Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Windahî

17/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xizanî
Share on FacebookShare on Twitter

Dîsa windahî, ji nav me barkir û çû, dilên bi hezaran zîz û jar kir. Rûndikên dayîkên êzîdxanê ku hîn li ser zar û mindalên xwe zuhanebûne, ji nûde mîna kaniyên çiyayên Edûl û Derwîşan herikbar kir. Birînên ku hîna ne hatine girtin vekir. Dîmenên hovîtiya celadên sedsala bîst û yekemîn dîsa di ber çavên xwedê de derbas kir. Gotin ji wateya xwe derket, nivîs ji peyvan şerm dike û rûpel şîrove û wesfên te napejerîn e û dibêje xêz û rûpelên min têra te nakin, ancax dîrok te binvîse û bikaribe we mayînde bike. belê hûn in, yên ku sîh û neh salên xwe ji bo azadiya gelê heftê û çar fermanan bû sembola tekoşîn û fedekariyê.
Xwedawend li bermeber bejna we şerm dikin, ji ber ew dizanin bê çare ne û nikarin cîhana ku afirandine ser û bin hev bikin û yên çê û xirap ji hev derxînin. Ew xwedewand nizanîbûn ku wê hin mîna Egîd û Mamo Zekiyan bibin sembolên 15’ê Tebaxê û di mêjuya avakirina mirovahiya bê bext ya wan xwedewendan de bikevin dewsa wan û mirovahiyê ji nû de ava û bi wate bikin.
Helbet, şehadeta te ne tenê windahiye, felaket û keraset e, dilên gelek kurtêlxwar û sûxûran bi we şad dibe. ji dijmin û dagirkeran zêdetir kurmên dara me kêfxweş dibin. Lê; ew nizanin ku dawiya wan tê. Nizanin ku we bi hezaran nifş perwerde kirine û bi hezaran dil û cegera dayîkan qezenckirine. Ew nizanin bê, efsaneya ezemeta we di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn tê nivîsandin û ew bi xwe di sergoyên dîrokê de digevizin.
Erê Mamo, yê ku silavek dabe we jî şans û pîroziyeke, ji ber hemtayên we di dîroka tekoşîna rizgariya gelê kurd de nayên dîtin û dubarekirin. Tenê, nimûneyên mîna we dikarin li ser hespê Hedbanê siwar bibin û serkêşiya govenda azadiya kurdistan û kurdbuyînê bikin û bêjin “ em ji bo welatê xwe şehîd bûn” dilşad be, hûn in, yê dikarin dilşadbin, ji ber we li pişta xwe bi hezaran şervan û şagirt amede kirine ku armanc û riya we berdewam bikin.
Bi vê windehiyê divê ku, her kesê xwe kurd dibîne helwest bide, di riya netewbûna kurd de bê deng nemîne, em bixwazin wendahiyên bi vî rengî dîsa nedin. Divê em xwe zelal bikin û yên xwediyê vê dozê xwe bikin yek û li dijî van komployan bikaribin bibin bend ku carek din dubare nebin. di serî de kurmên darê ji kokê de bê hilandin û duyem jî dijminên ku ji van sîstemên genî û qirêj pêk tên bi guhertina sîstema RojhilatNavîn wê rê li ber windahiyan bê girtin.
Mamo Zekî Şingalî hûnê her tim di bîr û wîjdanê me de kolandî bin.

Sîpan CAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.