Reşo Mihemed/ Qamişlo
Kongira Star a bajarê Qamişlo, bi armanca şermezarkirina kiryarên ku li ser jinan ên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê pêkanîn, daxuyaniyek da.
Îro Kongra Star bi daxuyaniyekê kiriyarên hedefgirtina ku di derheqê jin, zarok û ciwanan de yên li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tên meşandin, şermezar kir.
Daxuyanî bi zimanê kurdî bû û gelek tevgerên jinan, koçberên Efrîn, TEV-DEM û saziyên Rêveberiya Xeweser tevlî bûn, herwiha li çerxêreya Efrînê hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de Kongra Star bal kişand li ser xeteriya daxwazên dagirkeriya Tirkiyê yên osmanî ji bo dagikrina Kurdistanê û wiha got: “Careke din dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji hemû cîhanê re tekez kir, ku bi hemû rêbazan şerên qirêj û hovane li ser gelê kurd dide meşandin bi mebesta qirkirin û tunekirina vî gelê ku bi sedên salan di bin sîstemên dagirker, faşîst, qirker, kepetelîst ku li ser tunekirina gelan xwe didin jiyankirin û bi taybet di vê sedsalê de ku dixwazin bi destên dewleta Tirk a hov bercewnendiyên xwe pêk bînin herwiha ev dagirkerî jî dixwaze xewin û xeyalên xwe bi vejînkirina dewleta Osmanî careke din ji nû ve vejîn bike û Kurdistanê bi temamî dagir bike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de pêkanîna kiryarên xerab ên komên çete û dewleta Tirk di derheqê jin û civakê de wiha hatin destnîşankirin: “Ji destpêka Şeoreşa Rojava ve bi maskên cuda û di bin navên mîna Cebhet Elnseura, Ehrara Elşam û çeteyên DAIŞ’ê di sala 2018 û 2019’an de bi ruyê xwe yê rast û bi hevkariya dewletên hegemonîk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û bi rêbazên xwe yên qirêj dest bi guhertina demografî, ziman. Çand, talan kir, şûnwarên ku nasnameya gelê kurd bû li gel wê xirakirina xwezayê û jêkirina darên zeytûnê û wêrankirina civakê, gel di hemû hêlan de, li hêleke din revandin, tecawizkirin û bi hemû rêbazan pêkanîna tundiyê li ser jinan dide meşandin. Di heman demê de firotina mal, dar û xwestina baca bi hezarê dolaran ji nişteciyên ku bi sedê salan li ser vê xakê jiyan kirine. Lewma li hemberî van kiryarên ên dûrî pîvanên mirovahiyê û zagonên mafên mirovan, gelê Efrîn daketin qadan û li dijî dagirkeriyê serî hiladn. Lê belê dewleta Tirkî faşîst hemû hovîtiya xwe herî dawî li gundê Kaxirê di riya çeteyên bi navê Elmşat derxist holê bi êrişên xwe yên hov li ser zarok, jin û ciwanên Efrînê ku heta niha gelek birîndar hene û piraniya wan jin û zarok in, komkujiyek pêk anî. Ev kiryarên qirêj ne tenê li Efrîn lê belê li Serêkaniyê, Girêspî, kampa Ristem Cûdî ya ku her tim di bin êriş, gef û dorpêçkirinê de ye.”
Herî dawî Kongra Star a Qamişlo kiryarên ku li ser jinan tê kirin şermezar kir, bang li jinên azadî xwaz kir ku têkoşînê mezin bikin û wiha domand: “Mixabin hemû kiryar di bin çavdêriya DNY’ê de û qaşo rêxistinên mafên mirovan pêk tê, bê ku tu bertek ji wan dernakeve. Ev jî tê wateya ku ev hêz û sîstem hevkarên vê siyaseta qirkirin û talankirinê ne. Ji ber vê em wekî rêxistina jin Kongira Star van êrîş û nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin û bangewaziya gelên xwe dikin di serî de jin û ciwan ku hevgirtinekê û yekîtiyekê ava bikin da ku bibin hêz û îrade li hemebr sîstemên desthilatdar û qirker, em wekî rêxistina jin di Rojavayê Kurdistanê de, ti carî ji xeta berxwedan û tekoşînê gavan bi paş de neavêjin lê belê bi îrade, bi idîa, bi israr û bi hemû hêza xwe û bi zihniyeta jina azad em ê xeta berxwedan û tekoşînê li hember siyasetên zayendperest, netewperest û olperest bilind bikin. Heya ku ne tenê jinên di herêmên dagirkirî de azad bibin lê belê hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê azad û rizgar bibin û şoreşa Jin Jiyan Azadî bibie kilîta rizgariya jin û civakê ji sîstemên zayendperest.”






