Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kobanê ne ket, serket… (1)

01/10/2024
in NÛÇE
A A
Kobanê ne ket, serket… (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

 Di Tîrmeha 2014’an de,  bi zêdebûna êrişên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Kobanê seferberî hat ragehandin. Piştî ragehandina seferberiyê hevserokatiya Rêveber a KCK’ê jî, di 7’ê Pûşbera 2014’an de ji tevahiya gelên Kurdistanê xwest ku piştgiriyê bidin seferberiyê. Piştî banga Rêber Apo bi taybet Bakurê Kurdistanê ket nav hewldanên mezin.

Cengawerên parazvanê Kobanê ji çeperên berxwedanê diqîriyan. Li serxetê gelê berxwedêr bersiva wan didan: “Wê Kobanê nekeve… Ala berxwedanê wê her tim li ba be…”

Ev bersiva gelê Bakurê Kurdistanê  berxwedan bêhtir watedar dikir, cenga li dijî çeteyan geş dikir.

Bi carekî serê xwe rakirin rêhevalên Arîn û Gelhat’an.

Van rojan yek ji mijarên ku herî di rojevê de ye dîsa berxwedana Kobanê û doza Kobanê yê ku li dijî siyasetmedarên Kurd hatiye vekirin e. Kobanê bûye kulek wisa di dilê dagirkerên Tirk û rêvebirên wan de ku di ser rizgarkirina wê de ewqas sal jî derbas bûyê hê jî ji dilê wan derneketiye. Ew gotina Erdoganê faşist a “Îro sibe, Kobanê hat ket ha dikeve…” dema li wan çep vegeriya û Kobanê neket, dagirker gelek aciz kir. Lewma niha piştî ewqas sal dixwazin tola binketina çeteyên xwe li siyasetmedarên Kurd û dostên wan vekin.

Bangawaziya Rêber Apo bû fermanek ji bo parastina xaka Kurdistanê

 Hikumeta AKP’ê ya ku xeyal dikir ku pêşî li pêşketinên Kurd ên li Rojava bigre, bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî bajarê Kobanê plana xwe amade kiribû. Li gorî plana AKP’ê û DAÎŞ’ê; dê Kobanê bi dest bixin û bi qetlîmên ku li wir pêk bînin îradeya berxwedana Rojava bişkînin. Bi vê armancê di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bajarê Kobanê dorpêç kirin. Ji aliye sînorê Bakurê Kurdistanê ve jî artêşa Tirk a dagirker bi dorpêça xwe piştgirîyeke mezin dida çeteyên DAÎŞ’ê.  Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî dê di axaftineke xwe ya di 7’ê Cotmehê de bi gotina “Kobanê ber bi ketinê ve ye” ev piştgiriya dewleta Tirk a DAÎŞ’ê aşkere kir.

Piştî daxuyaniya KCK’ê jî, li gelek deverên Kurdistanê gelê kurd ji bo piştgiriyê bide Kobanê dest bi çalakiyan kirin. Ji bo piştgiriyê, di 9’ê Tîrmehê de ji navçeya Pirsûsa Rihayê meşeke girseyî pêk hat. Piştî vê meşe li gundê Ziyaretê welatî bi konvedanê dest bi nobetê kirin.

Ev çalakiyên gelê Kurd bi banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 15’ê Tîrmeha 2014’an ve bilindtir bûn. Banga Rêber Apo bandor li rihê berxwedêr ê gelê Kurd kiribû. Ji Rojhilat heya Başûr, ji Bakur heya Ewropayê gelê Kurd û dostên Kurdan bi armanca piştgiriya Kobanê dest bi çalakiyên girseyî kirin.

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî gel ji bo Kobanê rabû ser piyan. Li Kerkuk û Qaledizê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Dirûşmeyên “bijî berxwedana Kobanê” ji navendên wekî Ciwanro, Sinê, Mahabadê, Kirmanşah, Urmiyeyê digihîşt bajarê Silêmanî. Çalakî û greva birçibûnê ya ku di Tehranê destpêkir bi rojan dewam kir.

Bi taybetî Bakurê Kurdistanê, ji bo bersiv bide banga rêberê xwe ket nav hewldanên mezin. Partiya Herêmên Demokratîk DBP jî guh da banga Rêber Abdullah Ocalan û berê hemû şaxên xwe da navçeya Pirsûsê.

Bi sedan ciwan, bi banga Rêber Abdullah Ocalan re li gel astengiyên dewleta Tirk, sînor nasnekirin û tevlî berxwedana Kobanê bûn. Çalakiyên ku ji Kurdistanê destpêkirin, di demek kin de belavî bajarên Tirkiyeyê û cîhanê jî bûn. Li gelek deverên cîhanê, dost û hevalên Kurdan bi gelê Kurd re bi çalakiyan bersiv dan banga seferberiyê.

6’ê Cotmehê: Kêr giha hestî, pêwîst bû dagirker têk biçin

 Çalakiyên ku her ku diçû mezintir dibûn, li Bakurê Kurdistanê di 6’ê Cotmehê de veguhirîn serhildanan. Li deverên wekî Bismil, Şemzînan, Cizîr, Sêrt, Gever û Stenbolê ciwanên Kurd çalakiyên bi bandor pêk anîn. Welatiyên ku ji Cizîra Botan ber bi sînor herikîn, têlên li ser sînor derbas kirin û sînor bê wate kirin.

Ji bo Kobanê li bajarên Serhedê jî gel rabû serhildanan. Lê hikumeta AKP’ê bi qetlîaman bersiv da van serhildanan. Serhet bû agir û rabû ser piyan. Li navendên wekî Bazîd, Îdir, Kop, Melezgirt, Varto, Wan, Erdîş, Elbak û Bêgirî gel bi rojan li hember hêzên AKP’ê ve ket nav pevçûnan. Navçeyên Qereyazî û Tatos ên Erziromê jî ji serhildên paşve neman û qadên van navçeyan bûn qadên serhildanê. Li Erziromê faşîstan bi çekan êrîş bir ser xwepêşanderan û sê kes birîndar bûn. Li Erdîşê qedexeya derketina derve hate ragehandin.

Helbet weke gelek caran evcar jî navenda serhildan û berxwedanê bajarê Amedê bû. Polîsên AKP’ê bi rojan li hember serhildanên gel nekaribûn bikevin taxên bajêr. Gelên Amedê bi rihê berxwedêr ê ku li zindanên Amedê hat afirandin, daket kûçe û kolanan.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî, sînorên ku di navbera Qamişlo û Nisêbînê de ji aliyê gel ve hatin rakirin.

Serhildanên gel ne tenê li bajarên Kurdistanê pêk dihat. Li bajarên wekî Îzmîr û Stenbolê jî Kurd û dostên Kurdan bi çalakiyên xwe piştgiriya berxwedana Kobanê û serhildanên ji bo Kobanê kirin.

Çalakiyên ku di 6’ê Cotmehê de pêk hatin di destpêka serhildanê de nîşan dida ku dê hesabên AKP’ê yên li dijî Kobanê vala bên derxistin. AKP ya ku fêm kir dê li hember serhildanan têk biçe, bi hemû hêzên xwe yên fermî û paramîlîter dest bi êrîşan kir.

Di vê pêvajoya ku di 6’ê Cotmehê de destpêkir de li dijî serhildanên gel, hêzên dewletê bi hêzên paramîlter, nijadperest û Hizbûlkontra re dest bi êrîşan kirin. Wesayîtên zirxî û tangên dewleta AKP’ê daketin qadên Kurdistanê. Di roja 6’ê Cotmehê ve li Kurdistanê pêvajoyeke ku salên 90’î dianî bîra mirov destpêkir.

Ji bo serhildanên gel têk bibin, waliyên AKP’ê derketina kolanan qedexe kir. Lê li hember qedexeyan gel bi biryar bû. Li aliyekê li Kobanê destana berxwedanê dihat nivîsandin, li aliyê din li perçeyên din ên Kurdistanê, serhildanên piştgiriyê wek agirê Newrozê her ku diçû geş dibû.

7’ê Cotmehê: Serhildan li tevahiya welêt belav bû

 Li Kobanê bi berxwedanan destan dihatin nivîsandin, li deverên din ê Kurdistanê jî gel daketibûn qadan û bi serhildana xwe berxwedana Kobanê silav dikirin.

Serhildanên ku di 6’ê Cotmehê de destpêkiribûn, di roja xwe ya duyemîn de berfirehtir bûn û li her deverên Kurdistanê belav bû. Her wiha li gelek bajarên Tirkiyeyê û Ewropayê Kurd û dostên Kurdan agirê serhildanê geştir dikirin.

Bi taybetî Bakurê Kurdistanê, li hember faşîzma Erdogan bi awayekî çalak bibû yek beden. Kûçe û kolan veguhirîn qadên serhildanê. Serhildanên gel her ku diçû mezintir dibûn. Li hember serhildanên gel êrîşên çeteyên AKP’ê yên ku rojên pêş destpêkiribûn, di 7’ê cotmehê girantir bûn û vegihûrî qetlîaman. Hêzên paramîlîter ên Erdogan ji bo serhildana gel têk bibe, bi çekan dest bi êrîşan kirin.

Agahiya qetlîamên serhildanên Kobanê cara yekem ji navçeya Gimgim a Mûşê hat. Di dema çalakiyê de, ciwanê 25 salî Hakan Buksur, ji aliyê tîmên taybet ên AKP’ê ve hat qetilkirin. Agahiya qetilkirina Buksur agirê serhildanê bêhtir geş kir. Gelê Serhedê bi vê agahiyê asta berxwedana xwe bilintir kir. Di serî de navçeyên wekî Bazîd, Îdir, Gimgim, Erdîş û Elbakê li gelek deverên bajarên Serhedê bi hezaran Kurd bi hêzên AKP’ê re ketin nav şer û peçûnan.

Di wan kêliyan de Amed bibû wek agir û bizot û bi ser serê dagirkeran ve hildiweşiya… Lê bele agahiyên kuştinan ji Amedê jî hatin. Agahiya yekem ji taxa Xençepekê bi kuştina Mahmûd Enes hat. Piştî vê qetilkirinê agahiya duyemîn ji taxa Bağlar a ku çeteyên paramîlîter xwe piranî bi cih kiribûn hat. Welatiyê bi navê Suleyman Kale di encama êrîşên hêzên AKP’ê de hat qetilkirin. Bi van her du kuştinan ve êrîşên polîs û çeteyan bêhtir zêde bû. Li hember van êrîşan welatiyên ku rabûn ser piyan gav paş ve neavêtin. Berxwedana gel bêhtir mezintir bû. Pevçûnên di navbera her du aliyan de girantir bû.

Hikumeta ku li hember berxwedana gel têk çû, neçar ma di 7’ê hezîranê de li gelek navçe û taxên Amedê derketina kolanan qedexe kir.

Serhildanên gel ên di 7’ê Cotmehê de li bajarên wekî Mêrdîn, Mûş, Wan, Sêrt, Stenbol û Îzmîrê dewam kirin. Li bajarên ku serhildan pêk hatin dewleta AKP’ê li hember berxwedana gel neçariyeke mezin jiyan kir. Rejîma Erdogan hewl da ku vê neçariya xwe bi qetlîaman çareser bike.

Li gel qetlîamên li Amed û Mûşê li Mêrdînê Kerem Karaaslan, li Wanê welatiyê bi navê Hamît Caner ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Li Sêrtê jî Yusuf Çelîk ê temenê xwe 17 salî û Mehmet Erdogan ê 35 salî ji aliyê cerdevanan ve hatin qetilkirin.

Yek ji bajarên ku hêzên paramîlîter û Hizbûlkontra daketibûn qadan jî bajarê Batmanê bû. Li Batmanê rejîma Erdogan li gel hêzên xwe wekî li Amedê çeteyên Hudaparê jî bikar anî. Endamên Hudaparê yên ku li rex polîsan cih girtin, wekî li Amedê qetlîman pêk anîn.

Qetlîmanên çeteyên dewletê ne tenê li Kurdistanê, li bajarên wekî Îzmîrê jî pêk hatin. Di 7’ê Cotmehê de li navçeya taxa Doganlar a navçeya Bornovaya Îzmîrê welatiyê bi navê Ekrem Kaçaroglu ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin. Kaçarogluyê ku birîndar bû li ber çavên polîsan rastî tundiya nijadperestan hat û li cihê ku hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.

Li gel van qetlîaman li navendên berxwedanan bi dehan welatî birîndar bûn. Bi sedan kes hatin binçavkirin û hatin girtin.

Di 7’ê Cotmehê de li van bajarên ku serhildan pêk hatin, dewleta AKP’ê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve têk çû. Bi dehan avahiyên fermî yên dewletê an hatin şewitandin an jî hatin desteserkirin. Ev yek jî li Kurdistanê têkçûyîna dewleta AKP’ê raxist ber çavan. Li hember êrîş û qetlîmanên rejîma Erdogan, gelê kurd gav paşve neavêtin û serhildanên xwe geştir kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.