Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamên 10’emîn Kongreya PYD’ê

25/09/2024
in NÛÇE
A A
Encamên 10’emîn Kongreya PYD’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Komîteya Amadekar a 10’emîn Kongreya PYD’ê Erîfa Bekir diyar kir ku ji girîngtirîn biryarên ku di kongreyê de hatin girtin Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd, tekezkirina li ser rola jinê, bilindkirina asta karê rêxistinî, pêşxistina aboriya komînal û pirojeyên hevbeş, rizgarkirina  herêmên  dagirkirî û vegera hemû koçberan e.

Partiya Yekîtiya Demokratîk her du salan kongireya xwe li dar dixe û di kongirê de gelek guhertin û veguhertin çêdibin û rewşa siyasî û rêxistinî jî têde tê nîqaş kirin. Di 10’emîn Kongireya PYD’ê de jimara endamên ku hazir bûbûn 770 kes bûn û 200 kes mêvan jî hatibûn. Her wiha endamên Meclisa PYD’ê hijmara wan ji 145 kesî bû 90 kes, sazûmaniya Meclisa Giştî ya nû bi vî rengî  bû: 15 endam li Navenda Giştî, 13 Rêveberiya Xweser, 7 ciwan, 4 Başûrê Kurdistanê, 1 Lubnan, 1 Şam, 8 Ewropa, 4 Kantona Efrîn û Şehbayê, 4 Heleb, 4 kantona Firatê, 3 kantona Minbicê, 3 kantona Dêrazorê, 2 Kantona Reqayê, 1 Kantona Tebqayê, 10 Hesekê û 10 Qamişloyê.

Di derbarê biryar û nîqaşên  kongireya PYD’ê ya 10’emîn endama Komîta Amadekar a Kongireya PYD’ê a 10’emîn Erîfa Bekir ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên ku di kongirê de hatîn kirin

Erîfa Bekir diyar kir ku Kongir bi gotina hevserokên partiya Yekîtiya Demokratîk yên berê Asiya Ebdulah û Salih Mûslim destpê kir û wiha got: “Spasname ji gelek partî, nûnerên ji derveyî welat û di hundirê welat de hat kirin û perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin. Di derbarê kar û xebatê 2 salan yê PYD’ê de sinfizyon hat pêşkêşkirin. Her wiha di kongirê de Meclisa malbatê Şehîdan, Rêveberiya Xweser û Kongra Star axivîn. Rapora kar û xebatên PYD’ê ya 2 salan hat xwendin û rapora Meclisa Jinê û rapora desteya dispilînê jî hatin xwendin. Ji aliyê endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif ve rewşa siyasî hat nirxandin, ji aliyê delegeyên kongirê gelek pêşinyar û biryar û rexne û rexnedayîn hatin kirin. Ev delege jî endamên partî ne. Di dawiya nirxandina rewşa rêxistinî de hilbijartin dest pê kirin û di encamê de perwîn Yûsiv û Xerîb Hiso hatin hilbijartin da ku bibin hevserokê  Partiya Yekîtiya Demokratîk. Paşê endamê mecilsê jî hatin hilbijartin hijmara endamê meclisê 90 kes bû, Piştî hilbijartinê rapora dawî hat xwendin.

Biryarên ku di kongrê de hatin standin!

Endama Komîteya Amadekar a 10’emîn Kongra PYD’ê Erîfa Bekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biryarên ku di dawiya  Kongirê de hatin girtin wiha ne: pêşxistina sîstema perwerdekirina endaman , pêşxistina asta ragihandinê di nav kar û xebatên PYD’ê de û derbas kirina kêmasiyên girêdayî wê, xurtkirina vîna ciwanan, tekezkirina li ser girîngiya rola jinê di Şoreşê de, pêşxistina Rêveberiya Xweser, bilindkirina asta karê rêxistinî li gund û komînan, pêşketina aboriya komînal û pirojeyên hevbeş, bicihkirina berdevkên PYD’ê di nav saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo derbaskirina astengiyên ku rastî wan tên, her endamekî PYD’ê erkdare ku hevpeymana civakî pêk bîne, rizgarkirina  herêmên  dagirkirî û vegera hemû koçberan yên ku ji warê xwe hatine derxistin. Pêkanîna diyaloka sûrî sûrî li ser esasê demokratîk û avakirina pêşerojeke aşityane û wekhev, tevahî gelên Sûriyê bibin xwedî mafên wekhev û parastina berjewendiyên hemû gelan û di serî de doza gelê kurd, bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd, ragirtina Rêveberiya xweser û avakirina Sûriyeke demokratî û ne navendî. Pêşxistina têkiliyên diplomasî û girêdana hevpeymanan bi aliyên kurdistanî, herêmî û navdewletî û Xurtkirin û piştgiriya hêzên QSD’ê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.