Li Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî ya Reqayê 185 Şervanan perwerdeya xwe yê Erka xweparastinê ya navê Şehîd Huzeyfa El Elî û Baz Kobanê bi meresîmekî bi dawî bû.
Diyana Mistefa/Reqa
Bi boneya bidawîbûna Prwerdeya 185 şervanên Erka Xweparastinê li Akademiya şehîd Ehmed Alelî ya Reqayê, bi beşdarbûna rûsipiyên herêmê, saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Reqayê meresîmeke leşkerî hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir.
Piştre Rêveberiyê Akadimiyên Firatê Elî Ehmed Umer axivî û got: “Li ser navê min û li ser navê rêveberiya akademiyên herêma Firatê ya Hêzên Erka
Xweparastinê, em bi xêrhatina hemû beşdarên ji hemû saziyên sivîl û leşkerî dikin, dawîbûna perwerdeyê li we pîroz dikin.
Ev perwerde yê ku navê şehîd Baz Kobanî û şehîd Huzeyfe El-Elî ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, tê wateya domandina şopa şehîdan û pêkanína armanca wan ya parastina xaka welat.”
Elî Ehmed Umer wiha axaftina xwe qedand: “Em.tevahita şehîdên xwe bi bîrtîtin, em ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin û ji bo rêberê me Rêberê netewa demokratîk Rêber Abdullah Ocalan azadî.”






