Jîn Hisên/ Qamişlo
Endamê Rêveberiya Kongra Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku Hêzên hegemonîk Rojhilata Navîn li gorî siyaset û berjewndiyên xwe xwe didin meşandin û çareserî fikrê Netewa Demokratîk e.
Li Rojhilata Navîn her ku diçe rewş aloztir dibe, pirsgirêkên heyî kurtir dibin û bê çareserî dimînin. Di dema niha de li gelek welatên Rojhilata Navîn şer û pevçûn dewam dikin û roj bi roj qada şer firehtir dibe.
Derbarê geşedanên dawî li Rojhilata Navîn endamê Rêveberiya Kongra Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Sarûxan ji rojnameya rewş nirxand.
‘Ji bo hegemoniya ser gelan ol tê bi kar anîn’
Ebdulkerîm Sarûxan di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke hene, pirsgirêka filestîn û Îsrayîl û pirsgirêka kurd bi dagirkerên Kurdistanê re. Ev pirsgirêk jî ya netewperestiyê ye. Di heman demê doza kurdî jî pirsgirêk ne kurd û tirk an ereb û faris e lê ya kurd û netewperstên Tirk, ereb û faris e. Bi gitşê em karin bêjin şerê ku niha tê kirin di navbera ereb û Israîl de netewperestiya Nitinyaho bi artêşa xwe şerê gelê ereb dike û Hemas jî hêz û çalakiyên xwe şerê gelê cihû dike. Nakokiyek kevin û dîrokî heye, çareseriya wê jî tenê di bin navê têgeha Netewa Demokratîk e pêkane ku her du gelên ereb û cihu karibin bi hev re jiyan bikin bi sîstemeke konfedralîzim ku her kes cihê xwe tê de bigre. Bi biryarên netewperestî yên Hemas ku xwe dispêre fikrê ixwanî û cîhadî bi pêkanîna qetlîaman an jî bi şerekî dem dirêj çareserî pêk nayê. Di dîrokê de li Medîne cihû û musilmanan ji xwe re çareserî danîn û bi hev re jiyan kirin, lê îro ev yek nayê pêkanîn ji ber ku dixwazin mijara olî bixin xizmeta siyasetê û bi vî rengî tev digerin.”
‘Hêzên hegemonîk cîhanê li gorî siyaseta xwe didin meşandin’
Ebdulkerîm Sarûxan bal kişand ser siyaseta hêzên hegemonîk yên cîhanê û wiha got: “NATO herî zêde ji aliyê DYE tê birêvebirin û Warso jî ji aliyê Rûsya ve tê birêveberin. Herwiha dewletên herêmî ku xwe weke hêz û desthilatdar dibînin, Tirkiyê û Îran e. Di hevpeyaman Sayks Pîko de projeya netewdewlet hat pêşxistin û Rojhilata Navîn êdî parçebûn tê de çêbû, herwiha dewlet hatin damezirandin. Xêzkirina van sînoran nebû çareserî ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, tersî wê pirsgirêk kurtir bû û paraçebûna zêdetir çêbû. Yekîtiya Netewan yên hebûn hatin parçrkirin, mîna netewa ereb ku bûn 22 dewlet û her dewletek jî di nava xwe de parçe ye weke mezhebên olî (Sine û Şî`a. Îslama ixwanî ya cîhadî hate çêkirin herwiha islama DAIŞ`ê derket holê. Dewletên ereb li dijî hev êdî xebitîn û bi hevpeymanekê nikarin kar û xebatê bikin, yekîtiya ereban ji hev parçbûye ku di demkê de erban li hev kom dikir. Islama ku ereban pêşengtî jê re dikirin di dema heyî de Îran pêşengtiya wê dike di aliyê Şîaa de û Tirkiyê di aliyê Sine de ji xwe re vê siyasetê didin meşandin. Tirkiyê bi navê ola îslamî erebên Sinî û cîhana erebî li dora xwe kom dike, Îran jî bi hêza xwe û hin dewletên erebî bi nave Şî`a xwe li dora wê kom dikin, ev her du hêz xwe li Rojhilata Navîn dane diyar kirin. Hêzên desthilatdar yên cîhanê li gorî siyasetên xwe van dewletan didin meşandin, dema ku bixwazin jî dibe ku wan ji holê rakirin.”
‘Di Rojilata Navîn de du hêzên serdest’
Ebdulkerîm Sarûxan axaftina xwe wiha domand: “Dewletên weke Rûsya û Emerîka yên hegemonîk, bûn sedema avabûna dewletan, di hevpeymana Syks Peko de Kurdistan hate parçekirin, siyaseta ku hate meşandin ji hêla van hêzên hegemonîk ve bû, îro tu çareserî nehat danîn lê kirîzekî pir mezin da jiyan kirin. Îro serdan ji bo dewletên erebî tê kirin ji bo qebûlkirina Israyîlê û guhertinan di Rojhilata Navîn de çêbikin, ji her kesî re xuyaye dewletên ku Israyîl qebûlkirine rewşa welatên wan pir başe û ji nakokiyan dûrin lê welatên ku qebûlnekirin, em dibînin ku her alozî û nakokiyan jiyan dikin. Ji bo ku sîstema xwe bi rê bikin pêşiya Îran di dema heyî de tê girtin, hêza wê li Lubnan û bi Hizbellah re tê hedefgirtin, di Sûriya û Iraqê de jî dixwazin wê bê rol bihêlin, êdî dixwazin di Rojhilatan Navîn de rola wê lawaz bikin. Tirkiyê jî di aloziyek pir mezin de jiyan dike, rola wê jî lawaz dikin tevî ku endama NATO`yê ye lê tevgera wê li gorî Islama radîkal tê dîtin.”
‘Kirîzên Rojhialata Navîn berewam in’
Ebdulkerîm Sarûxa wiha got: “Kirîza Rojhilata Navîn wê demeke dirêj berdewam bike, ji ber ku zû çareserî nayê dêtin. Mijarên netewan, ol, dewletan hene û gelek pirsgirêkên din hene, di serî de pirsgirêka kurdî bi van dewletan re û pirsgirêka Israyîl û Filestînê û pirsgirêka Israyîl bi cîhana erebî re, di baweriya min de dem dema netewan e miletê demokratîxwaz, hêza gelan jî heye dema yekbûn hebe. Hêz ne tenê ya dewletan e li Tûnisê dema ku milet rabû karîbûn sîstema dewleta xwe berovajî bikin di heman demê de li Lîbiya, Misirê, Sûriya û Iraq jî hîn kirîz berdewam e û li gelek welatên din. Gel bi hêzin lê ne birêxistinkirî ne bi vî rengî kêmasî derdikevin. Dema gotin şoreşa Buhara Gelan di van welatan de serhildanên gelan çêbû, encam ne li gorî xwesteka gel bû ji ber ku rêxistin tune bû dewlet karîbû zû mudaxele bikin û li gorî xwe serhildan û çalakiyan berovajî kirin, ne hiştin ku bikeve xeta xwe ya rast, ji ber vê gerek em hêza gel biçûk nebînin, dikarin guhertin û veguhertina çêbikin, ev jî bi rêxistinbûyînê pêk tê. Çareseriya van pirsgirêkan li Rojhilata Navîn pergala Netewa Demokratîk e di heman demê de çareserî ye ji pirsgirêkên dewletan jî re ye, gelên demokratîkxwaz karibin weke gelekî azad xwe birêxistin bikin, di hundirê welatên xwe de êdî jiyan bikin rola dewletê lawaz bibe û rola gelê demokras bilind be, di wî alî de wê çareseriyê bi xwe re bîne li beramberî guhertin û veghuertina moderntiya Kapîtalîzimê. Qada Rojhilata Navîn qadeke pir germe ji bo berjewendiyên van hêzên hegemonîk yên cîhanî û heman wextî mudaxeleyên wan yên di Rojhilata Navîn de hatine kirin, her dem ew dixwazin kirîz berdewam be û çareserî çênebe.”
‘Çareserî di Rojhilata Navîn de pergala Netewa Demokratîk e’
Ebdulkerîm Sarûxan di dawî de bal kişand ser rêya çareseriyê û axaftina xwe wiha qedand: “Li Filestînê niha nakokiyek heyî di navbera gelê filestîn û israyîlê de ye, ev pirsgirêk ji yên sereke ye li Rojhilata Navîn, lê doza kurdî berî ya filsetînê ye giringiya wê zêdetire. Gelê filsetîn di nava Netewên Yekbûyî tên naskirin û cihê xwe di Meclisa Ewlehî ya cîhanî de girtine, wekî din 22 dewletên erebî nas dike. Em werin aliyê kurd mirov dibîne ku pirsgirêka gelê kurd di asta cîhanî nayê naskirin, herwiha erdnîgarî, ziman, dîrok û çanda vî gelî nas nakin. Pirsgirêka gelê kurd weke pirsgirêka dewletan yên navxweyî didin diyar kirin, di Tirkiyê de weke pirsgirêkek navxweyî nîşan didin di heman demê de li Sûriya, Iraq û Îran. Di rastî de doza gelê kurd pirsgirêkek navnetewî ye, hêzên sermayedar dihêlin ku ev pirsgirêk di dema heyî de bê domandin û bê çareserî bimîne. Ji bo ku Tirkiyeke nû bidin ava kirin di salên 1920`an de dema hevpeymana Syks Peko û Lozanê gelê kurd kirin qurbanî, di heman demê de Sûriya û Iraq û Îran ji bo wê îro pirsgirêka sereke li Rojhilata Navîn doza kurdî ye paşê ya Filestînê ye. Çareseriya van pirsgirêkan rengê Netewa Demokratîke an jî sîstema konfedralîzimê ku were damezirandin, konfedalîzma Rojhilata Navîn çêbibe hemû gel weke nasnameya xwe jiyan bikin bi hev re itîfaq bikin mîna ku di dîrokê de berî ku dewlet çêbibin. Ji ber avabûna netewdewletan ku berjewendiyê xwe didin asta yekemîn çareserî wê zehmet be ku bê pêkanîn, gelan dikin qurbanî ji bo sîstema netewdewletan, ji ber vê yekê rengê konfederalîzim û netewa demokratîk pêkan e.”