Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li hemberî kuştina zarokan bêdeng nemînin’

30/10/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Li hemberî kuştina zarokan bêdeng nemînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/ Qamişlo

Rêveberiya Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina  Mafên Zarokan li bajarê Qamişlo Nisrîn Hisên bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mafên zarokan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin, herwiha daxwaz kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, ji sûcên dijmirovî yên rojane têr nabe, ku herêmên tijî sivîl û zarok dike hedefa balafirên xwe. Di van êrîşan de gelek sivîl birîndar dibin piraniya wan zarokin dibin qurbaniya şer. Li hemberî van sûcên dijmirovî ku zarokên herêmê yên bê guneh dibin armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên miorvan bêdeng mane. Mirov matmayî dimîne yên ku banga parastina mafên zarokan dikin li pêşiya van êrîşên hovane dûrî exlaq û mirovahiyê bêdengin.

Di rojên dawî de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kiriye, bi taybet aliyên Eyn îsa, Minbic û li herêma Şehbayê ku piştî dagirkina Efrînê, şênî neçar man berê xwe bidin Şebahyê, lê dewleta Tirk rojane vê herêmê bombebaran dike, ku êşên koçberan zêde dike û jiyana wan zehmetir dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 10 Cotmehê de gundê Tehna yê li rojavayê kantona Minbicê topbaran kiribû. Di encama êrişê de zarokên birayên hev Ebdo Cuma El Casim ê 5 salî û Casim Cuma El Casim ê 9 salî şehîd bûn.

Casim Mehmûd El Casim ê 6 salî, Ehmed Casim El Casim ê 8 salî û Muslim Casim El Casim ê 10 salî jî birîndar bûn. Zarokên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Firatê ya Kobanê.

Derbarê vê mijarê de Rêvebriya Rêxistina Stêrk a Şopandina Mafên Zarokan Nisrîn Hisên diyar kir ku hedefgirtina zarokan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve berdewam e û wiha got: “Di van rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker gundê Tehna yê girêdayî kantona Minbicê kir armanca balafirên xwe, di encama wê de du zarok şehîd ketin û sê birîndar bûn. Her roj herêma me li hemberî teqîn û bombebarana balafirên tirk tê, biçûk û mezin dibin hedefa van êrîşan.”

Nisrîn Hisên wiha domand: “Ev bûyer û bûyerên din yên kuştinê bandoreke neynî li ser tenduristiya (derûnî û pîskolojîk) ya zarokan dike, di aqil û mêjiyên wan wêne dimînin, ji ber ku her roj ev bûyer dûbare dibin, dibe ku ev yek berovajî bike ser jiyana wan di pêşerojê de.”

Nisrîn Hisên daxwaz kir ku şer û pevçûn, topbarankirina li ser herêmê ji hêla artêşa tirk a dagiker bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Li gorî zagonên rêxistinên mafên mirovan hedefgirtina zarokan sûcekî şere, lê îro em dibînin ku li hemberî hedefgirtina zarokan tevahiya saziyên navneteweyî bêdeng in.”

Nisrîn Hisên di dawî de bang li raya giştî, rêxistinên mafên zarokan û hêzên navdewletî kir ku li hember êrîşên dewleta tirk a dagiker bêdeng nemînin û wiha got: “Divê rêxistinên parastina mafê mirovan û bi taybet rêxistinê ku bi mafê zarokan re eleqedarin bi erkê xwe yê mirovî rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.