Lîloz Hisên/ Qamişlo
Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan derbarê Komploya Navnetewî herwiha sîstema îşkence û qirkirinê ya dijî Rêber Apo hate meşandin û hîna jî didome, daxuyaniyek da û tê de banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
Bi navê Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan, derbarê komploya navnetweî li ser Rêber APO li bajarê Qamişlo daxuyaiyek hate dayîn û bi dehan jin tevlî bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî li pêşiya avahiya meclisê hate xwendin.
di destpêka daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Em ji hêzên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên girtiyan dixwazin ku berpirsyartiyên xwe yên dîrokî, mirovahî û exlaqî bi cih bînin. Divê di derbarê doza Rêber Abdullah Ocalan de zext li dewleta Tirk bê kirin, da ku destûr bê dayîn ku bi awayekî fermî parêzer karibin sardana Îmraliyê bikin û agahiyan derbarê rewşa Rêber Apo de pêşkêş bikin. Komplo bi serneket, bi saya berxwedaniya ku Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, ev berxwedana ku dengê wê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, felsefeya ku bû riya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em weke jin di nava Meclisa Malbatên Şehîdan de, azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo prensîbên me bingehîn in, ji bo wê em şer dikin, bi dehan jinan ji bo azadiya Rêbertî û şikandina pergala tecrîdê li Îmraliyê canên xwe feda kirin.”
Herî dawî ji daxuyaniyê de jinê azadîxwaz wiha banga xwe anîn ziman: “Tiştê ku li Îmaliyê tê meşandin wekî şêweyên îşkenceyê li dijî pîvan û zagonan e. Lewma em bang li jinên azad ên Kurdistanê û hemû cîhanê dikin ku asta têkoşînê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin. Em piştrast dikin ku hemû pirsgirêkên Tirkiyê û cîhanê bimîne weke xwe heta ku serokatî azad nebe û deriyên Imraliyê neyê vekirin. Em wekî jin di nava Meclisa Malbata Şehîdan de soza xwe didin ku em ê hemû çalakiyan li dar bixin û bi hemû derfete û hêza xwe heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkwere di nava têkoşînêdebin.”






