Weke tê zanîn, piştî fermana dewleta Osmaniyan di 1915 ê de ya li ser filehan (Mesîhî) rakirî, hema bêje li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê çi Erminî, Asûrî, Êzidî, Nastûrî ango kesên baweriyên wan ne Îslam be neman. Ez bawerim ew kesên xeyrî Mislim, yên ji fermana wêran felitîne mirov dikarî bi tiliyan bijimartiya! Piştî vê fermana malwêran gelik tişt hatine gotin û nivîsandin. Lêbelê hêj ji bo dermankirina vê birîna xedar xelefên ferman rakirine çi tişt nekirine. Mirov dikare gelik tiştan li ser vê mijarê bêje, lê emê li ser peyva “fileh” bisekinin.
Fileh, ji kes, kom, ango bawermendên Mesîhî re tê gotin. Gelo ev gotinek raste yan na? Koka peyva ‘fileh’ ji Erebî, ji peyva ‘felh’ tê. Fileh, ango felah, fellah, felahat. Çend wateyên vê peyvê hene. 1) Kesên cot, cotkariyê dikin. Ev wateya peyvê ya resen e. 2) Kesên li herdû dinya dilşad. 3) Kesên xeyrî Mislim. 4) Kesên ji nexweşiyê felitîn û gehiştîn firehiyê, rihetiyê, xweşiyê. Li gor min hege peyva ‘fileh’ ji bo kesên ji fermana 1915 an felitîne re bê gotin, di vê wateyê de bê bikaranîn di cih de ye! Her çend ev peyv tê van wateyan, lêbelê di nava civaka me de tenê ji bo kesên baweriya wan Mesîhî re tê bikaranîn. Dema fermana 1915 ê hatiye rakirin, di nava Kurdan de kesên bi wijdan derketine û xwe li hinek kesên baweriya wan Mesîhî kirine xweyî û ew parastine. Piştî dewleta Osmaniyan di şerê cîhanê yê yekem têk diçe û peymana Lozanê çêdibe, nû ew kesên Mesîhî yên ji fermanê felitîne, diçin li ser gundên xwe û ji nû ve jiyana xwe berdewam dikin. Lê mixabin ji ber kû di nava civaka Kurd de cehalet zêdeye, ev kesên Mesîhî her tim xwe li axa û mezinên herêmê digirin û jiyana xwe di bin sî ya wan de didomînin. Ji ber wê ev peyva ‘fileh’ ji di nava civakê de di wateyên cuda de hatiye şixwilandin. Ev peyv gelik caran di wateya biçûk kirin, kêm dîtin, heqaret, wêdetirîn, xwilam û xizmetkar û hwd de hatiye bikaranîn. Mînak, ji kesên kû hevsarê hespê bûkê digirtin re digotin ‘filehê bûkê’! Mirov dikare gelik mînakên bi vî rengî bide. Mixabin cehaleta di nava civaka Kurd de ji xwe pirr zêde bû, bi sîr dana desthilatdaran ji ev tişt dihate rewa kirin. Bes Mesîhiyên li herêmê de dijiyan, gelik bawerî dabûn derdora xwe û wan bi civaka Kurdên Misilman re têkiliyên xurt danîne. Ji ber vê dostanî û baweriyê di nava wan de peyvên xweştir û tu kes pê ne êşê ji hatine şixwilandin. Dema dostaniyek di nava kesên Misilman û Mesîhî de dihate danîn, ji hevdû re digotin ‘tirbêt’. Tirbêt, ji bo dostanî, destebiratî û wekheviya di nava yekî Misilman û yekî Mesîhî de tê danîn re tê gotin. Dema ji hevdû re digotin tirbêt, bawerî û destebiratiya xwe didan nîşan. Ev tirbêtiya wan ji heya mirinê bû. Dîsa di nava civakê de kesên zana û xwedî hişmendiyeke pêşketî bûna, ji Mesîhiyan re digotin ‘hosta’. Ji ber kû Mesîhiyên li herêmê hostayî dikirin û pirrên wan xwedî dezgeh û sinetkar bûn. Hina karê şala, hina karê necariyê, hina karê mêzer û hwd dikirin. Yanê hema bêje hemî sinetkar bûn. Ji ber wê kesên di nava civaka Kurdên Misilman de zana bûna, ji bona hirmet û rêz girtinê digotin Mesîhiyan ‘hosta’.
Sîpan ŞÎNDA






