Jîn Hisên/Qamişlo
Di kongreya PYD’ê ya 10’emîn de 700 delege beşdar bûn, di nav de nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, tevgerên jin û ciwanan, partiyên siyasî, kesayetên siyasî, şêx û rûsipiyên eşîrîn ereb.
Di encama çalakiyên ku di kongreyê PYD de hate kirin, 90 endamên Desetya Giştî hatin hilbijartin, herwiha Perweîn Yûsfi û Xerîb Hiso weke Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD yên nû hatin erkdar kirin.
Xerîb Hiso kî ye?
Xerîb Hiso ji gelê Êzdî ye, di sala 1967`an ji dayîk bûye li gundê Qestel Cendo li kantona Efrînê, xwedî malbat e û çar zarokên wî hene.
Pêvajoya xwendinê ya amadeyî û navîn li dibistana gundê xwe xwendiye. Di ciwantiyê de tevlî qada siyasî û rêxistinê bû, herwiha firkir û felsefeya Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.
Xerîb Hiso ji hêla desthilatdariya rêjîma Sûriyê 3 caran hate girtin, cara herî dawî jî di sala 2011`an de bû.
Bi destpêkirina tevgera gelêrî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, roleke giring lîst di çalakiyên şoreşgerî û rêxistinî de weke endamek damezrîner di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de.
Xerîb Hiso roleke giring lîst di damezirandina PYD sala 2003`an, li Helebê weke endamê Desteya Îdarî kar û xebat meşand.
4 salan li Başûrê Kurdistanê nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat û Tevgera Civaka Demokrat kir. Herwiha du dewreyan hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk kir.
Perwîn Yûsif kî ye?
Perwîn Mihemed Emîn Yûsif ji bajarê Dêrikê ye, ya girêdayî kantona Cizîrê, sala 1986`an ji dayik bûye, di malbateke welatparêz, xuşkeke wê bi navê Sînem Emîn hebû, tevlî nava refên Gerîla bibû û di sala 2020`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd Bû.
Perwîn awernameya Peymangeha Bilind a fakulteya Darayî ji zanîngeha Şamê di sala 2010`an de wergirtiye.
Berî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê 2012`an de, wê cihê xwe di nava tevgera ciwanên kurdî de girtibû, piştî şoreşê ji bo çalakiyên famînîst û parstina mafên jinan xebat da meşandin.
Perwîn Yûsif hevserokatiya Meclisa Eyaleta Dêrikê ji sala 2012`an heta 2014`an kir, yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweseriya Demokrat li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di sala 2013`an de beşdarî nivîsandina hevpeymana civakî ya kantona Cizîrê bû. Endamtiya serokatiya meclisa zagonsz a kantona Cizîrê heta dawiya sala 2016`an kir, piştre hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî sala 2017`an kir, herwiha hevseokatiya kantona Qamişlo ji 2018`an heta 2022`an kir.
Di Partiya Yekîtiya Demokratîk de, ji kongreya 9`mîn a partiyê di sala 2022`an de heta kongreya 10`emîn, wek hevseroka nivîsgeha rêxistinê bû.







