene, lê niha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rengê cuda ji çandan, olan û pêkhate bi hev re jiyan dikin, bi saya felsefeya jiyana hevbeş û netewa demokratîk ku rêber Apo ji me re pêşkêş kir. Ciwanên herêmê bi hev re bi tevahî çandên heyî ji suryan, ermen,aşûr, çerkez kurd û ereb û hwd.. kar û xebat dikin. Cihekî ku çand lê hebe exlaq heye. Dijmin niha bi hemû awayan şerê herêma me dike, çi di riya belavkirina madeyên hişbir an jî fihûşan da ku van çandan qir bike, bi fikir û felsefeya rêber Apo em ê van êrîşên ku li ser ciwanan pêk tê têk bibin”.
Di dawî de Hogir Elî wiha got:”Netewa Demokratîk û hevgirtina civakê easa têkçûyîna planên li dijî herêmê pêk tê. Bi Hevgirtina di navbera tevahî çand û olan de wê hêza dijmin bê şikenandin”.