Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2’emîn Konferansa Jineolojî li bajarê Hesekê hat lidarxistin

27/09/2024
in NÛÇE
A A
2’emîn Konferansa Jineolojî li bajarê Hesekê hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

2’emîn Konferansa Jineolojî bi tevlîbûna tevgerên jinên ên sivîl û leşkerî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin. Konferansa ku bi helbesta Îştar dest pê kir û du rojan domiya bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansas ku 300 delege beşdar bûbûn de,li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.

Ji bo konferansa ku sê meh berê amadekariyên wê hatin kirin, mijarên bi sernavê; “Pergala akademiyan de peywirên entelektuel”, “Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)”, “Di pêkhatina Şoreşa Jinan de rola jineolojiyê”, “Armanc û rêbazên perwerdekarên Jineolojiyê”, “Gerûnîbûna jineolojiyê û pêşketina wê ya di Rojhilata Navîn” de hatin diyarkirin. Ji bo her pênc mijarên ku hatin diyarkirin, komên xebatê hatin avakirin û van koman, xebatên lêkolîn, anket û atolyeyan kirin. Li ser hemû derên ku xebatên jineolojiyê yên tenê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi sînor nemaye, atolyeyên çavdêrî, analîz û nîqaşan hatin lidarxistin. Piştî wê her komek ji bo zanîn û nêrîneke hevpar dest bi pêvajoya nivîskî kirin. Belgeya xebata kolektîf a nivîskî ji bo pêşkêşkirina konferansê hat amadekirin.

Di destpêka konferansê de kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre gotina destpêkê ji aliyê Heseroka MSD’ê Leyla Qehreman hat gotin. Her wiha li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.

Leyla Qehreman bal kişand li ser têkiliya di navbera jin û mêran de wiha got: “Heger em têkiliya din navbera jin û mêran de nas nekin, ne mûmkine ku tu têkiliyên têgihiştina civakî jî were fêmkirin. Ji ber sedema sereke ya qeyranên civakî ew e ku sîstema hovîtiya tunekirina jinê ye. Lewra yek ji pêdiviyên lezgîn çareserkirina pirsgirêka jinê ye.”

Piştre perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê Zanista Jin Jineolojî re, bi riya sinevizyonekê hate pêşandan. Di heman demê de ji aliyê partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pîrozbahî ji 2’emîn Konferansa Jineolojî re hatin şandin, herwiha ji aliyê konfedrasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Jînwar û Meclisa Islama Demokratîk diyarî hatin dayîn. Piştre peyamên ku ji aliyê Jinên Azad ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Azad a Kurd ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Di konferansê de wê girîngiya Pergala Akademiya Jineolojî, Jineolojî, Felsefeya Rêbaz Metodolojî û girîngiya perwerdeyê were nasîn û nîqaş li ser bê kirin. Roja yekem a Konferansê wê bi pêşandan 3 nifşên jinên dengbêj bi dawî bibe.

Bernameyê roja duyem jî wiha ye:

Bi riya sinevisyonekê kar û xebatên Jineolojî werin pêşandan. Erkên Jineolojî di avakirina şoreşê de bên diyarkirin û nîqaş li ser bê kirin. Xebatên Rojhilata Navîn û gerdunîbûyîna Jineolojî bê nasîn û nîqaş li ser were kirin. Pêşinyar û Biryarên Konferansê bên kirin, piştre encamnameya konferansê bê eşkerekirin. Herwiha konferans wê bi pêşandan Şanoya Sîyê û govenda jinên Ermenî bi dawî bibe.

Behsa rêwîtiya 14 salan a jineolojiyê hat kirin

Piştî pêşkêşiyan, li sînevîzyonek ku behsa qad û xebatên Jineolojiyê dikir û saetek domiya hat temaşekirin. Di sînevîzyona ku behsa rêwîtiya 14 salan a Jineolojiyê dihat kirin de, xebatên ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başur, Mexmûr, Şengal, Ewropa, Emerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û Jinwar, Ramana Jin, Şîfa Jin, pirtûkên ku Weşanxaneya Jingeh weşandine, Kovara Jineolojiyê hebûn.

Piştî sînevîzyonê pêşniyar û nirxandinên beşdaran hatin nirxandin û encamname hat amadekirin. Şano û govendên gel hatin pêşkêşkirin. Konferans, bi lîstika ‘Şanoya Sî’ ya ji aliyê beşdarên enternasyonal ên di Enstîtuya Andrea Wolf de cih digrin û behsa şoreşa jinan dikir hat lîstin. Dû re jî bi reqsa neteweyî ya Koma Meclisa Jinên Ermen domiya. Konferansa ku du roj bi coş berdewam kir, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û çepikên jinan ên bi qedîqeyan li ser piyan berdewam kirin bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku Konferansa Jineolojî ya yekemî di sala 2018’an de hatibû li darxistin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.