Di bin dirûşmeya “Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeke demokrat e”, 2’emîn konferansa Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj li Kantona Efrîn û Şehbayê hate li dar xistin.
Zana Roj/ Şehba
Di 29 ê Îlonê de li Kantona Efrîn û Şehbayê 2 yemîn Koonferansa Meclîsa Jin ya Partiya Sûriye Pêşeroj li hola Çand û Huner hate li dar xistin. Koonferans li ser bingeha nirxandina kar û xebatê 2 salan hate amedekirin, li ser wê bingehê bi sedan ji tevger, partî, sazî û rêxistinên jin tê de beşdar bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftina vekirina koonferansê ji aliyê berdefka Meclîsa Jin ya Partiyê Newroz Hisîn ve hate kirin. Her wiha nirxandina siyasî ji aliyê Elye Mihemed ve hatin xwendin, dîwana Koonferansê ya ku ji 3 kesan pêk dihat (Newroz Hisên, Aytan FErhad, Nîhal Îsa) hate derketin. piştî wê nirxandina rewşa rêxistinî hate kirin û herî dawî hilbijartina meclîsa jin hate derxistin.
Têkildarî 2 yemîn Koonferansa Meclîsa Jin ya Partiya Sûriye Pêşeroj Endamên Meclîsê Newroz Hisên û Nîhal Îsa ji rojnameya me re axivîn.
Newroz di destpêkê de Koonferans li tevahî jinên azadîxwaz pîroz kir û wiha pê de çû: “Lidarxistina vê koonferansê xwe disipêre ked û rêxistineke mezin ya du salan, bê guman di vê kombûnê de nirxandinên girîng û giran ji bo pêşxistina xebatên jin di her alî de hatin kirin. Li kêlek wê rêbazên rexne û rexnedayînê ku makanîzmeya herî bingehîn di pêşxistina kesayet û xebatê me de ye derket pêş. Li ser van bingehan bi nirxandin, perispektîvên berfireh û avakirina meclîseke nû em derdikevin pêş”.
`pîşxistin û xwegihandina jinên Sûriyê navenda xebatê me ye`
Her wiha newroz bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê koonferansê û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha de ku gelek geşedan di aliyê jin û siyasetên dewletan de hatin rûdan, bi taybet di aliyê jin de bi serpereştiya silogana Jin Jiyan Azadî de şoreşa jinên Kurd ber bi teysandina xwe di giştî cîhanê de diçe. Ji vê yekê em jî para xwe digrin ku em xwe bigihînin giştî jinên Sûriyê û bi taybet di aliyê siyasî de xwepêşxistin navenda xebatên me ye. her jinek dikare xwe perçeyekî ji hemû geşedanên ku tên rûdan bibîne û di asta ku tê xwestin de bibe xwedî îrade û çareserî”.
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwemezinkirin
Nîhal da zanîn ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê rê li ber jinê vekir ku bibe pêşeng di hemû qadan de û wiha got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bingeha pêşengtiya ku jin niha di hemû qadan de dike ye, ji bo me em vê şoreşê bingeha rêxistinbûn û xebatê xwe dibînin. Hêz û îradeya jinê ya ku di bin kevneşopî û dîwarên malbatê de hatibûn fetisandin, bi vê şoreşê re ev bendên hezar salî hatin têkbirin. Ji lewra ji silogana me jî tê diyarkirin ku armanca me pêşxistin û serkeftina şoreşa jinê ye, ji wê zêdetir em berê xwe bidin hemû jinên ku di xaka Sûriyê de jiyan dikin û em bibin dengê wam jinan.
Di seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Meclîsa Jin ya Partiya Sûriye Pêşeroj koonferansên xwe lidar xistin û herî dawî li herêma Şehbayê hate lidar xistin. bê guman di herêmê de hejmareke mezin ji jinên di civakê de cihê xwe di nava vê meclîsê de digirin. Em bi riya vê koonferansê hewild didin ku bibin hêz û îrade ji hemû pirsigirêkên jin her wiha di pêşxistina asta siyasî ya jinê de”.






