Volqan Elî
Rast e, dagirkeriya Tirk şerxwaz e. Her kes jî vê dizane. Ew bi xwe jî înkar nake. Mînak, niha hêza yekemîn ku dilê wê ji bo ku di navbera Îran-Îsraîl de şer biqewime lê dide, dagirkeriya Tirk e. Ji bo mirov vê bizane ne hewce ye mirov siyasetmedar, yan jî lêkolîner be.
Dîsa dema ku di 2011’an de Sûriyê de tevlîhevî dest pê kir, hêza ku piştgirî da çete û hemû hêzên biyanî Tirkiye bû. Ev helwesta xwe heya dawiyê hîn didomîne. Di halê hazir de bajar û herêmên giring ên Sûriyeyê di bin destê vê hêza dagir de ne. Wekî vê, piştî ku hêzên emperyalîst dest werdana li Lîbyayê kirin, dagirkeriya Tirk li gorî xwe li vê derê jî dest werda. Bi heman awayî dest werda li şerê Ermenistan û Azerbêcanê jî.
Di destpêka sala 2024’an de li Îranê komkujiyeke mezin hate kirin. Her çendî DAIŞ’ê girte li ser xwe jî. Hin daneyên heyî û ketine çapemeniya giştî, dest nîşanî dagirkeriya Tirk kirin. Çend mehan berê serokê komarê Îranê, helîkoptera wî ket û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da. Rast e ku ti daneyên vê bûyerê bi Tirkiyeyê re girêdidin ên bi hêz tine. Lê divê mirov qet ti car vê jî paşguh neke ku dagirkeriya Tirk timî dixwaze bi Îraneke lewaz û dorpêç kirî ve bibe muxatab.
Di vê helwesta dagirkeriya Tirk de du armancên sereke hene. Ya yekê dixwaze bibe hêzeke serwer û hegemonîk a herêmê. Ya duyemîn jî dixwaze Kurdan qir bike, di jenosîtê re derbas bike. Niha dibe ku me gotibe, armanca yekemîn û duyemîn, lê ev her du jî hema bêje yek hedef in, bi hev re kelijîne. Rewş wisa ye; yanî dewleta dagirker a Tirk dizane ku eger nebe hêzeke xwedî gotin û serwer li herêmê nikare Kurdan qir bike. Lê belê çi dike? Ji bo ku armanca xwe ya ku dixwaze welatên li derdorê dagir bike veşêre, dibêje “ez dixwazim bikevim li Sûrî û Kurdan tine bikim, ez dixwazim bikevim Başûr Kurdan tine bikim”. Jixwe nabêje ‘Kurd’, navê me jî nayîne ser ziman. Ji ber ku Kurd qet tine (!) dibêje, “terorîst, korîdora terorê”, û ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibêje “terorîstan, ez ê biçim li wê derê terorîstanê rakim”. Çima wisa dibêje? Ji ber ku bêje “ez ê Kurdan tine bikim”, dibe ku gelên herêmê bêjin, “çima tu dixwazî Kurdan qir bikî, ma çavê te li welatê wan e? Eger wisa be, tu ji bo me jî xeter î”. Ji ber vê yekê nabêje ez ê Kurdan tine bikim”. Ya din jî ji bo ku hêzeke destek ji xwe re peyda bike, bide pêşiya xwe bi ser Kurdan de biçe, dagirkeriya xwe rewa bike li Başûr Mala Barzanî ji xwe re dike destik. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ENKS’ê re têkiliyan bi pêş dixe, li Enqerê radizîne. Li Efrînê navêndên Barzanî dide vekirin.
Wekî di mînakan de jî xuya ye, her du armancên dagirkeriya Tirk di nav hev de ne. Yanî, ew jî dizane eger nikaribe Kurdan tine bike, nikare li herêmê bibe hêzeke serwer; nikare welatê Ereban dagir bike û biçe li Şamê nimêj bike. Dîsa nikare li ser serê Erebên Îraqê hikma xwe bimeşîne. Lê çi dike? Durûtî û derewan dike û dibêje “ez ê terorîstan tine bikim”. Bi sedan debabe û erebeyên zirxî dixe erdên Başûr. Ji aliyê din ve hêza ku terorîstên DAIŞ’î ji Sûriyeyê dibe erdên Başûr jî ew bi xwe ye. Bi ava Firat û Dîcleyê gefan li Îraqê dixwe, şantaj dike.
Lê belê pêşketinên dawî (15.08.2024) û bi taybet jî yên li Îraqê nîşan didin ku rejîma Îraqê ev xetereya li ser gelê Êreb û Kurd nedîtiye. Berevajî, benê xwe bi destê xayinekî wekî Fuad Hisên ve berdaye. Temam, ya ku çûbû li Tirkiyeyê ew peymana teslîmkirina erdên Îraqê mor kiribû ekîba hikumeta dewleta îraqê bû lê ev peyman bi temamî di berjewendiya xiyanetkariya Mala Barzanî de ye. Nexwe ti berjewendiya gelê Kurd û Ereb tê de tine ye.
Dewleta Îraq yan jî Sûriyeyê bi tawîzan nikare pêşî li dagirkeriya Tirk bigire. Dewleteke wekî Îraqê eger nikaribe serweriya xwe li ber dagirkeriya Tirk biparêze, sibe-du sibe faşîzma Tirk wekî li ser gelên Sûriyeyê qut kiriye dikare dîsa avê qut bike. Temînata vê ti kes nikare bide. Ya din jî serweriya welatekî ji her tiştî girîngtir e; bi taybetî li pêşberê hêzeke wekî dagirkeriya Tirk.