Di nava şoreşa Rojava de, jin di tevahiya qadên jiyanê de bûn bingeha serkeftin û pêşketinê. Yek ji qadên ku jinê xwe tê de birêxistin kir û muhra xwe lê da, qada perwerdeyê bû.
Di destpêka dîrokê de heta roja îro jin xwedî hezeke û afrîneriyeke cihêreng e, ev hêz û bawerî jî di şoreşa Rojava de xwe da der û pêşket. Herwiha jin li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyên girîng bidestxistin. Ev destkeftî mirov dikare bispêre mîrasa têkoşîna dîroka jinê bi sedên salan ku têkoşîn kiriye,da ku bidest bixe. Îro encamê vê têkoşîna ku di pêşxistina rola jinê di nava civakê de xuya dibe, di destpêkirina vejîna birûska 19’ê Tîrmehê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jinan bare şoreşê girtin li ser milê xwe û di haman demê de bi destpêka şoreşa Rojava re jin di gelek qadan de cihê xwe girt, yek ji van padan jî qada perwerdeyê bû.
Derbarê tevlîbûna jinê di qada perwerdeyê de, rêvebera Desteya Perwerdeyê Semîra Hacî Elî û Rêvebera Dibistana Şerîf al-Redî Botan Hesaf ji rojnameya me re axivîn.
Rêvebera Desteya Perwerdeyê Semîra Hacî Elî da zanîn ku jinê di destpêka dîrokê û heta roja îro xwedî hêz û afrîneriyeke cihêrenge û wiha got: “Jin li Rojavayê Kurdistanê tevî hemû şert û mercên ku tê re derbas bûyî, rola xwe ya sereke lîstiye û gelek destkeftiyên girîng bi destxistin. Herwiha jin, ciwan û zarokan perwerde dike, jin ew dayîka ku weke xwedawendekê di nava civakê di hate dîtin. Jin civakê li derdora xwe komdike û perwerde dike. Berhemên jinê yên yekem ku çawa karîbû biafrîne û bike xizmeta civaka xwe de, di heman demê de, di dîrokê de jin ji aliyê desthildarî, olî û kapîtalîzimê ve hatibû şikandin, bi vî awayî jin hate kêmkirin. Lê jinê karê xwe yê perwerdeyê berdewam kir. Jin di malbatê de zarokan perwerde û xwendî dike, jin di malê de dayîk e û li dibistanê mamosteye. Herwiha jin dikar nirxên ku ji dîroka xwe ya xwezayî girtiye û hîn jî di hundirê wê de heye, bike bingeha fikirê netewa dîmokratîk û civake bi sinc. Jin pêşengiya perwerdeyê dike.”
‘Jin di her aliyî de pêşeng e’
Semîra Hacî Elî axaftina wiha qedand: “Jin îro roj pêşengtî û rêveberitiyê dike. Herwiha jin di qada perwerdeyê de ji sedî 80’’’’’’heta 90 cihê xwe girtine. Di haman demê de jin karê xwesertiyê jî dike,jin bi mamosteyan û xwendekaran re dibe alîkar, pirsgirêkên wan çareserdike. Jin di aliyê mamosteyê de rola dayîkbûn di nava civakê dide meşandin û derbasî dibistanan jî dibe. Jin di riya perwerdeyê re civakê avadike, ji ber vê yekê jin di nava civakê de xwedî nirxe. Herwiha jin xwedî zanisteke cuda û berferihe ,di aliyê berferhkirina zanist de asta jinê gelekî li pêşe. di roja me ya îro de jin di gelek pêşketinan de derbas bûye û hîn jî pêşketinên wê berdewamin.”
Kar û xebatên jinê di warê perwerdeyê de
Rêvebera Dibistana Şerîf Aredî Botan Hisaf anî ser ziman ku jin di gelek waran de cih digire bi tayîbet di warê perwerdeyê de û wiha got: “Di warê perwerdeyê de kesên herî bi kar û xebatan radibe jine û heta roja îro jî kar û xebatên xwe berdewam dike. Hem di warê karê male de jî, hem derûniya zarokan ve têkildare, herwiha xwendekarên dibistanan bêhtir bi mamosteyên jin re têkildarin, di heman demê de mamosteyên jin li kêleka kar û xebatên xwe yên mamostetiyê gelek êş û zehmetiyan dikişînin. Têkiliya di navbera mamoste û xwendekaran de bi taybet di warê perwerdeyê de pir girînge. Ji ber ku rihetî li cemê xwendekaran tunebe nikare têkiliyê bi mamosteyên xwe re bike. Herwiha pêwîste mamosteyên jin di nav perwerdeya dibistanan de rola dayîkbûnê pêk bînin. Ji ber ku hin zarok hene bi pirsgirkên malbatê ve banbor dibin. Ji ber vê yekê mamosteyên jin di warê perwerdeya dibistanan de rola dayîkbûnê pêktînin. Ev tê wateya ku têkiliya di navbera mamosteyên jin û xwendekarên dibistanan de gelekî nêzî hevin weke têkiliya di navbera dayîk û zarokê de ye.”
Botan Hisaf axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste amûrên perwerdeya dibistanan berdestbin, divê mamoste ji aliyê perwerdeyê ve jî xwedî agahî bin heta ku zarok fêrî jî perwerde bibin. Pêwîste guhertin di biranşên xwendekaran de çêbibin li gorî mêjiyê xwendekaran de ku ev xwendekar asta wan ya xwenidin û perwerdeyê zêde bibe. Herwiha pêwîste ji refê yekem ve zarok fêrî gelek biranşan bibin. Li gorî asta mêjiyê xwendekar, da ku xwendekar ji aliyê perwerdeyê ve pêşbikevin.Herwiha divê zarok fêrî gelek ziman bibe, ne tenê zimanê kurdî ji ber ku civaka me ji gelek ziman pêk tê. Ji ber vê yekê pêwîste zarokên dibistan fêrî zimanê erebî û engilîzî hwd bibin. Daxwaze me ew ku pêdiviyên dibistanan peyda bikin û pirtûk li gorî dema xwe bigihêjin dibistanan.