Rojnameya Ronahî

Li Reqayê goreke komî ya din hate dîtin

Rêxistina “Şebab Oksejîn” li nêzê dîwarê El-Reşîd li navenda bajarê Reqayê goreke komî dît ku cenazeyên 8 çeteyên DAIŞ`ê tê de hatine veşartin.
Dema ku rêxistina Şebab Oksejîn li nêzî dîwarên El-Reşîd kar û xebatên paqijiyê dewam dikirin, li wê derê goreke komî hate dîtin ku di hundirê wê de cenazeyên 8 çeteyên DAIŞ`ê hene.
Tîma destwerdanên destpêkê berê xwe da cihê gorê û cenazeyên çeteyan derxistin.