Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, li Efrîna dagirkirî sûcên dijmirovî dewam dikin. Di 15’ê Îlonê de koma çete ya bi navê El-Emşat li gundê Kaxrê yê navçeya Mabata jin û hemwelatiyên gund gulebaran kirin.
Zana Roj/ Şehba
Herêma Efrînê ya ku ji 7 salan ve ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çeteyan ve hatiye dagirkirin, ji 7 salan ve gelê resen yê Efrînê di nava dujehê de jiyan dike. Komên çeteyan dest danîne ser hemû milk û malên gelê resen û gel di bin zexta dagirkeriyê de li hember vê yekê mecbûr dimîne ku bê deng be. Ji 7 salan ve kuştin, revandin, desteserkirin, tecawîzkirin, bace ferizkirin û guhartina demografîk tê kirin.
Di berdewamiya tawanên ku rojane li ser gelê Efrînê diqewimin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve, çeteyan pereyên zêde ji cotkarên zeytûnan ên gundê Kaxarê yê navçeya Mabata ya bajarê Efrînê yê dagirkirî stendin û dest danîn ser hemû mal û milkên kesên ku ne di Efrînê de ne. Herwiha ji ber ku bacên ku li ser wan hatiye ferzkirin nedane, şênî hatine gulebarankirin.
Li hember van kiryarên binpêkirinê di 15’ê Îlona 2024 an gelek jin ji bo şermezarkirina vê yekê derketin xwepêşandanekê, di dema xwepêşandanê de koma çete ya Tirkmen El-Emşat êrîşî xwepêşanderan kir, gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de bi dehan jin û mêrên gund birîndar bûn.
Di Efrînê de jiyan tê fetisandin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, zêdetirî bîst jin birîndar bûne, û bi dehan xort û mêrên gund hatine girtin. Navên birîndaran wiha ne: Cîhan Îso, Hesen Reşîd Îso, Necah Jabo, Zemzem Mistefa, Henîfe Abbo, Eyşe Abdo, Sedîqa Henan, navên kesên ku hatine revandin jî wiha ne: Îdrîs Hac Elî Ebû û Reşîd Henan.
Her wiha birîndar ji bo nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Efrînê hatin veguhestin û ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve dorpêçeke ewlehiyê hate danîn û rê nade kes derbasî nexweşxaneyê bibe.
Çavkaniyên ji hundirê gund jî bi rêya tomareke dengî ragihandin ku çekdaran bi temamî li ser gund qedexe kirine û bi zêdetirî 20 otombîlên leşkerî û endaman ketine dewriyeyan û girtin û revandin berdewam e. Herwiha xwepêşandan hê jî berdewam dikin. Lê agahî ji gund qut bû, di encamê de Firqeya El-Emşat bi zanebûn înternet ji herêmê qut kir û gund ji her alî ve dorpêç kir.
`Divê raya giştî bêdeng nemîne’
Têkildarî vê mijarê yek ji berpirsên Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye Zeyneb Silêman ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Bajarê Efrînê di bin bêdengiyeke navnetewî de tê tawan û dagirkirin. Sûcên ku di Efrînê de dibin sûcên dij mirovî ne û divê rêxistinên navneyewî û raya giştî li hember vê yekê bêdeng nemîne. Bûyera ku li Kaxrê hatiye rûdan ne ya yekemîne, ji 7 salan ve ev kiryar û sûc têne kirin. Êdî gelê Efrînê bi van xwepêşandanan gihîştiye lûtkeya bêdengiyê û ev biryarên vê dawiyê bû sedem ku gel serî li hember vê yekê rake, me dît ku çawa gel serî rakir û sûcên dagirkeriyê qebûl nekirin, yekser komên çeteyan mirovên temen mezin gulebarankirin û lêdan li wan kirin. ev yek têrkere ku raya giştî li hember van kiryaran bêdeng nemîne û destwerdanê li rewşa ku di Efrînê de diqewime bike.”






