Argêş Gewda/Qamişlo
Endamên Saziya Malbatên Şehîdan diyar kirin ku êrişên li ser Herêmê Parastina Medya tên meşandin, kiryarên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Herwiha bîbirxistin ku pêwîste pêşmergeyên welatparêz nebin amûra şerê dagirkeriyê.
Di sala 2021’an de dewleta Tirk ya dagirker li ser Herêmên Parastina Medya êrîşeke dijwar da destpêkirin. Dagirkerî bi alikariya çekdarên PDK’ê hewil dide xaka Başûrê Kurdistanê li gorî peymana Lozanê ji nû ve dîzayn bike.
Derbarê êrîşên li dijî Herêmên Parastina Medya û hevkariya PDK’ê ya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, endamên Saziya Malbatên Şehidan Cîhan Gulo û Ebdulilkerim Ebdo ji rojnameya me ra axivîn.
‘Em wek malbatên şehîdan li pey doza zarokên xwe ne’
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Ebdilkerîm Ebdo êrişên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastina Medya ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û bi hevkariya PDK’ê tên kirin,
bi tundî rexne kir û nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Birayê min şehîd Hogir di sala 1994’an de li herêma Botanê şehid bû. Êrişên li ser Herêmên Parastina Medya tê kirin, armanc qirkirina gelê Kurd e. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman êriş tên meşandin. Armanc li her 4 parçeyên Kurdistanê têkbirina deskeftîyên gelê Kurd e. Ev êrişe bi hevre girêdayî ne. Dewleta Tirk dewletekî bê pîvan û bê rêgeze, armanc wan domandina nifşê Osmanî ne. Hewildan dikin ku sînorên demê desthilatiya dewleta Osmaniyan winda kirine bi êrişên dagirkeriyê dîsa paş de vegerîne. Ev êrişê tên meşandin, bihevkariya PDK’ê tên kirin. Em pey tekoşîn û berxwedana zarokên xwe ne û ti cara paş de venagerin. Ev tekoşîna azadiya Kurdistanê sala xwe ya 40’emîn dagirt û berdewam kir dê bikeve lûtkeya serkeftinê jî. Em pêkhateyên ku li herêmê jiyan dikin li dijî van êrîşan bertek didin û têdikoşin. Gelek rayedarên dewleta Tirk ev 100 salin dibêjin em ê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tune bikin. Ev siyaseta dimeşe, ya bi sedan salan e. Ger tunekirinek hebe ya mejiyê dewleta Tirk ya dagirker e. Ev şerê ku niha dimeşe, şerê hebûn û tûnebûnê ye. Bangawaziya me ji bona pêşmergeyên welatparêz û malbatên wane, bila nebin beşekî xiyaneta PDK’ê li gel zarok û hevalên xwe cih bigirin.”
‘Xiyaneta PDK’ê digihije astekê metirsîdar’
Endama Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo Cîhan Gulo jî bibîrxist ku dagirkirina Başûrê Kurdistanê de PDK’ê rîsteke xeter dileyize û wiha domand: “2 zarokên min berdêla rojên azad de şehîd bûne. Li Herêmên Parastina Medya ev demeke êrişên dagirkeriya Tirk yên dijwar tên meşandin. Bi hevkariya çekdarên PDK’ê li herêmên ku gerîlayên azadiyê tê de dimînin de êrîşeke hovane dimeşînin. PDK’ê alikarî dide dewleta Tirk ya dagirker ji bona xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Malbata Barzanî û PDK’ê asta xiyanetê derbas kirin. Birayekî min jî di şerê xiyanetê de şehid bû. Gelek keç û xortên Kurdistanî bi destê PDK’ê hatin şehid xistin. Yusuf Gulo û zarokek min û zarokê birayê min jî, welatparêzên ku bi destê xiyanetê hatine şehid xistin. Ez wek keça Apê Yusuf heya lûtkeya serkeftinê li hemberî xiyanetê tekoşîn bikim. Em wek welatiyên Rojava şagirtên Rêber Apo ne, em ti cara nahêlin dagirkerî û xiyanet li pêşiya deskeftiyan bibe asteng.”
‘Pêwîste malbatên Pêşmergeyên Roj banga vegera zarokên xwe bikin’
Cîhan Gulo wisa axiftina xwe qedand: “Em bangawazî malbatên çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj dikin, zarokên we dibin amûra şerê dagirkeriyê. Pêwîste hûn bang bikin ku ji bona zarokên we vegerin Rojavayê Kurdistanê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kar û xebat bimeşînin. PDK’ê sixurê dewleta Tirk ya dagirker e. Em pir caran bûne şahid ku sixurtî derdora çeteyên Roj de tê pêk anîn. Pêwîste wan kiryarên xerab û dijî gel malbat ne pejirînin.”






