Yasmîn Omo / Hesekê
Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, di qada çand û hunerê de jî şoreşê dijî. Li Hesekê Navenda Çand û Hunerê pêvajoyên şoreşê gav bi gav dişopîne û berhemên mîna şano û stranan diafirîne û pêşkêşî gel dike.
Mîna gelek qadên jiyanê, şoreşa 19’ê Tîrmehê bandora xwe li qada çand û hunerê jî kiriye. Li bajarê Hesekê komên çandî û hunerî ku di Navenda Çand û Hunerê de birêxistin bûne, pêvajoyên şoreşê gav bi gav dişopînin û hewl didin ku berxwedana gel bi awayekî hunerî, bi rêya şano û mûzîkê pêşkêşî gel bikin.
Derbarê kar û xebatên navenda çand û hunerê yên bajarê Hesekî Necimaldîn Mihemed ji Rojnameya me re axifî: Di berdewamiya salê bi giştî wek kar û xebatên TEV – ÇAND’ê yên bajarê Hesekê piraniya wê kar û xebat hat kirin kar û xebatek baş hat kirin ji bo wê jî miletê me em dixwazin bi giştî wek hunermend xwedî li çanda xwe derkevin. Ji ber ku dagirkeriya tirk dixwaze êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û qirkirineke çandî pêkbîne.
Ji ber vê yekê geleke ku her kes xwedî li çand, ziman, hebûn û çarenûsa xwe xwedî derkeve. Gekek hunermendên me hene dibêjin kes xwdî li me dernakeve gerek hunermend detpêkê ew xwdî li xw derkeve û xwedî li axa xwe derkevin.
Her wiha dibêjin ku heta niha encamê karê me tuneye, karê me nayê xuyakirin û weke ku karê xwe piçûk dibînin. Lê ji milekî din ve jî bi hezaran dezgehên ragihandinê hene, kar û xebata hunergiha welat ji bona tomarkirina sitranan jî li ber çavaye.
Necimaldîn Mihemed kar û xebatên Çand û Hunerê anî ser ziman. Bi giştî wek vê salê piraniya şahiyan hatin lidarxistin weke cejina Newrozê û 19’ê Tîrmehê, niha jî em haziriyan ji bona pêngava 15’ê Tebaxê dikin û mhrîcana zarokan û gelek çalakiyên din jî li pêşiya me hene. Wek karê Çandê gelek beşên hunerî li navendê têne meşandin mîna beşê wênesazî, Şano , Mozîk û tembûr. Her wiha karê perwerdeyê jî û bi taybet jî perwerdekirina zarokên pêşerojê jî li navendê têne meşandin û armanc ew e ku ew jî bighêjin wê astê ku xwedî li çanda xwe derkevin. Helbet dema ku em xwdî li çanda xwe dernekevin kes xwdî li çanda me dernakeve. Li navendê kar û xebatên beşê mûzîkê jî tê meşandin û ev gaveke serkeftî ye û bi qasî 2 mehan 2 girop hatin perwerdekirin û hejmara wan ji 15 kesan pêkdihat.
Piştî perwerdeyê çi asta wan heye bi qasî 6 mehan hetanî salekê piştî wê û li gorî encamên nirxandina mamûsteyan, wê rewşa şagirtan di ber çavan re were derbas kirin û li ser pêşxistina asta wan were seknandin.
Necimaldîn Mihemed wiha berdewam kir û got: Di vê salê de me gelek astengî jiyan kirin û ji ber êriş û gefên dagirkeriya tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kar û xebat û çalakiyên me hatin rawestandin.
Lê li hemberî êriş û gefên dagirkeriya tirk pêwîste ku gelê me xwedî li axa xwe derkeve. Helbet hunermend jî pêwîste ku bi karê xwe rabin û erkên ku dikevin ser milê wan rabin û li hemberî hemû êrişên şerê taybet yên ku li ser çand û kelepora Kurdî têne meşandin di nava têkoşînê de bin.
Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku em dixwazin di dema pêş de perwerdeya Şanoyê li navendê bidin. Gelek berhemên me yên navenda çnd û hunera bajarê Hesekê hene û di sê mehên dawiyê de çend kilîb hatin tomar kirin û weşandin.
Her wiha di dema pêş de çend piroje û karên li ber destê me ku em li ser kar dikin hene û xebatên kurte filim jî li navendê têne meşandin. Pêwîste ku her kes xwdî li ax û çanda xwe derkeve.