Di civîna nivîsgehên astengdaran a kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin ji bo piştgiriya astengdaran ew ê bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî projeyên perwerdê û bernameyan vekin.
Diyana Mistafa/Reqa
Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola civînan a avahiya desteyê ya Reqayê ji bo şîrovekirina mekanîzmaya xebata nivîsgehên astengdaran li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist.
Di civînê de hevseroketiya desteyê, cîgirên hevseroketiyê, Desteyên Kar û Barên Civakî yên kantonan û nivîsgehên astengdaran ên di nav desteyan de, beşdar bûn.
Di civînê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Meryem Îbrahîm axivî û got: “Em îro bi nivîsgehên astengdaran re ji bo şîrovekirina mekanîzmaya xebatê civîn. Me berê daxuyaniyek li gorî sinifandina sûriyeyî ya taybet bi astengdaran li gorî tabloya me ji kantonan re şandiye û avakirina komîteyeke tibî ya taybet bi keşfkirina astengdaran dabû.”
Meryem wiha domand: “Li hin kantonan komîteyên tibî bi xwespartina li 2 bendan nehatin avakirin. Benda yekemîn; astengiya tevgerî ye, (di nav xwe de astengiya dest û ling û felcbûnê dihewîne) û benda duyemîn jî astengiya zihnî ye, (ew jî di nav xwe de tevliheviya mezin û sendroma down in). Dê komîteyên taybet ji bo wan werin avakirin û piştre komîteyên tibî li kantonên nehatine avakirin, werin avakirin.”
Piştre beşdaran axivî û bal kişand ser zehmetiyên ku li pêşiya nivîsgehan derdikevin, wek nûkirina kartên kevin, hêsankirina mijarên girêdayî astengdaran, dabînkirina kursiyên kehrebê.
Di nîqaşan de hat gotin divê tevahî piştgirî ji astengdaran re bên dayîn.
Meryem Îbrahîm diyar kir ku karên ji astengdaran re tên pêşkêşkirin, ji zêdetirî madî manewî ye, her wiha dê hin kartên nû ji bo wan werin derxistin.
Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û rêxistinên navneteweyî bi rêya internetê projeyan li dar bixin û
bingeheke agahiyan jî amade bikin. Bi vî awayî wê piştre piştgiriya wan bê kirin derbasî nav civakê bikin û cihê xwe di saziyan û qadên din de bigirin.






