Ronaz Silêman/Qamişlo
Yekîtiya Ragihandina Azad Li goristan şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo yekemîn salvgera şehîd Seyîd Evran bi bîr anî.
Yekîtiya Ragihandina Azad bi tevlîbûna Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, endamên Ragihandian Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan şagirtên Şehîd Seyîd Evran li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajêr, yekemîn salvgera şehadeta Seyîd Evran bi merasîmekî bibîr anîn. Herwiha di bîranînê de peyama dawî ya Şehîd Seyîd Evran ji aliyê hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cezîrî ve hat xwendin. Herî dawî pirtûka Şehîd Seyîd Evran hat belavkirin.
Berî xwendina peyamê xuleyeke bêdeng li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan a Bajarê Qamişlo Mihyedîn Mihemed salvegera şehadeta Seyîd Evran bibîr xist û wiha got: “Şehîd Seyîd bû mûmayê Ragihandina azad, herwiha ji gelek nifşan re rêya heqîqet û rastiyê nîşan da, di heman demê de li her çar perçeyên Kurdistanê ked û xebateke bê hempa da meşandin. Hertim bi hêz û îradeyeke xurt karî dengê gelê kurd bighîne cîhanê, lewra pêwîste her kesê ku îro roj cihên xwe di nava ragihandina azad de digire li ser vê şopê bimeşe û armanca serkeftinê pêk bîne.”
Naveroka peyamê jî wiha bû:
Di destpêka peyamê de wiha hat gotin: “Îro yekem salvegera Şehadeta Rojnamevan, Nivîskar û Mamosteyê Ragihandinê Seyîd Evran e. Seyîd beriya koça dawî bike Peyamek bi sere navê “Ber Bi Rêwîtiya Dawî ve! Li pey xwe hişt. Di peyama xwe de wiha felsefeya jiyanê rêz dike û dibêje: “Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî, ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn. Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de jî bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyanin. Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin. Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.”
‘Seyîd rastiya erdnîgariya me raxist ber çavan’
Di heman demê de li ser navê Ragihandina azad Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cezîrî wiha got: “Rêhevalê me Seyîd hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe. Bi meşa xwe ya şev û rojan gelek qonaxên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan.
Hevalê Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Çapemeniya Azad bû. Li çar aliyên Kurdistanê bi pênûsa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand. Di salên herî dijwar ên ku li Bakurê Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd zêde dibûn, gund dihatin şewitandin, rojnamevan di nava kolanan de dihatin kuştin, dîsa bi hezaran kesayetên pêşeng dihatin girtin û kuştin de, rêheval Seyîd li gel hevalên xwe bêyî dudilî xebatan dimeşînin û rastî ji cîhanê re ragihand.”
Dilyar Cezîrî axaftina xwe wiha qedan: “Di vê rêya dijwar de çend caran ji aliyê dagirkeran ve tê binçavkirin û girtin. Di çarçoveya erka xwe ya naskirin û ragihandina rastiya welatê xwe de, piştî demekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi pênûsa xwe heqîqata têkoşîna azadiyê vedibêje. Li ser şopa pêşengên xwe yên weke Gurbetelli Ersoz li çiyayên azad bi salan jiyan û têkoşîna gerîla lêkolîn kir û ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand. Di vê çarçoveyê de li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî de jî bi dehan nivîsan dinivîsine û tevkariyek girîng dide arşîva çapemeniya azad. Rêwîtiya xwe ya di vê rê de jî, bi navê “Rêwitiyek Ber Bi Qeraxa Jiyanê ve” dike pirtûk. Dema sala 2012’an li Rojava pêla şoreşê bilind dibe, rêheval Seyîd jî berê xwê dide vê xakê. Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de rolek sereke dilîze. Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya wê ya azad. Herî dawiyê nexweşiya wî dîsa serî hilda û zor li bedena wî kir û mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê Îlonê dilê wî sekinî û ji nava me bar kir.”







