Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çûna Şanda MSD’ê ya Şamê Erêniye; Lê Têra Çareseriyê Nake

15/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çûna Şanda MSD’ê ya Şamê Erêniye; Lê Têra Çareseriyê Nake
Share on FacebookShare on Twitter

Serdana Şanda MSD’ê ku ji bo hevdîtinan, di 26’ê tîrmehê de derbasî peytexta Sûriye Şamê bû. Ev nêzî 20 rojin di ser serdanê de derbas bû, lê heta niha ne ji şanda MSD’ê û ne jî, ji rêveberiya Şamê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke zelal tuneye.

Weke rêgez dibe ku di şert û mercên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ya tê de derbas dibe de, diyalogeke Sûriye navxweyî gengaz be. Lê beranberê pêşketinên siyasî yên dervehî vîna rêveberiya Sûriye û MSD’ê pêş dikeve, hevdîtin tenê têr nake. Dibe ku weke destpêk ev hevdîtina MSD’ê û rejîma Sûriyê erênî bê nirxandin û xwedî girîngiyekê be, lê bi gelemperî gaveke kêm û dereng maye.

 

Lê ji bo ev diyalog weke ji aliyê civakê ve tê hêvîkirin, divê nêrînên civakê û xalên dibin mijara nîqaşê jî baldarî hebe. Ji van xalên dibin mijara nîqaşa civakê û gel wiha ne:

Ji bo hevdîtin encam bigire, divê aliyên MSD’ê van xalan berçav bigire; yekemîn divê aliyê sêyemîn weke çavdêr beşdarî hevdîtinan bibe. Ev çavdêr divê ji welatê sêyemîn bi razîkirina her du aliyan û bi erêkirina Neteweyê Yekbûyî (NY) be. Duyemîn; di çerçoveya civîna 2015’an de ya opozîsyona Sûriyê li Qahirê ya Misrê ne navendbûna Sûriyê were pesendkirin. Helbet tenê ne navendbûna îdarî têrê nake, divê ne navendbûna siyasî jî yek ji mijarên nîqaşê be di navbêra her du aliyan de. Sêyemîn erdnîgariya ku hatiye dagirkirin ji aliyê dewleta tirk ve (Idlib, Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Marêî û Bab). Rizgarkirina van herêman bibe mijara sereke ya her du aliyan û ne tenê di warê leşkerî, her wiha di qadên navneteweyî weke mijareke dîplomasî û siyasî jî li ser karkirin. Çaremîn; reşnivîsa destûra ku ji aliyê Rûsiya ve hatiye amadekirin. Bi qasî mafên netewan piştguhkirî, hineke din jî li ser navendbûna Sûriyê rawestiya ye.

 

Di berdewamiya diyaloga MSD’ê û rayedarên Şamê de, divê ev destûr bê redkirin. Bêguman di nava civakê de gelek xal û mijarên weke wan tê nîqaşkirin. Ev 4 xalê sereke weke rênîşaniyeke civaka bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li ber çavgirtin, tê wateya mîsogerkirina Sûriyeke demokratîk û Rojavayek azad.

Lê mixabin derbarê vê de, bêdengiya rayedarên rejîma Sûriyê cihê gumanê ye. Rejîma ku li ser bingeha netewperestiyê hatiye avakirin, xwedî xisleteke wiha ye ku tu carî hêzeke derveyî xwe qebul nake. Nexasim ger ev hêz kurd bin. Ger di demeke wiha de şanda MSD’ê qebul kiribe jî, ev yek ji pêwîstiyeke wê ya demê pêk hatiye.

Dîsa di vê mijarî de, Rêveberiya Xweser û MSD7ê bi xwe, ji derveyê daxuyaniya çûna şanda MSD’ê ya Şamê tu daxuyaniyek din derneket.

Di heman derbarî de, dezgehên ragihandinê yên heremî û navneteweyî daxuyaniyên li ser navê rayedarên TEV-DEM’ê û MSD’ê ji aliyekî û li ser navê rêveberiya Şamê ji aliyê din ve dinin û destnîşan dikin ku her du aliyan lihevkirine û komîteyeke hevbeş hatiye avakirin û di rojên pêş de wê diyalogên di navbêra her du aliyan bi awayekî fermî bê dest pê kirin.

Hêjayê gotinê ye, pêngaveke wiha di insiyatîfa MSD’ê destpêkirin cihê şanaziyê ye.

Ji ber di demek ku hemû aliyan berê xwe daye civînên navneteweyî yên mîna Asîtana, Riyad û Cinevê, însiyatîfeke navxweyî wek gaveke erênî ye. Weke destpêk, li bajarê Reqayê forum-diyalog ê bi navê “Diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî” û piştre jî çûna şanda MSD’ê ya Şamê, gaveke di cih de û girîng e. Pêşxistina diyalogên wiha di berjewendiyê tevahî civaka Sûriyê de ye û gaveke ber bi Netewa Demokratîk ve ye. Çendî diyalog û hevdîtinên navxweyî pêş bikevin ewqas jî rê li ber mudaxeleyên derve tê girtin û mîsoger pirsgirêk tên çareserkirin. Ev jî hêvî û temeniya hemû hemwelatiyên Sûriyê yên ku 7 salên ji kuştin û koçberiyê li pey xwe hiştiye ye.

 

Ednan MISTEFA

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.