Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagirkeriya Tirk zagonan bin pê dike, çima rêxistinên mirovî bêdng in?’

17/09/2024
in NÛÇE
A A
‘Dagirkeriya Tirk zagonan bin pê dike, çima rêxistinên mirovî bêdng in?’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Siyasetmedarên jin û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan zanîn ku dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistan û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û zagonên cîhanî bin pê dike. Herwiha hêzên navdewletî, rêxistinên parastina mafên mirovan ji vê yekê bêdeng in, gelo çima çavê xwe ji kirayrên wiha digirin?

Êrişên dagirkeriay Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî Başûrê Kurdistanê her û her didomin. Bi armanca meşandina siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelên herêm, bi taybet li ser gelê kurd dimeşîne, hemû cureyên kiryarên bê mirovî dike. Ev siyaset jî bingeha xwe ji pilana Mîsaqa Millî ya ku di 1920’an de ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hat destpêkirin, digire.

Li ser vê pilanê jî soz hat dayîn ku pêwîste deverên weke Heleb, Mûsil û Kerkûkê dîse bikevin bin dagirkeriya Impratoriya Osmanî(Tirkiya hemdem). Herwiha piştî serkeftina AKP û MHP’ê di hilbijartinê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de û sedsaliya Peymana Lozanê, pilanên dagirkeriyê û êriş li ser Başûrê Kurdistanê, hem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirtir bûn.  Ji destpêka sala 2024’an heta roja îro ve dewleta Tirk bi sedên caran êrişî Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirye. Di encamê de bi dehean ji gelên herêmê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Têkildarî heman mijarê siyasetmedar û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojnameya me re axivîn.

‘Bi awayekî hovane kiryarên dagirkeriya Tirk tên pêkanîn’

Parêzer Azad Ebdê da zanîn ku bi dewleta Tirk a dagirker di derheqê gelên herêmê de kiryarên hovane pêk tîne û wiha got: “Di serî de li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, wekî din jî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên me tên hedefgirtin. Çi devereke ku gelê kurd lê heye, dewleta Tirk êriş dike. Herwiha di derheqê kesên sivîl de komkujiyan pêk tîne, di heman demê de binesaziya wê dirûxîne. Li Efrînê qirkirina xwezayî pêk tîne, li Heskê stasiyona Elokê gelek caran kiriye armanca êrişên xwe. Li tevahiya herêmên dagirkirî siyaseta guhertina demografîk li ser gelê kurd dide meşandin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li Şengalê jî êrişî civaka Îzîdî dike hedef û li Başûrê Kurdistanê jî pilangêriyeke dagirkeriyê jî dide meşandin. ”

‘Divê rêxistinên mirovî yên mafê mirovan bi erkê xwe rabin’

Parêzer Azad Ebdê diyar kir ku rêxistinên parastina mafên mirovan ji bo parastina gelan xwe bêerk dibînin û bi vî awayî axivî: “Êriş û kiriyanên dagirkeriya Tirk li ser herêmê ji her kesî re êdî aşkere ye. Ev dagirkerî bi serbestî êrişên xwe li ser herêmê pêk tîne, li vir bi hebûna hêzên navdewletî, weke Rûsiya û Amerîka, li Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya hikumeta Îraqê. Wekî em dizanin li gorî zagonên cîhanî çênabe ti dewlet êrişî dewleteke din bike û destwerdanê di hundirê wê dewletê de bike. Lê em dibînin ku li herêma Baku û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê zagonên cîhanî bin pê dike. Lewma jî em bangî rêxistinên parstina mafê mirovan yên cîhanî dikin ku li hemberî kiriyarên xerab ên dewleta Tirk bêdeng nemînin û bi erkê xwe rabin.”

‘Em civakeke aştîxwaz in’

Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Xebat Beşîr anî ser ziman ku gelên herêm bi taybet gelê kurd yên ku ramanên rêber Apo nas kiriye, gelên aştîxwaz û doza azadiyê dikin û wiha domand: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re em weke gelê kurd rabûn ser piyan û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ev yek jî bi saya şehîdan û Rêber Apo bû. Di roja îro de jî destkeftiyên bi nirx gihaştine ber destên me, lê hertim dewleta Tirk jinan û civakê dike armanca xwe. Nimûna herî dawî ji êrişan, hedefgirtina jin û kurê wê li Qamişlo bû. Li li vir, çi deverên dagirkirî û çi deverên din, an jî Başûrê Kurdistanê bi awayekî rojane jin, şoreşger û kesên sivîl tên hedefgirtin. Di rastiyê de em weke gelê kurd û her civakeke ku çêja ramanê Rêbertî kiribe ew civakeke aştîxwaz e.”

 ‘Rêxistinên mafê mirvan ti maf ji bo gelê kurd neparastiye’

Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo, Xebat Beşîr anî bilêvkirin ku rêxistinên mafên mirovan ti maf ji bo gelê kurd neparastine û wiha pê de çê: “Pirsa êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi giştî li gel bêdengiya cîhanê hertim di serê me de dizivire. Gelo çima ewqasî dagirkeriya Tirk jin, zarok, ciwan, kal û pîrên me hedef digire û hêzên navdewletî, rêxistinên parastina mafên mirovan li hember van kiryaran nasekine. Bi awayî em tê tekezkirin ku ev hêz û rêxistinên cîhanî yên mirovî ti mafê gelê kurd neparastine û di milê êrişên dagirkeriya Tirk ve xwe bêdeng dikn. Lê baweriya me bi hêza me ya QSD’ê heye, ew hertim li dijî pilanên dagirkeriya Tirk bi ser dikevin û bi berxwedaniyeke mezin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin. Li aliyê din jî gelê me yê ku bêhna azadiyê kiriye, ti car serê xwe ji dagirkeriyê re natewîne, lê belê bi vîn û hêza xwe têkoşînê didomîne. Ji ber ku me tevan bedelên mezin dane, me bi hezaran şehîd dane. Lewma jî em ê li welatê xwe bijîn, hertim dozdarên azadî û aştiyê bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.