Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê Tebax’ê, Kurdê azad afirand

14/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax’ê, Kurdê azad afirand
Share on FacebookShare on Twitter

Em ber bi salvegera 34. ya pênvaga 15’ê Tebaxê ve diçin. Pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo gelê Kurdistanê û bi taybetî jina Kurd bû pêngaveke ji nûve zayînê. Bû mîladek ji bo pêşeroja tevahî gelên Rojhilata navîn. Pêngava 15’ê Tebaxê, rastiya jina Kurd û gelê kurd yê şerker, wêrek, berxwedêr, zanebûyî, bi hêvî, bi bawerî, û welatparêz derxist ronahiyê. Pêngava 15’ê Tebaxê, rê li pêşiya herikîna hestên şoreşgerî, hestên netewî vekir, heskirin û girêdana welat ava kir, rêya serkeftinê nîşan da, felsefe, birdozî û hişmendiya jiyana bê dawî, li Kurdistanê mayînde kir, Rihê berxwedanê geş kir, di dilê keç û xortên ku hestên xweyî evîniya welat ji fikir û felsefa Rêber APO digirin de sekna fedaîyane da avakirin…
Di rastiya her gelekî de nirxên giran biha hene ku ew gel xwe lê digire û jiyana xwe didomîne. Eger gelek, ji nirxên xwe yên manewî û madî qut jiyan bike, ew gel mahkûmî her cûre bingeftinane. Angu nirxên heyî xwedî lê dernekeve, bi wate neke, jê moral, hêz û baweriyê negire dîsa ji bingeftinê re vekiriye. Beriya derketina tevgera azadiyê û biryar girtina pêngava 15’ê Tebaxê, rastiya gelê Kurd, li Kurdistanê, jiyan dikir felsefeya mirinê bû. Hebûna gelê Kurd, hatibû rewşekî berbi xilas bûnê. Di demeke wisa de ji bilî dest pê kirina şerê çekdarî û pêşxistina çanda şoreşgertiyê tu rê li Kurdistanê nema bû. Dagirkerên li ser Kurdistanê gelê Kurd, heya qirikê dîl girtibû, tine hatibû hesibandin. Di demek wisa de 15’ê tebaxê bû awaza çanda şoreşgeriyê. Çanda APO’cîtiyê, ya ku bi berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê re kamil bûbû, bi dest pê kirina pêngava 15’ê Tebaxê re li her çar perçên Kurdistanê hate belav kirin. Bi pêngava 15 tebaxê re, li Kurdistanê jiyan ji nûve şîn bû. Heqîqetek jiyanê, ya bi fikirê jinê, bi xweşikbûna hestên jinê, bi zanebûn û rengê jina Kurd derket ser dika dîroka kurdistanê ya nûjen. Rêber APO, meşa xwe ya şoreşa Kurdistanê li ser bingeha rakirina jinê dest pê kir. Û pêşxistina şerê gerîla li ser avakirina artêşbûnê jinê mayînde kir. Rêber APO, Ji ber wê, pirsgirêka gelê Kurd ya netewî û pirsgirêka jinê dişibihîne hevdu. Rêber APO ji roja ewil de bi serxistina şoreşa Kurdistanê bi jina azad bibe hunand û anî roja îro. Rihên Egîd bûyî îro careke din li Sur, Şirnex, Kobanê, çiyayên kurdistanê û li Efrînê dinivisînin destanên berxwedan û fedaîtiyê. Pêngava 15’ê tebaxê ji vê rastiya hatiye berovajî kirine got êdî bese…
Pêngava 15’ê tebaxê bi xwe re artêşbûna jin û şoreşa jinê derxist holê. Jina Kurd, bi tevlîbûna nav şoreşê re, di aliyê leşkerî de gavên gelekî mezin avêtin. Bi hezaran fermandar û şervanên jin bi rihê fedaîyane ketin ser rêya gerîlabûyîna bi rihê Egîd avabûyî. Di roja îro de bi hezaran şopdarên Sara, Zîlan, Bêrîtan, Sema, Şîrîn Elemihulî, Destîna û Avesta cihê xwe di şerê parastina mirovahiyê de digirin. Pêngava 15’ê tebaxê bi şoreşa Rojava re êdî gerdûnî bû. Îro şopdarên Egîd û Zîlan, di xeta parastina rewa de, bi rihê fedaî berxwedanekî destanî li hemberî dijminê tevahî mirovahiyê ‘çeteyên daiş’ê’ dan raber kirin û ev destana qehremantiyê li tevahî cîhanê hate belav kirin. Egîdbûyîn, bûye şêwazê jiyana azad, li Kurdistan û rojhilata navîn. Di roja îro de, di şopa fermandarê efsanewî Egîd de şerê gerîla xwe gîhandiye lûtkeyan. Meşaleya agirê azadiyê îro jî li Sur, Şirnex, Nisêbîn, Maxmûr, Kerkuk, Şengal, Kobanê, Efrîn û Xakurkê vêxistiye. Wê ev meşale her dem bi rihê fermandarê efsanewî Egîd li ser çiyayên herî bilind vêxistî be û ronahiya xwe bide her çar aliyê welat û rojhilata navîn. Mirov çiqas pênaseya pêngava 15’ê tebaxê bike dîsa jî kêm dimîne. Eger îro em dikarin bi zimanê xwe binivisînin, bi bîra kurdayetiyê bifikirin em ji bîr nekin bi saya pêngava 15’ê tebaxê ye.

Avesta AMARGÎ

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.