Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî şoreşê…polîtîkaya destavêtina hişmendiyê

30/10/2024
in Uncategorized
A A
Li hemberî şoreşê…polîtîkaya destavêtina hişmendiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Li hember hemû cûreyên şerê taybet û siyasetên ku ji aliyê dijmin ve li ser mirovahiyê têne pêkanîn. Li herêma Şehbayê pêngava “Na Ji Madeyên Hişbir re” bi silogana “Baldarbin ji madeyên hişbir yên ku xerabî û nexweşiyê belav dikin, dest bi dest ber bi civakeke bê nexweşî” hate destpêkirin.

Bi pêşengtiya Ofîsa Jin ya Desteya Tenduristiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Jin û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Efrîn û Şehbayê Pêngava `Na Ji Madeyên Hişbir re` hate destpêkirin. Ev pêngav li ser asta hemû herêmê hate berdan û di vê çarçoveyê de gelek çalakî ji aliyê her sê aliyên têkildar ve hatin orgenîzekirin.

Têkildarî vê pêngavê endama Ofîsa Jin ya Desteya Tenduristiyê Gulê Cafer û Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Zeyneb Ebdo li Kantona Efrîn û Şehbayê ji rojnameya me re axivîn.

`Ji bo têkbirina vê şoreşê, destwerdanên bi siyasetên zirav`

Gulê pêwîstiya berdana vê pêngavê di giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir û wiha got: “Hêzên faşîst yên ku rojane li hember têkbirina îradeya gelê Kurd rojane bi pilan û siyasetên nû tavahî Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê digrin hedef. Bi taybet di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, gelek destwerdan bi siyasetên zirav li ser gel û ciwanên vî welatî hatin kirin. Gelê birêxistinkirî û xwedî helwest ku dikare li hember tavahî cîhanê serî rake, bê guman metirsiyeke li ser hêzên faşîst û dijminê gelê Kurd bi taybet.

Li ser van bingehan her çiqas destkeftî û serkeftinên vê gelî bêne mezinkirin, li beramber wê yekser siyasetên qirkirin û tunekirinê têne meşandin. belavkirina madeyên hişbir jî yek ji rêbazên herî zirav yên şerê taybet ku dikare civakê bi aramî û ji hundir ve bide têkbirin e. Bi naskirin û têgihîştina siyasetên dijmin re, helber li hember vê yekê ketina ferqa van siyasetan jî heye. Ji lewra di asta giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev pêngav hate berdan û çalakiyên hişyarî û têgihştina zirarên van madeyan li hemû herêman hatin birêxistin kirin.”

Stratejiya hegemoniyê hedefgirtina hêza ciwana ye

Her wiha Gulê bal kişand ser girîngiya pêngavê û siyaseta ku li ser ciwan û gelê Efrînê li herêma Şehbayê tê meşandin û wiha pê de çû: “Li ser gelê koçber bi taybet siyasetên pûçkirin û hedefgirtina îradeyê zêdetir tê birêxistin kirin. bê guman ev yek di herêma Şehbayê de ya ku nêzî 7 salî ye gelê Efrînê tê de jiyan dike; hate dîtin. Li kêlek ewqas hedefgirtin û êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne kirin her wiha siyaseta dorpêçê ya Hikumeta Şamê li ser herêmê tê ferizkirin. Di encama negirtina tu encaman ji van siyasetan, Destwerdanên bi rêbazên nerimtir û ziravtir têne kirin. Bi taybet li hermber ciwanan ev yek gelek tê bikar anîn. Di stratejiya dijmin û ya cîhanê de ev yek diyarker e, ji bo hilweşandina civakekê yekser destavêtina hêza ciwanan kirin e. Lê bêguman ciwanên herêmê bi rêxistinkirina wan di zanabûn û ferqa van siyasetan de ne. ji lewra xweparastin ji van siyasetan bi her awayî tê dîtin.”

Kampanyayên hişyariyê

Gulê di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Li hember tavahî siyaset û cureyên Şerê Taybet ya ku li ser gelê Herêmê û ciwanan tê meşandin, me xwest bi Jinên Ciwan û Hêzên Ewlekariyê re bibin yek û dest bi vê pêngavê bikin. Di vê çarçoveyê de kampanyayên hişyariyê bi riya belavkirina biroşûran li ser gel, belavkirina filîksan di navçeyan de her wiha rêxistinkirina semînerên têkildarî bandora van medeyan li ser tenduristiya mirov û hwd hatin dayîn.”

`Wê ciwanên Apoyî rê ji pilanên dijmin re ve neke`

Her wiha berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Zeyneb Ebdo xuya kir ku wê li hember tavahî cureyên şerê taybet bibin hêza têkbirinê û wiha got: “Li ser hêza ciwantiyê û rihê ku di nava ciwan û jinên ciwan yên Apoyî de hatiye avakirin, gele lîstikên dijminê gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê têne birêvebirin. ji bo avakirin û gihandina ciwanekî vala û bê helwest her çi ji destê wan bê tê kirin. Ev yek di herêmê de me dît û em dibin şahid çawa ku dixwazin bi riya belavkirina şerê taybet bi gelek rê û rêbzan dikin. Weke Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di vê alî de xebatên îdeolojîk û piratîkî hatin kirin. Bi taybet di herêma Şehbayê de, di mercên jiyanê yên heyî de dijmin dixwaze  valabûna herêmê ji ciwanan him di aliyê hişmendî û koçberkirinê de bide avakirin.

Helbet li beramber hemû lîstik û şerên zirav ku têne berdewam kirin, em xwedî rol û misyon in ku bibin hêza têkbirin û valaderxistina siyasetên dijmin in. Di vê oxirê de em bi çalakiyên xwe û tevlîbûnên me ji van xebatan re, em di wê lêgerînê de ne ku çawa dikarin ciwanan hişyar bikin û li beramber van siyasetan serwext bin. Bê guman ciwantiya ku li ser hîmên bîrdoziya Rêber APO mezin û perwerde bûne û dibin, wê hemû pilanên hêz û aliyên ku dixwazin enerjî û hêza herikîna ciwanan hedefbigrin bisekirin. Di vê şoreşê de hêza ciwanên Apoyî pêşengtî kirin û xwe îsbat kirin, ji lewra wê rê ji van pilanan re neyê vekirin.”

Post Views: 112
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.