Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste saziyên navneteweyî bi erkê xwe rabin’

24/09/2024
in NÛÇE
A A
‘Pêwîste saziyên navneteweyî bi erkê xwe rabin’
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/ Qamişlo

Endamên Kombenda Efrînê destnîşan kirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk rêzebinpêkirinên xwe yên derheqê şêniyên resen li bajarê Efrînê berdewam dikin û gotin: “Li hemberî sûcên ku li dijî gelê Efrînê pêk tê, pêwêste aliyên peywendîdar berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”

Ji destpêka dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li dijî gelê Efrînê yê resen sûcên dijmirovî tên kirin. Welatiyên ku li Efrîna dagirkirî man rojane bi işkence, revandin, destdirêjî û binçavkirinê rû bi rû dimînin. Dagirkeriya Tirk bi tevahiya şêwazan li dijî Efrînê qirkirinê dide meşandin.

Bûyera gundê Kaxirê

Di dema dawî de ji nav rêzebinpêkirinên ku pêk tînin, çeteyên” Sultan Silêman Şah” baca darayî bi mîqdara 8 dolaran ji bo her dareke Zêytûnê ferz kirin, ji bilî bacên Zeytê û yên din. Çend ji şêniyên gundê Kaxirê li navenda leşkerî ya çeteyan vegeriyan, lê di encamê de 2 şênî hatin girtin. Jinan li gundê Kaxirê yê bajarê Efrînê 15`ê Îlonê li hember sûcên çeteyên dewleta Tirk a daigkrer serî hilda û banga serbestberdana kesên hatine revandin kir. Lê çeteyên “Emşat” ên dewleta Tirk a dagirker bi guleyan êrişî jinan kir. Di encamê de 20 kes birîndar bûn ku piraniya wan jin bûn.

Di derbarê mijarê de endamê Kombenda Efrînê Ya Civakê Elî Ebdo ji rojnameya me re axivî.

 Elî Ebdo diyar kir ku ji ber îflasbûna ku di nava çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de derketiye, çete dest bi ferzkirina bacên daryaî li ser şêniyan dikin û kesên ku red dikin tê îşkencekirin û wiha domand: “Şêniyên gundê Kaxirê hatin dûrpêçkirin ji ber ku baca darayî red kirin, herwiha çend şêniyên gund dema li navenda çeteyan vegeriyan hatin girtin, jinên gund serî hildan li hember vê binpêkirinê, di encamê de êrîş li ser wan hate kirin û birîndar jî di nav wan derketin, Dagirkeriya Tirk li Bakurê Kurdistanê 4 hezar gund şewitandin. Li efrîn jî heman tişt dike. Dixwaze gel qir bike.”

Elî Ebdo kiryarên çeteyan bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: “Gerek ev binpêkirina ku li dijî jinên kurd li gundê Kaxirê pêk hatiye neyê qebûl kirin, em daxwaz ji hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdeng nemîne û van kiryarên dijî mirovahiyê qebûl nekin.”

Elî Ebdo wiha got: “Ji mafê her gelekî ye ku bi aştî jiyan bike, em jî weke gelê kurd xwedî dîrok, ziman, çand û xakin, êdî gerek neyê qebûl kirin ku li ser erdê gelekî ev binpêkirin berdewam bibe û dawî li vê dagirkeriya Tirk bînin, ku hewil dide demografiya Efrîn bighurîne ji nasnameya kurdî.”

Di dawî de Elî Ebdo bang li gelê kurd kir ku seferberiyê raghênin ji ber ku ev dem fersendeke ku em xaka xwe rizgar bikin, Kurdistaneke Azad û demokrat ava bikin, êdî ji dagrkeran re bêdeng em nemînin, dema bindestiyê bi dawî bûye, dem ya me ye ku em ji koletiyê xelas bibin.

Di heman çarçoveyê de endama Kombenda Efrîn a Civakî Fule Henan diyar kir ku qehremaniyeke mezin e û cihê serbilindahiyê ye ku jinên me li gundê Kaxirê li li hember zilm û zordariyê li dijî dagirker û çeteyan serî hiladan, dengê wan gihaşt tevahî cîhanê û wiha domand: “Her mirovek xwedî wijdan gereke bihise ku jinên me li Efrînê û gundewrên wê di bin zilm û îşkenceyan de jiyan dikin. Divê rêxistinên navnetewî mafê van jinan misoger bikin ji çeteyan. Çeteyên girêdayî Tirkiyê şert û mercên zehmet li ser şêniyan ferz dike da ku milet koçber bibe û li şûna wan niştecihan bi cih bike, nasnameya kurdetiya Efrînê bihelîne.”

Fule Henan wiha dewam kir: “Dijminê me ji dijminên herî hovin, demografiya herêmê diguherîne, dîroka me îmha dike û tevahiya zagon û pîvanên mirovahiyê binpê dike. Tiştê ku li Efrînê pêk tê mêjiyê mirovan tehmûl nake ji ber kiryarê ku tê kirin.”

Fule Henan bang li civata navnetewî dike ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê, zilm û dagrkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser erda Efrînê, herwiha tevahî herêmên dagirkirî bi dawî bibe. Vegerandina şêniyan ji herêmê re misoger bikin da ku her kes li mal û milkê xwe vegerin.

Fule Henan destnîşan kir ku bi yekîtiya kurdî ku xwedî giringiyeke mezin e divê pêk bê, wê tevahî kiryarên dagirkeran û pilanên wan yên qirêj li dijî kurdan wê biser nekevin, ji ber vê yekê her dem dijmin fitneyan di nava kurdan derdixîne û şerê me dikin.

Di dawî de Fule Henan berxwedana jinan ku gundê Kaxirê silav kir û got:” Li hember zilm û zora ku ev 6 sal pêk tê li dijî gelê Efrînê, jinan îro serî hildan ji bo mafên xwe. Divê aliyên peywendîdar destwerdanê bikin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bi dawî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.