Tevgera azadî ya gelên Kurdistanê yek ji tevgerên nûjen ku paşxaneya têkoşîn û xebata gelê Kurd û tevahî gelên Kurdistanê di pêvajoyên berxwedaniya dîrokî de dihewîne ye. Tevgera azadî ya Kurdistanê her terzê têkoşîna xwe spartiye têgînên edalet, wekheviya herdu zayendan, dostaniya bi hawîrdorê re û azadiya jinê. Ji ber vê jî tevgereke têkneçûyî ye. Bi hezaran kadroyên wê yên pêşeng li hemû dunyayê fena hewariyan rojê digihînin şevê. Li gorî rêgezên exlaq-polîtîk yên felsefeya afrînerê wê Abdulah Ocalan û rêhevalên wî, di her zeman û mekanî de dilebitin. Di encama têkoşîn û berxwedaneke dîrokî ya vê tevgerê û sempatiyên wê de, îro di Kurdistan û nav civaka Kurd de bûye rêxistineke milyonî. Ev jî ji xwe ber nehatiye. Ne jî encama hinek propagandeyên zer û rizî nola hinek tevgerên dîtir e. Eger wisa bûya, wê ji rojên destpêkê ve tevger têkbiçûya û ne digiha roja me ya îro ku bûye malê mirovahiyê. Helbet mezinbûyîna vê tevgerê rasterast girêdayî senteza Ocalan û pêşengên wê ye. Di pêvajoya dîrokî ya tevgerên şoreşger li dunyayê, ti hereketeke wisa di rojên zayînê de kadroyên wê yên pêşeng şehîd ketine tune ye. Ji salên damezirandinê bigire û heya îro were, hemû kêliyên vê tevgerê çîrokên berxwedaniyê ne. Berxwedaniya herî gewre jî li gorî sazûmankarê vê tevgerê Rêber Ocalan, li hemberî îxaneta hundirîn bû. Kesên ku dîroka vê tevgerê dinasin, pir bi hêsanî dizanin ku li Ero û Şemdinlî li hemberî kê têkoşîn dihat meşandin. Kî beriya dijmin bi xwe li hemberî zayîna tevgereke şoreşger disekinî? Li Ero û Şemdinlî li hemberî bê îradebûyînê û îxaneta dîrokî şerê rasteqîn a rizgariyê dest pê kirbû. Wê çaxê li Kurdistanê bi taybet piştî têkçûna bi dehan serhildanên Kurdan, êdî hêviyên rizgariyê jî li Agiriyê hatibûn definkirin. Di encama êrişên şênber û razber ên domdar de, gelê me hatibû keviya tunebûnê. Ji xwe di aliyê çandî de rastî asîmîlasyon û qirkirina fîzîkî a bê navber hatibû. Çiqas kadroyên civakî, aqilmend û hizirînên azad an di zîndanan de dihatin tesfiyekirin an jî bi riya rêxistina istixbaratê dihatin qetilkirin. Ev hemû zilma dewleta dîktator-faşîst, ger ne bi desteka ajanan bûye ne pêkan bû bigiha vê astê. Wê misoger têkoşîna gelê Kurd jî bigiha statoyeke pêş. Lê mixabin, her birîna Kurd xwînê ji derbên îxanetê diherikîne. Tevî ku tevgera azadî ya Kurdistanê her banga yekîtiya neteweyî û li hemberî dagirkeriyê têkoşîna havpar dike, lê hîna jî nûkerên Kurd nikarin vê kirasê li xwe kirine bêxin. Bi rêbazên rezîl û bê exlaq heya dawiyê xizmeta celadên xwe dikin.
Idrîs HENAN






