Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sedema qrizê AKP ye

16/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sedema qrizê AKP ye
Share on FacebookShare on Twitter

AKP bi piştgiriya hêzên navneteweyî heye!
Rewşên awarte encamên awarte di afirînin. Darbeya 12’ê İlonê bi angaşta ‘parastina pergala demokratîk’ hatibû li darxistin. AKP bi salane, bi heman sedemê Tirkiyeyê di şert û mercên awarte û yên şer de îdare dike. Encamên derketine holê diyarin. Heya rê û rebazên asayî, siyasetek aştixwaz neyê pejirandin, qeyran, kaos û rewşa awarte bi dawî nabe.
Ji bo Tirkiyeyê di van şertan de bihêlin desthilatdar hertim neyarên navxweyî û yên beyanî di afirîn in. Bê neyar nikarin bijîn. Kurd, ji bo desthilatdaran hertim neyarê sereke yê navxweyî ne. Li gel kurdan tevgera sosyalist neyarekî jênegere. Her wiha dem dem pêwîsti bi neyarên cûda dibînin. Ji bo Kemalîstan; mutedeyîn, oldar li gel kurdan bi navê “ilticayê” neyarê navxweyî bûn. Dem û dewran guherî. Niha AKP li gor konjonktorê neyarên nû di afirîne. Kurd dîsa neyarê sereke ne. Carna Kemalîstan, carna Cemaat, carna derdorên cûda wekî neyar û dijber didin nîşan.
Herwiha wekî jiberkirinek mayîn de neyarên beyanî hertim ji aliyê iktidaran ve tên bikaranîn. Ev gotin û argûman di siyaseta Tirkiyeyê de ji bo desthilatdaran derfetekî zêrîn e. AKP jî ev 16 sale, welatên ku wekî neyarê Tirkiyeyê neda nişan nema. İsraîl, Almanya, Hollanda, Yunanistan, İran, İraq, Suriye, Amerika wekî neyar destnîşankirin. Bi neyariya van welatan AKP’ê girseya xwe hertim zêdetir organîzekir. Rê li pêşiya nerazibûnan girt. Di heman demê de bi vê argumanan partiyên qaşo muxalîf kire şirikê politikayên xwe. Çawa ku bi dijberiya kurd AKP’ê hertim piştgiriya CHP, MHP û partiyên din girt, bi gotina “nayarên Tirkiyeyên ên xerîb” van partiyan li dora xwe komkir. Di rewşên wiha de zimanên van partî û derdoran ji ziman û gotinên AKP’ê cûdatir nîne.
Lê bi rastî di qada navneteweyî û siyaseta realist de cihê dostî û neyariyê tûneye. Tenê berjewendî hene. AKP li gor berjewendiyên xwe hin caran dijberiya xwe ya van welatan derdixe pêş lê hertim bi piştgiriya van welatan hêza xwe didomîne. Têkiliya wî ya bi İsrailê re wisa ye. AKP çiqas dijberiya İsrailê dike ewqas jî têkiliyên xwe bi İsrailê re mezin dike. Li gor Erdogan İsrail “dewleta terorîst” e lê di meseleya Mavî Marmarayê de ji hemû argumûnanên xwe dev berda û dawiya dawî de malbatên kesên ku di Mavî Marmarayê de jiyana xwe dest dan suçdarkir. Di bûyera daxistina balefira Rusyayê de, Rusya wekî şirikê şerê Suriyeyê hate nişandayin niha dostê herî mezin yê AKP’ê Rusyaye. Esad ji aliye AKP’ê ve wekî Serokdewletekî kujer, terorîst dihat nişandayîn, operasyona Efrînê bi erêkirina Rusya, Suriye, İngiltereyê hat li darxistin. Pişt re bi Almanyayê re, bi Hollandayê re, bi İran û İraqê re heman qriz hatin afirandin û pişt re têkiliyên bi xurt û “dostane” bi van welatan re pekanîn.
Niha dora Amerikayê ye. Lê bi rastî Amerika hertim dost û şirikê Erdogan û AKP’ê ye. Dijberiya AKP’ê ya bi van welatan re dijberiyek suni ye. AKP bi piştgiriya van hêzan hate ser kar û hin jî bi piştgiriya van hêzan li ser kar dimîne. Bi van gotinan bi ser pirsgirikên esasî tên girtin, sedemên qrîzê tên veşartin. AKP xwe wekî mexdûr dide nîşan. Sedema vê qrizê Amerika nîne AKP ye.

Tayîp TEMEL

Post Views: 85
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.