Hemza Sêvo/Qamişlo
Lîstikvanê şetrencê Ebdilrehman Umer diyar kir ku ew beriya 40 salî bi şetrencê dilîze. Herwiha Umer da zanîn ku Lîstika Kişikê ji bo wî jiyan e û da ku mirov fêrî wê bibe pêwîst e aqilmend, xwedî sebr û vîneke xurt be.
Ew lîstikeke werzîşî ye ku li ser tabloyeke ji 64 çargoşeyên reş û spî pêk tê, tê lîstin. Du lîstikvan li dijî hev bi kişikê dilîzin û her yek ji wan lîstikvanan 16 parçe hene, 8 leşker, 2 keleh, 2 hesp, 2 fîl, wezîrek an jî padîşaheke jin û padîşahekî mêr.
Her lîstikvanek perçeyên lîstikvanê din kontrol dike. Armanca lîstikê ew e ku padîşah bixe xefikê da ku ew nikaribe bireve, ji ber vê yekê lîstik di wê xalê de bi dawî dibe. Ew lîstikeke girêdayî hişmendî û pendeweriya xurt e û pêwîste lîstikvan pilanên stratîjîk bi kar bîne ji bo ku bi ser bikeve.
Lîstika Kişikê kevnar e, dîrok û kesê ku kişik saz û çêkiriye tam nayê zanîn, lê piraniya lêkolînên dîrokî dibêjin ku bingeha derketina Şrtrencê ji Hindê derketiye û belavîcîhanê bûye. Di heman demê de jî bi dirêjahiya dîrokê heya roja îro Kişik hem bi teşe û hem jî bi awayê bikaranîna wê hatiye guhertin.
Li ser asta cîhanê bi hezaran lîstikvanên Şetrencê hene û şampiyonên mezin yên navnetewî çêdibin. Li Rojavayê Kurdistanê lîstikvanên Şetrencê tên peydakirin û şampiyonên lîstkê tên lidarxistin. Ji wan lîstikvanên kêmpeyda Ebdilrehman Umer e. Lîstikvan Umer di derbarê jiyana xwe û lîstkvaniya Şetrencê de ji rojnameya me re axivî.
Jiyana Ebdilrehman Umer
Ebdilrehman di derbarê jiyana xwe de ji rojnameya Ronahî re axaivî û wiha anî ser ziman: “Ez Ebdilrehman Mihemed Umer im, welatiyekî kurd ji Amûdê me. Di sala 1961’ê de li gundê Sêmtik yê ku dikeve rojhilatê Amûdê ji dayîk bûme. Ez heya temenê 13 salî li gund jiyame, bi lîstikên kevnar yên gundan bi hevalên xwe re dilîstim. Herwiha min karê çandinî, nêçîrvanî û hwd… dikir, hem jî min gelekî ji xwendinê hez dikir. Min li dibistana gundê Sêmtika Jêrîn qonaxa seretayî xwendiye. Piştî ku me di sala 1974’an de mala xwe veguhest Amûdê, ez çûm dibistana Ebî Elaa Elmeerî a navîn û amadeyî û min xwendina xwe li wê dibistanê domand. Herwiha min di dibistana Ebî Elaa Elmeerî de xwendina xwe ya amadeyî qedandiye. Piştre jî ez çûm Hesekê û Peymangeha Amadekirina Mamosteyan xwend û di sala 1983’an de ez ji peymangehê derçûm. Di heman demê de ez weke mamosteyekî li gundekî dûr yê ku dikeve başûrê Hesekê de hatim destnîşankirin. Ez salekê weke mamoste li wî gundî hatim bijartin û piştre jî di sala 1984’an min dest bi xizmeta leşkerî ya rejîma Beisê kir. ”
Fêrbûna Umer ji Kişikê re.
Umer têkildarî fêrbûna xwe ji lêstka Kişikê re wisa peyvî: “Dema ku min qonaxa xwendinê ya navîn û amadeyî dixwend, pê re jî ez fêrî lîstika Damê bûm, di wê çerxê de ez bi hevalên xew re dilîstin. Herwiha bi riya rojname û kovaran re min lîstika kişikê nas kir, rûpelek taybet di wan rojname û kovaran de hebû, min dikirîn û ez ji wan hîn dibûm. Di sala 1981’ê de carekê birayê min yê mezin ji xizmeta leşkerî ya rêjîma Beisê vegeriya mal, lîstika Kişkê bi xwe re anî. Di wê demê de ew û hevalên xwe li mala me bi hev re dilîstin min jî li wan dinerî. Êdî min jî xwest ez fêrî Şetrencê bibim, lewma birayê min, ez fêr kirim ku çawa ez bilîzim. Piştî ez fêr bûm, di wê demê de birayê min got em bi hev re bilîzin, dema em li dijî hev lîstin min zora wî bir. ”
Riya lîstikvaniya Kişikê ya dirêj û serketinên Ebdilrehman
Umer di derbarê lîstika xwe û serkeftinên ku di warê lîstka Şetrencê de wiha anî ser ziman: “Dema ku ez çûm xizmetkariya leşkerî, li wir jî ez bi lîstka Şetrencê dilîstim, hevalekî min hebû, me dema xwe ya vala bi Kişikê didomand. Piştî ku min karê leşkerî bi dawî kir, ez vegeriyam Amûdê dîsa bûm mamoste û hem jî bi rehetî derbasî cîhana Şetrencê bûm. Li Amûdê gelek kesên navdar û zane di warê lîstika Kişikê de hebûn ji wan Bozan Berazî, Mihemed Elumerî û hwd… . Di sala 1998’an de li ser daxwaza Bozan Berazî şampiyoneke Kişikê di bin sîwana Yaneya Amûdê de li ser asta Amûdê çêbû, ez di wê şampiyonê de bi ser ketim. Piştî wê jî dîsa şampiyoneke din li Amûdê çêbû, ez asta duyem derketim. Dema min di van şampiyonan de asta yekem û duyem bi dest xist, êdî hanedana min ji fêrbûn û xwepêşxistina lîstika Şetrencê re xurtir bû. Yekem car ku min şampiyonek li ser asta parêzgeha Hesekê ya wê demê bi dest xisti, di sala 2001’ê de bû, ev şampiyon li Şedadê bû û ez yê duyem derketim. Di sala 2004’an de jî li Qamişlo şampiyonek hat çêkirin û min asta duyem bidest xist. Herwiha di sala 2008’an de jî dîsa li Qamişlo şampiyonek çêbû, ew jî li ser asta Hesekê gelek lîstikvan beşdar bûbûn, min asta yekem bi dest xist. Beriya çend salan şampiyonek li ser asta kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû, ez û Ibrahîm Şakir,Mihemed Cewê û du hevalên din bi navê kantona Cizîrê beşdar bûn û me asta yekem bi dest xist. Şampiyona dawîn ya ku ez tê de bi ser ketim beriya salekê bû, ev şampiyon li ser asta kantona Cizîrê hat lidarxistin û gelek lîstikvan tevlî bûbûn, ez asta yekem derketim. Îdî min xwe hîn bêtir di warî lîstika Şetrncê de li pêş xist. Niha jî ez di nav Yaneya Berxwedan de me û çi şampiyonên Şetrencê yên ku li herêma me li dar dikevin, tê de beşdar dibim. ”
Lîstika Şetrencê(Kişik) ji bo wî û girîngiya Kişikê
Lîstikvan Ebdilrehman girêdayî wateya lîstika şetrencê ji bo xwe û girîngiya wê wiha got: “Lîstika Kişikê lîstikeke girêdayî jîrbûna mêjiyê mirov e, divê lîstikvanê Şetrencê aqilmend û xwedî sebr û semax be. Herwiha xwedî girîngiyeke mezin û baş e ji bo mirov, bijîşk û kesên bispor mirovan şîret dikin ku bi vê lîstikê bilîzin. Da ku mirov fêrî Şetrencê bibe jî di destpêkê de divê pirtûkên hînbûna Şetrencê gelekî bixwîne piştre jî di warê piratîkî de pêwîste fêr bibe ku çawa kevirên kişkê bilivîne. Awayê livandina keviran tiştekî herî girîng e, her kevirekî cudatir e ji kevriên din, lewma jî pêwîste lîstikvan bi awayê livandina kevirên Kişikê bispor be. Herwiha di destpêkê de girîng e ku bi alîkariya lîstikvanekî bispor bi Şetrencê bilîze û hem jî xwedî vîneke xurt be. Eger ez li ser xwe biaxivim, dê bînim ser ziman ku min lîstika Şetrencê ji xwe re kir karekî sereke û vîna min ji bo fêrbûna Şetrencê pir xurt bû. Şetrenc ji bo min jiyan e û gelekî jê hez dikim. Lê di dema dawî de ji ber rewşên jiyanî yên zehmet ez hinekî dûrî Şetrencê û şampiyonan ketime. Gelek lîstikvanên weke min hene lê ji ber ku hanedan û alîkariya madî tune, dûrî Kişikê ketin, nexasim ku nirxê xelatên şampiyonên Kişikê pir hindik e. Ev yek dihêle ku hanedan û vîna xurt li cem lîstikvanan çênebe.”