Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ʹEm di helwesta xwe ya çareserkirina kirîza Sûriyeyê de bi îsrar inʹ

19/09/2024
in NÛÇE
A A
ʹEm di helwesta xwe ya çareserkirina kirîza Sûriyeyê de bi îsrar inʹ
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku ji bilî diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî û li gorî biryara 2254ʹan krîza Sûriyeyê çareser nabe.

Diyana Mistefa/Reqa

Di çarçoveya bernameya ku hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo lidarxistina civîn û hevdîtinên bi gel re daniye de, Partiya Sûriya Pêşerojê li avahiya Meclisa Gel a Bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê civînek li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî li tevahî herêmê hat şîrovekirin.

Di civînê de rûspiyên eşîran, endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û şênî beşdar bûn. Hevserokê partiyê Ebid Hamid Mehbaş rewşa siyasî ya herêmê bi giştî şîrove kir û bal kişand ser geşedanên leşkerî, siyasî û aloziyên di navbera aliyên navneteweyî de yên li Rojhilata Navîn.

Mehbaş wiha domand: “Bi sedema destwerdanên derve û aliyên hewl dide hegemoniya xwe li ser Rojhilata Navîn ferz bikin, krîza Sûriyeyê dirêj bû. Ya ku rê li ber van destwerdanan vekiriye hikumeta Şamê ya serhişk e, ji ber ku red kir ku dev ji desthilatê berde”.

Mehbaş diyar kir ku ev îsrara hikumeta Şamê û redkirina hemû însiyatîfên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser û yên bi rêya biryara 2254, heta niha didome.

Di dawiya axaftina xwe de Mehbaş destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê di helwesta xwe ya piştgiriya biyannameya Rêveberiya Xweser a çareseriya krîza Sûriyeyê de bi îsrar e û got: “Em ê têkoşînê di hemû astên rêveberî û siyasî de ji bo misogerkirina çareseriya aştiyane bi rêya diyalogê û danûstandinê, bidomînin.”

Piştre beşdaran piştgirî da helwesta partiyê û diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê li dijî destwerdanên derve hevgirtî bin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.