Ayşa Silêman/ Qamişlo
Ji 20’ê Îlona 2024’an û ve helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hemberî hiqûqa mafê hêviyê di nava rojeva raya giştî de cih girt. Li gorî çapemeniyê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku dewleta Tirk hiqûqa Mafê Hêviyê bicih neaniye weke binpêkirina maf nirxandiye û ji Tirkiyeyê xwestiye, gav biavêje. Ji bo vê jî salek dem da Tirkiyeyê. Lê belê dewleta Tirk bi rengekî vekirî pêşî li Rêber Apo digire ku ji vê qanûnê sûdê negire û diyar dike ku dê vê helwesta xwe jî bidomîne. Ji bo ku Rêber Apo sûdê negire, serlêdanên girtiyên din jî tên redkirin û pêşî li sûdwergirtina ji vê qanûnê digirin. Tevî ku helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê yê faşîst, nijadperest û êşkencekar bi vî rengiye, negirtina biryarên pêwîst ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û dem dane Tirkiyeyê paradokseke cidî ye û nêzîkatiyeke nayê qebûlkirine.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME’ê) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê mûebeda giran ê bêyî mafê berdana bişertê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME’ê) qebûl kir. DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. DMME’yê piştre jî ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heman biryar da. Bi ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hêj jî tu gav neavêtiye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo cîbicîkirina biryara DMME’yê di 9’ê tebaxa 2022’yan de serî li Komîteya Wezîran da. Tirkiyeyê jî bersiva serlêdanê da û got: “Mimkin e ku kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bişert werin berdan lê hinek sûcên îstîsnaî ji vê muef hatine girtin.”
4 xalên ku di daxuyaniya KE’ê de hatîn rêzkirin
– Careke din hate bibîrxistin ku divê mekanîzmayek were avakirin ku cezayê muebbeda giran jinûve binirxîne û mercên berdana bişert ava bike. An jî divê ji bo vê tedbîrên pêwîst bên girtin.
– Divê mijarê de heta niha tu pêşketin çênebûne û vê jî rê li ber fikarên mezin vekiriye. Mînakên ji dewletên din hatin bibîrxistin û ji dewletên endam hate xwestin ku ji van tecrûbayan bo xwe ders bigirin û ji bo di demekî nêz de gav avêtin hat teşwîqkirin.
-Careke din bang li rayedaran hate kirin bê ka hejmara kesên cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn û yên bi vî cezayî hêj girtî ne çiqas in.
-Biryar hate dayîn ku vê komê (Koma Gurbanê) di civîna îlona 2025’an de careke din lêkolîn bike. Û heger di çarçoveya vê komê de pirsgirêkên hatine lêkolînkirin demekî dirêj bidomin û pêşketina heyî kêm were dîtin, lê heger pêşketineke ku rê li ber nirxandineke erênî vebike neyê dîtin, ferman da Sekreteryayê ku biryareke navberê amade bike.”
Têkildarî daxuyaniya ku Komîteya Wezîran a KE’ê dayî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got:” Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên qirkirina Kurdan bi cih tîne û tu rêgezên qanûn, exlaq û hiqûqê li ber çavan nagire. Nêzîkatiya wan ya li hember Rêber Apo jî di nav vê çarçoveyê de ye. Him nehiştine ku Rêber Apo ji zagona “Mafê Hêviyê” sûdê werbigire û hem jî li Îmraliyê sîstemeke tam a işkence û qirkirinê tê meşandin. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin sîstema işkence û qirkirinê de tê ragirtin. Ev 4 sal in hemû têkiliyên wî ya bi cîhana derve re di bin navê tecrîda mutleq de hatine qutkirin. Li gel ku rastî ev e, dem dayîna dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ku bi pergala Îmraliyê re sûcê herî giran ê mirovahiyê pêk tîne, di cewhera xwe de telorekirin û rewakirina wê ye. Bendewariya ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew bû ku, bêyî dem daba dewleta Tirk, bixwesta ku gav bavêje. Bi nekirina vê re û dem dayînê re encama helwesteke nediyar derxist holê.
Ev biryar rewabûnê dide sûcên binpêkirina maf
Dewleta Tirk heta roja îro bi desteka ku ji hêzên derve wergirtiye, bi taybetî DYE’yê û dewletên Ewropayê qirkirina Kurdan pêk aniye. Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hat kirin jî bi desteka van hêzan hat kirin. Niha jî, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka DYE’yê, Îsraîl, NATO û dewletên Ewropayê polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan didomîne. Saziyên Ewropayê jî heta roja îro li gorî berpirsyarî û mîsyonên xwe tevnegerîne. Him ji bo bicihanîna her du xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û him jî ji bo pêkanîna hiqûqa gerdûnî helwesteke pêwîst nîşan nedan. Di mijara Kurdan û Rêber Apo de, her çend bi awayekî eşkere dewleta Tirk maf binpêkiriye û sûcên giran pêk aniye jî an bêdeng mane yan jî qels tevgeriyane. Beriya niha jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku Rêber Apo bi awayekî adîl nehatiye darizandin û ji ber vê yekê divê ji nû ve bê darizandin, ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nehat anîn. Lê belê li hemberî vê yekê tiştek nehatiye kirin. Dîsa CPT’yê ji bo ji holê rakirina sûcên zelal û binpêkirinên hiqûqê ku bi xwe tesbîtkiribû tu gav neavêt, her carê bi dem dayîna Tirkiyeyê re li hemberî xwe kete nava nakokiyan û binpêkirin rewa kir. Niha jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nêzîkatiyeke bi heman rengî esas girtiye û dem daye Tirkiyeyê. Lê belê li hemberî binpêkirina mafan ên ku bi awayekî eşkere tê pêkanîn û tecrîda mutleq ku bi tu awayî nayê ravekirin û qebûlkirin, diviyabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tavilê gav biavêta. Diviyabû helwesta wan di vî alî de baya. Di vê wateyê de helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê qelse û binpêkirina mafan a ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, rewa kir.
Dewleta Tirk a qirker-mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dagirkirina Kurdistanê û êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê û gerîlayê azadiyê re, dixwazin komploya navneteweyî bi tecrîda mutleq a li Îmraliyê bidomînin û qirkirina Kurdan li ser vê bingehê pêk bînin. Bi desteka ku ji derve werdigire, mîna ku heta niha kiriye, hewl dide vê bike. Li hemberî sûcên herî mezin ên dîrokê ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de kirine, divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Saziyên Ewropayê bi taybetî Konseya Ewropayê û hemû saziyên xwedî berpirsyarî divê bi vê berpirsyariyê tevbigerin.






