Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, endamê PYD’ê Mehmûd Hemê û Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş diyar kirin ku PYD’ê dikarîbû sînorên partiyên kilasîk bişkîne û wek partiyek nûjen li gorî şert û mercên demê civakê birêxistin bike û pêşengtiyê ji sîstema hevserokatiyê re bike.
Di dema ku tevahî partî û rêxistinên heyî, propagandaya bîrdozî û rêgezên dûrî çanda gelê Kurd û yê Sûriyê dikirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ava bû. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e di 20 Îlona 2003’an de hat avakirin û ev 21`sal in bê navber xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî dimeşîne. PYD’ê di nav 21 salan de têkoşînek siyasî di qada Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de, li pey xwe hişt. Bi vê yekê piştgiriya mezin a civaka Kurdistanê, Sûriyê û bi taybetî Rojava qezenc kir. Piştî nirxnadina rewşa li ser erdê, komek rewşenbîr û xebatkaran dîtin ku divê rewş were sererastkirin û ji bo vê jî PYD ava kirin. Bi avabûna PYD’ê re, ramanên rewşenbîrî û ronakbîrî li ser astên civakî, çandî û hişmendî pêkhat. Avabûna PYD’ê di demekê de hat ku herêm derbasî qonaxeke nû dibû. Di wê qonaxê de gelek pêşketinên li ser asta herêmî û navdewletî rû didan. Di wê qonaxê de meşandina rêbazekî şoreşgerî pir girîng bû.
PYD’ê xeta ku ewlehiya gelan diparêze
Ji despêka avabûna PYD’ê û li gel propagandayên reşkirinê li dijî wê, PYD’ê rastî astengiyên giran û mezin hat. Rêjîma Baas bi hemû hovîtiya xwe bi ser endamên partiyên de diçûn, hebûna Kurd qebûl nedikir. Zindan bi xebatkaran tije dikirin. Hêjmarek pêşeng û rêveberên wê bi destê hêzên cuda jî hatin şehîdxistin. Her wiha di sala 2011’an û bi despêkirina aloziya Sûrî re, PYD`ê tevlî TEV-DEM’ê bû û li ser bingeha Neteweya Demokratîk, xeta sêyemîn hilbijartin. Xeta ku ewlehiya gelan diparêze û pêkanîna hevjiyaneke aştiyane navbera hemû pêkhateyan de ye. Ji bo yekîtiya netewî ya civaka Kurdistanê, hertim PYD’ê xwediyê serpereştiyan bû û beşdarî hemû xebatên yekrêziya Kurdî bû.
Derbarê salvegera damezarandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`e, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim, endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk Mehmûd Hemê, Di heman babetê de Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Bekdaş ji rojnameya me re axivîn.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim da zanîn ku hewcedariya gel bi partiyeke siyasî hebû û wiha got: “Beriya avakirina PYD’ê ku di sala 2003’an de, lêgerînên me hebûn û di sala 2003’an de em gihiştin baweriyekê ku pêwîste tevgereke me hebe û hewcedariya civakê jî bi partiyeke siyasî hebû, da ku kar û xebatekî ji bo civakê bide meşandin. Bingeha vê xebatê jî, hişyarîkirin û rêxistinkirina civakê ye, PYD’ê li ser vê bingehê hate damezrand. Tevî ku berê jî civaka me ji xebatên siyasî ne dûr bû, lê ew siyaset bê encam bû, ji bo wê erke PYD’ê ew bû ku civakê komî ser hev bike. Di heman demê de civak hewcedarî perwerdeyeke ku ji hev ne qut be û xwe di milê xwendin û zanînê de pêş bixe, ev yek her tim ji civakê re pêwîst dike. Li kêlek wê jî hişyarkirinên ji bona ku gel çawa xwedî li xwe derkeve û bi ruh û fikirên azad li pêş xwe binêre, da ku mirovên azad bên avakirin, ev jî karekî dawî lê tuneye, ji ber çiqasî ji bo azadiyê bike têrê nakê, lewra têkoşînên me heta niha berdewamin.”
‘Komkirina civakê bi nêzîkbûna hizirên civakê pêk tê’
Salih Muslim eşekere kir ku PYD’ê fedekarî ji bo civakê kir û wiha got: “Li gorî şert û mercên demê jî, me karîbû di sala 2003’an de, civînên xwe çêkin û xwe birêxistin bikin. Her wiha bi destpêkirina serhildana Qamişlo ya ku di sala 2004’an de pêk hat, partiya ku bêtir tê de rol lîstî, PYD’ê bû, her kesî em sûcdar kirin û me jî li gorî wê fadekarî kir, gelek mirovên me şehîd ketin, berxwedanî kirin û heta roja îro jî, dev ji erka xwe bernedan. Di heman demê de ji bo ku mirov karibe civakê giştî komî ser hev bike, beriya her tiştî divê fikirên civakê nêzî hev bikin, ev yek jî pirojeyek jêre pêwîst dikir, lewra piroja niha me derxistiye, piroja Xweseriya Demokratîk e. Ji xwe destpêkê ji bo civak xwe birêve bibe, meclisên xwe hatin avakirin, ew meclisana jî li gorî fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku niha jiyana me li ser tê meşandin, ev yek jî ji sala 2007’an de me dest pê kir, tevî ku şert û mercên wê demê teng bûn, lê karê me di wir de nehat rawestandin. Lê di dema ku hate xwestin, civak bi giştî birêxistinkirîbû.”
‘Rêjîm astengiya herî mezin bû’
Salih Muslim diyar kir ku bi destpêkirina bûyerên li Sûriyê PYD’ê bû pêşeng û wiha got: “Di sala 2011 û 2012’an de dema alûziyê li Sûriyê tevahî dest pê kir, bingehê me yê birêxistinkirî hebû, wê demê me di wir de jî pêşengî kir, weke siloganên dihatin berzkirin, pirojeyên dihatin lidarxisitin û tiştê ku pêwîste bi piratîkî bê kirin me pêk anî, ev jî bawerî li cem civakê da avakirin û li gorî wê tevlî vî karî bûn û kesên ku di wê demê de tevlî me bûn, niha cihê xwe di nav Rêveberiya Xweser de digirin, ev jî kêfxweşiyeke ji bo me ku me tiştek ji bo civaka xwe kiriye. Tevî ku gelek astengî li pêşberî me hatin. Berî her tiştî di destpêka avakirina PYD’ê de Rêjîma Baas hebû, rêjîm astengiya herî mezin bû, çi kesê ku bi PYD’ê re danûsitandin dikir, ew rastî işkenceya rêjîmê dihatin û lêpirsîna wan dihate çêkirin, bi taybet di serhildana 2004’an de, ji zexta rêjîmê tu kesî nediwêrîbû ku bêje ez dostê PYD’ê me. Astengiya din jî, têgiştin, bawerî û zihniyeta gel bû, ji ber ku heta bi gelekî bercewendiyên wî bi wî bide nasîn, demek jêr pêwîst dike, heta niha jî em guhertina zihniyeta hemû pêkhateyan dikin. Her wiha astengiya piştî ku şoreşê dest pê kir jî ewbû, êrişên ji derve yên di aliyê siyasî û leşterî, ji ber bi van êrişan hemû xebatên me di armancê de ne, lewra di herêmî û navnetewî de ev dibûn astengî.”
‘Şaştiyên istiratejîk gel û mirov winda dikin’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim axaftina xwe wiha qedand: “Bangewaziya me ew e ku ev 21 sale em têkoşînê dikin û ev têkoşîn roj bi roj berfireh û mezin dibe, bê guman di hin cihan de pirsgirêk û şaştiyên me derketin, lê heta niha em isbat dikin ku me şaştiyên istiratejîk nekir, ji ber şaştiyên istiratejîk gel û mirov wenda dike, lê siyasetên rêveberiyê me bi xwe danîn, ev jî ji xeta 3’emîne ku îro şoreş giştî xwe pê digire. Em jî hêvî dikin gelê me heqîqetê bibîbe û şerê qirêj ê ku bi riya propaganda li ser me tê kirin, bawer nekin.”
‘Gel bi rengekî sîstemlîk tê perwerdekirin’
Di heman mijarê de Mehmûd Hemê diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê partiyeke siyasî konfedralî û demokratîke û wiha got: “PYD’ê di 20 Îlona 2003`an de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezrandin û ew partiyeke sereke di nav partiyên siyasî yên dijber ên Sûriyê de ye. Her wiha PYD’ê di parastina gelan de ku ne tenê ji bo gelê kurd, lê ji bo Sûriyê giştî, partiyeke sereke bû. Di heman demê de ji aliyê PYD’ê ve, gel bi rengekî sîstemlîk tê perwerdekirin û bingeha wê li ser zimanê dayikê, pergala Neteweya Demokratîk, jiyaneke hevbeş, pêkanîn pergala hevserokatiyê û azadiya jin hat girtin. Ya girîng jî avakirina civakeke ekolojîk, exlaqî û polîtîk e.”
Yekirina partiyên kurdî
Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Mehmûd Hemê axaftina xwe wiha qedand: “Di van salên dûr û dirêj de gelek kelem û astengî li pêşberî me derketin, yek jî neqebûlkirina navnetewî ji pirojeya Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha me jî gelek hewldan kirin, ji bo lidarxistina kongirekî netewî, lê ew jî nehat kirin, ji ber gelek pirsgirêk hebûn, lê dîsa jî hewldanên me hene ku em vî kongirê netewî li dar bixin û hevdîtina bi hemû partiyên kurdî re bê kirin, da ku yekirina partiyên kurd û gelên kurd li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê bê avakirin.”
‘PYD`ê pêşengtiya sîstema hevserokatiyê kir’
Di heman babetê de Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Bekdaş anî ziman ku ew 22’emîn salvegera partiyê pêşwazî dikin û wiha got: “Ev 21 salin ji ked, têkoşîn, berxwedan û şehadet. Her wiha gelek nirxên giranbuha di damezrandina partiyê de hatin dayîn û em wan şehîdan bi bejneke tewandî bi bîr tînin. PYD’ê ji destpêka şoreşê û heta niha roleke pêşeng û mezin lîst, da ku karîbe li gorî her qonaxê bibe bersiv. Û dikarîbû di hundirê Sûriyê de û di nava xwe de perensîbê demokratîk bigire. PYD’ê perensîbê xwe li ser bingehê azadî, wekhevî û têkoşîna jinê ya li hemberî hemû hişmendiyên ku hemû cûreyên tûndiyê li ser jinê pêk tîne, ava bike. Her wiha yekemîn partî bû ku pêşengtiya sîstemên hevserokatî kir û ev yek bûye bingeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê de ku wek pergalekî nû şêwazê birêvebirinê di Rojhilata Navîn û cîhanê de tê pejirandin.
Di heman demê de, yek ji têkoşînên me yên sereke, beşdarbûna jin di nava siyaseta demokratîk de. Û wekî tê zanîn ji serê sedî 50 di nava meclisên partî giştî de jin heye, lê tevî wê jî di sala 2018`an de Meclisa jin a taybet di hundirê partiyê de hat avakirin û qotmîteyên xwe yên dibolomasî, perwerdê, rêxistinî û abûrî hene, ev jî gaveke serkeftî bû ku jin di aliyê siyasî de hîn bêtir bi rol û misyona xwe bilîze û pêşengtiyê ji partiyê re bike. PYD’ê dikarîbû rewşa partiyên kilasîk bişkîne û wek partiyek nûjen li gorî şert û mercên demê civakê birxistin bike. Tevî ku
rojane di asta Rojhilata Navîn de guhertin çêdibin, lê ji ber ku PYD’ê xwedî proje û kede û hêzê karîbû destkeftiyên heyî biparêz e.”









