Jîn Hisên/ Qamişlo
Ji bo danasîna raya giştî ya gelê Amazîxî bi doza kurdî, fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê insyatîfek hate avakirin. Hate destnîşan kirin ku divê Mandêlayê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin da ku rola xwe di pêkanîna aştî, çareserî û demokrasiyê de bilîze.
Di Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqiya de, ji mijarên ku di lîsteya qedexekirinê de ne, doza hindikahiyên netewî û olî. Bi taybet dema ev hindikahî xwedî dîrokek kevnar bin, weke gelê kurd li rojavayê Asiya û gelê Amazîxî li bakurê Efrîqiya. Du gelên ku dişbihin hev di berxwedanî û qehremaniya li hember asîmîlasyona ku li dijî wan tê kirin. Yekemîn xala ku dighêjin hev ku hatine parvekirin di navebar çend dewletan de. Ev dewlet li ser zordariya her du gelan û ne qebûlkirina nasname, înkarkirina hebûna dîrokî li ser xaka wan û ne îtrafkirina bi mafên wan li hev kirine. Heta niha jî her du gel ji bo vegerandina mafê xwe ji van dewletan şer dikin.
Ji ber ku her du gel heman şert û mercan jiyan dikin, li ser asta rêvebriyan têkilî berdewam in di çend waran de.
Ji bo her du gelan navê ” gelên cêwî” li wan hate kirin, ji ber şert û mercên dîrokî yên wek hev, herwiha rewşa wan ya siyasî. Gelê Emazîxî û kurd heman rewşa siyasî û çandî jiyan dikin. Êşa ku gelê kurd dikşîne ji dûrxistina siyasî û çandî li Îraq, Sûriya, Tirkiyê û Îran, gelê Emazîxî heman êşê dikşîne li bakurê efrîqiya.
Di tevgera Amazîxî de “Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan” hate raghandin
Da ku doza kurdî û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji raya giştî re bê danasîn, 8 rêxistin, partî û hêzên amazîxî ku di nava tevgera Amazîxî de ne, di dîroka 19`ê mehê de roja ( Pêncşemê) daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de avakirina “Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan” ragihandin.
Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat bibîrxistin, û tekez kirin ku ji ber baweriya wan ya bi maf, edalet, mirovahî, rakirina zilmê û yekitiya çarenûsî ya gelên ji bo azadî û demokrasiyê li herêmê tê dikoşe, biryar dan ku însiyatîfekê ava bikin. Armanc ji vê insyatîfê ew e ku ji raya giştî ya amaxîzî pirsgirêka Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bide nasîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber têkiliyên xurt yên di navbera gelê kurd û gelê Amazîxî ev insyatîf hate damezirandin. Tekezî hate kirin ser pêşxistina têkiliyan di navbera her du gelan de.
Di daxuyaniyê de de bal hate kişandin ser mercên dijwar ên ku di ser her du gelan re derbas bûn, binpêkirinên yekalî, hewldanên çewisandina nasname, ziman, çanda resen a her du gelan. Meşa têkoşînê ya ji dehên sala ve dewam dike. Tevî ku di aliyê erdnîgarî de ne nêzî hevin û di dîrokê de rastî hev nehatine, lê navê “gelên cêwî” li her du gelan hatiye kirin. Hate destnîşan kirin ku yê di aliyê zihnî wan tune dike yek e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:” Hate ku gelê Kurd bi salan rastî entegrasyona bi darê zorê, dîaspora, zilm û çewisandinê hat û hê jî êşên vê yekê dikişîne.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser parçekirina gelê kurd û wiha hate diyar kirin:”Gelê Kurd ji aliyê 4 dewletan ve rastî jenosîdê hat. Kurd û welatê Kurdan Kurdistanê hat parçekirin. Rejîmên neteweperest û îslamperest ên li pey hev hatin hebûna vî gelê resen înkar dikin. Dema Kurdên azadîxwaz daxwaza azadiya xwe û komkirina dîasporaya xwe kirin, daxwaza wan bi tundî, çek û her cure şîdet hat bersivandin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kilîta aştiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û derveyî wê li cem “ronakbîr û rêber birêz Abdullah Ocalan e”.
Ramanên bibandor ên Rêber Abdullah Ocalan xizmeta jiyana hevbeş û azadiya jinan dike. Lê mixabin ji 25 salan ve pêkanînên derqanûnî û dermirovî li dijî wî tên meşandin. Ev 3 sal û nîv e desthilata Tirk hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe kirine. Ev pêkanîn qanûnên Tirkiyê bi xwe û tevahî qanûnan binpê kirin e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Înisiyatîfa Amaxîzî ji bo danasîna gelê amazîxî bi pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Abdullah Ocalan, pêkanînên li dijî wî têne kirin, ji bo nasandina ramanên wî dê di qadên çandî, ragihandin, hiqûqî û hunerî de kar bê kirin.
Înisiyatîf dê di heman demê de ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan piştgiriyê bide zextên gel ên li ser rejîma Tirk û dê bi tevahî înisiyatîf û pêngavên navneteweyî yên bi amranca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd di nava têkiliyan de be.
Di dawiya de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bang hat kirin û hate gotin “Divê Mandelayê Kurd Ocalan were azadkirin da ku rola xwe di pêkanîna aştî, çareserî û demokrasiyê de bilîze.”






