Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê Tebax

16/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Ji çalakiya Erûhê re Egîd-Mahsûm Kormaz wê fermandarî bikira. Ew jî li Bakûr bû û ji bo bicihkirina hêzên HRK’ê dixebitî. Dema ku jêre biryara çalakiyê hat, ew li herêma Çaraxan bû.
Komek biryar û fermana çalakiyê ji bo bigîhînin Egîd birê ketin. Di nav vê komê de Egîd Botî jî hebû:
“Dema hê çalakiyê destpênekiribû, gotin rabin vê biryarê ji heval Egîd re bibin Besta. Em 8 heval çûne devera Besta. Li wê derê me belavoka 15ê Tebaxê radestî Egîd kir. Heval Egîd, bi me re civînek li dar xist û got ji bo 3 roj şûnde amade bin. Dema Egîd biryara çalakiyê girt, dest bi amadekariyan kir. Berê jî amadekariyên wî hebûn. Dest bi kefşê kir. Bi hin kesên ku bawerî bi wan anîbû re ket têkiliyan.
Egîd piştî ku yekîneyên 15ê Tebaxê kom kir, bi xwendina belavokê, HRKê îlan kir. Bi 2 hevalan re derbasî Erûhê bû û li vê derê keşf kir. Li ser maketek 3 rojan tetbîkata çalakiyê kirin.
Ji bo çalakiyê 5 komên êrîşê û 2 komên parastinê hatin avakirin. Fermnadarê koma qereqolê Erdal bû. Alîkarê wî jî Fevzî Aslan bû. Mehmet Sevgat fermandarê koma Lojmanan bû. Mustefa Çîmen jî berpirsyarê koma propagandayê bû. Berpirsyarê koma Bankê jî Botan bû. Kazim Kûlû jî fermandarê koma ku gel li Qehwexaneyan kom bike bû, diviya ku propaganda bike û Pankartan daliqîne. Mûstafa Yondem jî wek cîgirê Egîd hat wezîfedarkirin. Piştî van saeta çalakiyê hat destnîşankirin.
EWROJ….
15 Tebaxa 1984 bû. Li navçeya Erûhê jiyanek normal hebû. Haya tu kesî jê tune bû hin şervanên Kurdan li derdora navçeyê, ji bo guhertina çarenûsa gelek li benda saet 21.00 in.
Û ew dem hat. 15ê Tebaxa 1984an li Erûhê, li dijî zilma dewleta tirk ya salan, deng bi çekan ket.
Çalakî saetek dewam kir. Di 10 deqîqeyan de gihîştin hedefê xwe. Bi tenê koma Bankê bi ser neket. Midurê Bankê dema dengê çekan dibihîze baz dide û xwe vedişêre. Gerîla di demek kurt de hemû navçe girtin bin kontrola xwe. Di aporloyan de belavoka ku berê hatibû amadekirin hat xwendin. 112 leşker dîl hatin girtin û piştî çalakiyê serbest hatin berdan. Hêzên gerîla windahî nedan. Bi tenê bi navê Ferhan gerîlayek ji tiliya xwe sivik birîndar bû. Gelek çek û cebilxane bidest xistin û ji bajêr derketin.
Egîd û hevalên xwe li dû xwe xirbeyek ji dewletê û hêvî baweriyek mezin jî di nav gel de hiştin û çûn.
Hêzên ku tevlî çalakiyan bibûn bi kordîne vekişiyan bargehên xwe.
DORA ROJÊ…..
Dora rojê dengê vê fîşeka yekem li Kurdistan, Tirkiye û li hemû cihanê hat bihîstin. Bi vê çalakiyê hêviyên gel yên ku bi salan bû hatibûn windakirin, ji nû de zindî bûn.
Hemû kadro û rêvebirên PKKê li ber radyoyê li benda encamê çalakiyê bûn. Ew nûçeya ku li bendê bûn, 16’ê Tebaxê jî ji ajansan derbas nebû.
17’ê Tebaxê di BBC de, di nûçeyên şevê de, ew nûçeya li bendê bûn derbas bû. Gelek kesan bi vê nûçeyê çalakî bihîst.
Piştî çalakiya 15ê Tebaxê, medyaya Tirkiyeyê ji bo reşkirina vê çalakiyê dest bi weşanek taybet kir. Li herêmê jî operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Li Kurdistan êdî dem, dema şer bû.
Çalakiya 15ê Tebaxê tirs û xofa ku bi salan di nav Kurdan de hatibû afirandin parçe kir. Hêvî û baweriyên azadiyê da. Piştî 15ê Tebaxê êdî li Kurdistanê hêzên Kurdan ên çekdarî hebûn. Roj bi roj cîwanên Kurdan berê xwe didan çiya û tevlî van refên gerîla dibûn.

Farûq SAKIK

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.