Esma Mistefa
Çi dibe sedem ku dê û bav zarokên xwe yên nûbûyî, li ber cihên çopê de bihêlin, wan li ber mizgeftan, an jî li quncikên kolanan bihêlin, dû re jî pişta xwe bidin wan wekî ku tiştek neqewimiye?
Ma ew feqîrî ye, an jî reftarên neasayî dibe sedema ji rê derketinê, an jî gelek sedem hene ku li gorî rewşê diguherin?
Diyardeya terikandina zarokên nûbûyî li seranserê Sûriyê belav bûye, pitikên pêşwext pir caran li kolanan, li kêleka konteynerên çopê, di nav baxçeyan de, û li ber mizgeft û xaniyan têne dîtin, di dîmenên ku gelek pirsan li ser sedemên terikandina van pitikan û rewşa ku dê û bavên wan hişt ku wan bi vî rengî bihêlin, derdixin holê. Mixabin vê carê ku bûyerek ne ku nabe ye, lê di demeke wiha de dibe cihê acizî û matmayînê ku zarokeke keçik pêşwext ji dayik bûye û li ber cihê qirêjiyê li bajarê Qamişlo hatibû terikandin.
Di saetên serê sibê de, di nav komên çopê de an jî li nêzî deriyên mizgeft, nexweşxane û cihên giştî, dîmenên bi êş ên pitikên nûbûyî yên ku bi tenê mane û bi çarenûsek nenas re rû bi rû mane, car caran dubare dibin. Ev diyardeya ku raya giştî şok dike, ne tenê bûyerek anjî piratîkên ferdî ne, lê belê krîzên kûr ên civakî, aborî û derûnî nîşan dide ku hin civak pê re rû bû dimînin.
Terikandina zarokên nûbûyî yek ji pirsgirêkên mirovî yên herî giran e, ji ber ku ew rasterast gefê li jiyan û mafên bingehîn ên zarokê dixwe. Zarokek ku di çopê de an li kolanek giştî tê hiştin, di bin xetereya mirinê de ye ji ber birçîbûn, serma, nexweşî an êrîşê, lê xilasiya wan û careke din bibe xwediyê şanseke jiyanê bi kesên derdor vet ê girêdan; weke ku çawa di saetên sibê de hemwelatiyên li Qamişlo ew zaroka ku mişkan serê wê xweribû dîtin û bi aliyên têkildar re parve kirin.
Lêkolînên civakî nîşan didin ku sedemên vê diyardeyê pir in û di nava hev de ne. Xizaniya zêde û nekarîna dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên malbatê hin dayikan an malbatan ber bi biryarên trajîk ve dibe. Ne tenê ev di hin civakan de û bi taybet di civaka Rojhilata Navîn û ya olperest de, ducanîya li derveyî zewacê ve girêdayî roleke mezin dilîze di hin jinan de ku ji tirsa redkirinê an şîdeta navmalî an civakî zarokên xwe terk bikin.
Herwiha, aliyên din jî derdikevin pêş, wek hilweşîna malbatê, şîdeta li ser bingeha zayendî, nebûna piştgiriya psîkolojîk û civakî ji bo dayikan, û her weha nebûna hişmendiya li ser sazî û dezgehên ku dikarin alîkariyê peyda bikin. Di hin rewşan de, dayik bi xwe qurbanê îstîsmarê, û xwe bi rewşên dijwar re rû bi rû dibîne ku wê ber bi hilbijartinên trajîk ve dibe.
Lê belê her sedem çi dibe bila bibe, lê tu sedem tawîz nade ku dayikek, jinek, bav û hwd.. zarokekî bê sûc û guneh bînin dunyayê û dînin ber devê lawir û bê wîjdanan. Tu guneke zarokekî li ser rûyê erdê nîne ku bibe qurbaniya xerîzeyên têkiliyên cinsî yên çend deqeyan ev têkilî bihelalî yan heremî dibe ferq nake. Tu zarok nabe bibe qurbanê encama şaştiyên cinsî û pirsgirêkên civakî.
Dîtina zarokeke nûbûyî di nav çopê de, li ber deriyê mizgeftekê, an li cîhek giştî ne tenê nûçeyek demkî ye, lê belê zengilek hişyarkirinê ye ku êşa mirovan eşkere dike ku bersivek cidî ji civak, dewlet û saziyên têkildar dixwaze. Her zarokekî ku ji dayik dibe, hêjayî derfeta jiyaneke bi rumet, parastin û lênêrînê ye, bêyî tirs, îhmalkirin û jibîrkirinê.






