Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1`ê Mijdarê;Roja serkeftina mirovahiyê

03/11/2024
in Uncategorized
A A
1`ê Mijdarê;Roja serkeftina mirovahiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Cenga dîrokî ya Kobanê bû serkeftina mirovayê û sembola berxwedana azadîxwazên enternasyolanîst ya li dijî tarî û zordariyê. Çeteyên DAIŞ’ê ku artêşê welatan li hemberî wê direviyan, li warê berxwedana sedsalê ya Kobanê bibin ketin û dengê berxwedanê û azadiyê hat bilinkirin.

Bêguman şoreşa Rojava di sedsala 21’emîn de ji bo gelên bindest û şoreşger bû hêviya azadiyê. Ev şoreşa ku di bingeha wê de Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk heye, ji niha ve bûye hêviya civakên bindest. Şoreşa Rojava ya ku li ser vê pergalê hatiye hûnandin, ezmûna xwe ya herî mezin di şerê dijî DAIŞ’ê de da. Bi êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kir, derket holê ku civaka bi vê pergalê ve hatiye rêxistinkirin çiqas dikare di xwe de asta têkoşîn û berxwedanê ava bike.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya 134 rojan, ji bo gelên cîhanê jî bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Lewma li gelek deverên cîhanê kesên ku qet heya niha dengê kurd û Kurdistanê nebihîstine ji bo di vê têkoşîna mafdar û xwedî îrade de cih bigirin herikîn Rojava.

Li dijî zordariyê

Ji bo piştivaniya berxwedana li dijî DAIŞ û çeteyên ji hêla dewletên dagirker ve tên rêxistinkirin gelên cîhanê piştgiriya xwe ji bo gelê kurd ragihand. Ev herêma ku qet ne di xema kesî de bû, di demeke kurt de bû cihê şervan û şoreşgerên enternasyonalîst. Ev kesên bi hemû hebûna xwe ve baweriya wan bi wekhevî û îradeya gelan heye, li vê derê dikarîn xwe îfade bikin û li dijî zilm û zordestiyê têbikoşin.

Yekem car e gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe, li qada nevneteweyî wiha deng veda. Ev berxwedan sînor derbas kirin û bû cîhanî. Ji bo ev berxwedan û têkoşîn neyê jibîrkirin û pira gelan a li dijî zilm, dagirkerî, qirkirin û înkarê, bi îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî şoreş hat tacîdarkirin.

Berxwedana Rojava li cîhanê deng veda

Ev berxwedana destanî ya li Kobanê û tevahiya Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi navê mirovahiyê hate meşandin, ne tenê li Rojava û Rojhilata Navîn, li nav tevahiya mirovahiyê sempatî û piştgiriyeke mezin da afirand. Şoreşa Rojava ne tenê ji aliyê kurd, ereb, asûran ve pêk hat, ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Kanadayê heta Rojhilatê Dûr bi berxwedana mirovên enternasyonalîst gihaşt asta herî bilind.

Hêzên dagirker li Rojava negihîştin armanca xwe ya kirêt. Niha bi plan û tevgerên cuda li pey têkbirina vê şorêşê ne. Dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî parçeyên vê plana qirêj in.

Di rêya tarî de

Ji bo şoreşa Rojava dorpêç bikin û wê bifetisînin, serî li hemû rê û rêbazan didin. Ev xebatên ku di pêşengiya dewleta tirk a dagirker de tên meşandin ji xwe re hevalbend mîna PDK’ê jî daye çêkirin. Di vê rêya reş û tarî de, kurdên rêya xwe winda kirine dixwazin civaka kurd jî bi xwe re bikişînin nav vê tarîtiyê.

Xwedîderketina nirxên mirovahiyê

Ji destpêkê ve dewleta Tirk a dagirker hem dixwaze şoreşê bifetisîne, hem jî çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve derxe holê û bi rêya van çeteyan xewn û xeyalên xwe yên hikumkirina li herêmê bi cih bîne. Bêguman ev êrişên ku li ser herêmê tenê ji bo gelê kurd, ji bo aramî û ewlehiya herêmê jî metirsiyek mezin e. Lewma parastin û xwedîderketina li Rojava ku bi nirxê hevpar ê mirovahiyê hatiye bidestxistin, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.

Roja 1`ê Mijdarê dengê azadiyê hat bilind kirin

Gelên cîhanê yên li dijî êrişên DAIŞ`ê û dewletên dagirker xwedî li Rojava derketin, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî jî dengê xwe yê azadî û serkeftinê li cîhanê bilind dikin.

Di vir de ya girîng ew e ku gelê kurd bi sazî, rêxistin û partiyên xwe ve xwedî li vî nirxê hevpar derkeve û ji bo azadiya gelê kurd a her dem têbikoşe lê heyf û mixabin ku hin aliyên ku bi nasnameya kurdî tevdigerin, li şûna xwedîderketin û parastina van nirxan, di nav hewildanên têkbirina wan de ne. Ev neyartiya li gelê kurd hêdî hêdî gihîştiye asta dijminatiyê!

Hêvî û daxwaza gelê kurd her tim ew e ku di nav partî û rêxistinên kurdî de yekitî ava bibe lê partiyên xwedî van kiryarên xirab çiqas dikarin di xwe de îradeya yekitiyê ava bikin cihê gumanê ye.

Berxwedana Kobanê destpêka têkçûna DAIŞ’ê li Sûriyê bû

Piştî 6 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) de û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê  hebûna DAIŞ’ê di aliyê erdnîgarî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir.

QSD’ê piştî têkbirina DAIŞ’ê li bajarê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê baregeha dawîn di destê DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di Adara 2019’an de tunekirina DAIŞ’ê ragihand.

girîng ew e ku di salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de asta daxwaza azadî û têkoşînê di gelê kurd de mîna roja destpêkê germ û bi coş e. Ev jî bersiva herî xurt e ji bo hêzên neyartiya gelê kurd dikin.

Post Views: 165
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.