Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava destekdayîna koçberên Lubnanê li Qamişlo hat destpêkirin

05/10/2024
in NÛÇE
A A
Pêngava destekdayîna koçberên Lubnanê li Qamişlo hat destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rêbeberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ji bo komkirina alîkariyan ji koçberên Lubnanê re konê destekdayînê li pêşiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo veda. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor bang li xwedîderketina koçberan kirin.

Ji ber rewşa Lubnanê û êrişa ku ji aliyê Israyîlê ve tê kirin, bêtirî 7 hezar kes koçî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û hîna jî ev rewş berdewam e. Lewma Rêveberiya Xweser û Heyva Sor pêşwaziya koçberan kirin û ji wan re bûn destek.

Îro jî li pêşa şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê kampaniya destekdayînê hat destpêkirin.

Daxuyanî ji hêla Rêbereiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ve bi devkî hat dayîn û tevahiya Saziyên Rêveberiya Xweser tevlî bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erkê alîkariya koçberên Lubnanê erkekî mirovî ye û dikeve ser milê me û tevhiya gel û wiha hat gotin: “Armanc ji destpêkirina pêngavê ew e ku em bi hemû awayan bibin destek ji koçberan re, çi di milê madî an jî milê manewî de be. Koçber di encama kirîzeke mezin gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî niha li hêviya alîkariyê ne. Me weke Heyva Sor û Rêveberiya Xweser îro li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên destekdayînê vedane. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kon hemû curyên alîkariyan werdigire û wê heya 20 vê mehê bidomîne. Lewma jî em bang li her kesî xwedî karîn û şiyan, dikin ku berê xwe bidin konên alîkariyê. Dibe ku destekeke biçûk ji we, bibe alîkarî û kêfxweşiyeke mezin ji koçberan re. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.