Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojnamevan Silêman Ehmed 340 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin

28/09/2024
in NÛÇE
A A
Rojnamevan Silêman Ehmed 340 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Silêman Ehmed 341 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Rojnamevan Silêman piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEW’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 340 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di derbarê hevdîtina li gel Silêman de agahî da ajansa me û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku niha li gor madeya 1 a yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya netewî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Her wiha Parêzer Beşdar Hesen got; “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”

Herî dawî Parêzerên Silêman biryar îtîraz kirin û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temîzê kir. Parêzer Nerîman Ehmed got, dosya Silêman Ehmed li ber destê Dadgeha Temîzê ye û li bende ne ku biryara dawî li ser bide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.