Diyana Mistefa/Reqa
Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist.
Doh, bi amadebûna hevserokên desteyê Çand û hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê , Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokên desteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li avahiya navenda Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê civîna xwe ya mehane li dar xistin.
Di civînê de çend xal hatin gotûbêjkirin, ji wan nirxandina geşedanên siyasî yên li herêmê û tevahiya cîhanê, piştre raporên mehane, piroje û kar û xebatên desteyê hatin xwendin û nîqaşkirin.
Ji bo pêşxistina kar û xebatê reşa rêxistin hat nîqaşkirin û hin pêşinyar hatin kirin.
Encamên herê girîng yên civînê wiha ne:
_ Hemehengiya çalakiyên li bajar û navçeyan.
_ Danîna armancên derfetên aborî yên sala 2025’an û parastin û pêşxistina armancên sala 2024’an.
_ Berdewamkirina şopandina şûnwaran.
_ Bilindkirina asta festîval û çalakiyên çandî.
_ Hemehengiya piştgiriya çand û hunerê.






