Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê 2’emîn Konfansa xwe li dar xist

14/09/2024
in NÛÇE
A A
Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê 2’emîn Konfansa xwe li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa / Reqa

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşmeya “Têkoşîna me misogerkirina şoreşa jinê û avakirina Sûriyeke demokratîk e” 2’emîn Konfransa xwe li kantona Reqayê lidar xist.

Di konferansê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka sivîl, meclîsên gel, Meclîsa Rêveber, Partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin û Mala Birîndaran amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê Şehîdan dest pê kir.

Piştî wê Berdevka Ofîsa Jinan a kantona  Reqayê Xedîce El Cerf bixêrhatina beşdaran kir û got: “Bi diruşmeya”têkoşîna me misogerkirina şoreşa jinê û avakirina Sûriyeke demokratîk e”, bi baweriya bi vê dirûşmê, tevî hemû  astengiyên li pêşiya me em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Piştî wê perspektîfên siyasî û rêxistinî ji aliyê endama Meclîsa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê  Senai El Yûsif ve hate xwendin.

Senai El Yûsif wiha got: “Dinya di demekê de ku hin hêzên herêmî û navneteweyî li hev hatine û rewşa aloziyê, di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de, bi gelek geşedan û guhertinên siyasî re, rûbirûyê nakokiyên mezin dibe. Tiştê ku îro cîhan dibîne şerê cîhanê yê sêyemîn e, ku bi gelek taybetmendiyên xwe ji şerê cîhanê yê yekem û duyemîn cûda dibe, ji ber ku ew şerek e ji bo têkoşîna berfirehkirina bandorê di navbera hêzên curbecur ên hegemonyaya kapîtalîst di çarçoveya avakirina Rojhilata Navîn ji nû ve.  Di heman demê de ev şer xwe dispêre kaos û nezelaliyê di hemû dîmenên siyasî de, bi mebesta radestkirina hêzên demokratîk ên çalak û hemû beşên civakê û bi vî awayî dibe sedema kûrbûna qeyranên li cîhanê. Modela netew-dewletê, qazanca herî zêde û îndustriyalîzmê ne ku weke şovalyeyên dawî yên cîhanê ne û ji bo wan çareseriya alternatîf a herî guncaw sîstema modernîteya demokratîk e.”

Piştî xwendina perspektîfan, derfeta nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin da ku xebatên jinan di Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya du salên borî de binirxînin.

Di dawiya konfransê de 23 endamên Meclîsa Jinan hatin hilbijartin û berdevka nû ya jinan û cîgirê wê hatin hilbijartin.

Di konferansê de pêşniyarên hatin kirin wiha ne:

1_ Belavkirina bîr û raman û armancên hizbî û bihêzkirina jinan di warê siyasî de.

2_ Rêxistin û aktîvkirina jinên ciwan weke hêzeke bingehîn ji bo pêşxistina civakê.

3- Bihêzkirina bernameyên geşepêdanê û piştgirîkirina pirojeyên aborî ji bo pêşdebirina rewşa jinên bihêz.

4_ Zêdekirina serdan li gund û bajarokan da ku bingeheke girseyî ya jinan hebe.

5_ Xebat ji bo pêşxistina ramana demokratîk û azadîxwaz di civakê de û rûbirûbûna zihniyeta mêranî.

6_ Rêkxistina civînên jinan yên berfireh ji bo zelalkirina pêşhatên siyasî.

7_ Tevlî perwerdeyên girtî û vekirî ji bo hemû endamên jin ên Encûmenê ji bo amadekirina kadroyên partiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.