Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî
Di dîroka her gelekî de rojên bi wate û giranbiha hene, rojên ku şerê hebûnê bi berxwedaneke bêhempa têde hatiye dayînê û ji bo parastina xaka welatê xwe canê xwe bê dudilî feda kirine. Zarokên gelan welatê xwe bi xwînê parastine û canê xwe di oxira- azadiya gel û welat de bûrandine. Ewan şoreşgeran canê xwe fedayî gelê xwe kirin. Di dîroka her gelekî de mirovên mêrxas û qehreman hene, mirovên ku ji şoreşan re pêşengtî kirine û her tiştê giranbiha ku canê xwe jî di navde feda kirine û navên xwe bi tîpên zêrîn di pelên dîrokê de neqişandine. Fermandar û pêşengên wek Giyap, Che Gîvara, Mao û her wiha gelek mirov hene ku em nikarin, navên wan bihejmêrin. Di dîroka gelê kurd e jî pir fermandar û lehengên me hene ku pêşengtî ji şoreşê re kirine û canê xwe feda kirine, di riya gel û welat de xwe weke muman geşkirine. Fermandarê bi heybet û destanwarî rêheval Mahsûm Korkmaz(Egîd)di 15’ê tebaxa sala 1984‘an de bi biryara Rêberê gelê kurd û li ser, tesbîtên Rêber Apo yên wek: Yan emê dest bi şerê gel yê leşgerî bikin yan jî wê dîrok me lanet bike. Di Kurdistanê de piştî serhildana çiyayê Agriyê, bêdengiya mirinê hatibû ferz kirin. Bi têkoşîna PKK, Partiya Karkerên Kurdistanê re gelê kurd zindî bû û ji mirinê rizgarbû. Tevî xebata şoreşgeran ya xurt jî lê derbeya 12 Eylulê ya derbeya leşkerî, careke din, Tirkiye û Kurdistan ketin- nava bêdengiya mirinê. Bi derbeya leşgerî re girtin, kuştin û xera kirin hate destpê kirin, zindan tijî mirov bûn û çi kesê ku serê xwe rakir hate girtin. Di wan demên zor de ku gelek tevger û partî xwe radestî dewletê kirin û yên ku derketin derveyî welat, hevalên me li berxwedan û serî netewandin, serî dan lê sir ne dan. Li zindana Amedê berxwedanê destpê kir û bi şehadeta rêheval Mezlûm Dogan, Kawayê hemdemî re pêşengtî hate kirin û agirê cejna netewî ya gelê Kurdistanê ya 21’ê Adarê bi canê xwe pîroz kir. Çalakiya çaran jî pileya berxwedanê bilindtirkir û bi pêşengtiya rêheval Ferhad Kurtay tevî sê hevalên çalakvan, yên ku agir bi canê xwe xistin û silogan bilind kirin. Berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê heman bersivê dan û dest bi berxwedana rojiya mirinê kirin. Bi şehadeta rêheval Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek li kurdistanê ronahiyek vêket û ji gelê kurd re hêviya ku weke tûximekî ketibû bin erdê wê zîl bida û şaxê xwe li her deverê belav kiriba. Bi berxwedana zindanan re şerê gel yê leşgerî xwe ferz dikir, Rêber Apo ji bo bîranîna wan û fermana şer destpêkirinek kir, ku derfetên wê li herema Botanê hatibû çêkirin. Rêber Apo fermana şer dide û wiha dibêje yan şer yan îxanet, li vir hevalê Egîd bersiva dîrokî dide û dest bi şer û çalakiyan dike. Bi çalakiya Erûh û Şemzînanê şerê gelê demdirêj yê li gorî wê demê, ku niha jî em jêre dibêjin şerê gelê şoreşgerî, hate îlan kirin û agirê Mazlûman yê nava derabên(Hesinên)girtîgeha Amedê li serê çiyayê Kurdistanê hate vêxistin û roj bi roj geş bû. Rêber Apo li ser vê bingehî ferman da û hevalê Egîd jî ew ferman famkir û pêkanî, rêheval Egîd bi wêrekî berê xwe da dijmin û Hêza Rizgariya Kurdistan(HRK)bi sê çalakiyan îlan kir û ev gava dîrokî û ji nûva vejîna gelê Kurdistanê pêkanî. Fermandar Egîd bû yê ku kete dîrokê û ew gelê ku li çiyayê Agriyê hatibû bin ax kirin, careke din jîn kir, ku dost û dijmin lê matmayî man. Di dîroka gelê mede 28 serhildan hene û çawa rabûne wiha jî hatine tepisandin, di şoreşa kurdistanê de careke din dijmin digot ku emê wan weke yên berê bi tepisînin, lê dijminê me hatin xapandin û nikarîn şoreşa PKK’ê bi çewisînin û şoreşa ku weke zayîna nû ya gelê Kurdistanê, roj bi roj mezin û fireh bû ku li hemû Cîhanê hate nas kirin. Ev şoreş bi keda Rêber Apo û şehîdan gihaşt vê pileyê û îro jî çirûskên agirê şoreşê li çar perçeyên Kurdistanê hatiye vêxistin û bûye malê gelan. Gelê Kurdistanê jî gelekî resen û xwedî çandeke dîrokiye, gelê- arî yê bi kokên xwe, wek Hûrî tê nas kirin, wateya peyvê jî xelkên warên bilind yan jî çiyayên bilind. Girêdana gelê kurd jî bi çiya re weke goşt û neynûkê ye, gelê kurd ji ber ku welatê xwe dewlemend bûye bi berdewamî dibin êrîşên dewletên derve de bûye. Ev gel tenê çara xwe parastinê di çiyan de dîtiye û şerê gerîla jî di çiyan de destpê kiriye. Ger ku şerê me di çiyan de nebaya ji zûve wê gerîla tune biba, ji ber vê girêdana me bi çiya re pir xurte. Şerê Gerîla erê şerê xwe parastinê ye, ger ku ev şer ne baya wê ji zûve gerîla tune biba. Cejna 15’ê Tebaxê ji gelê kurd re vejîne yanî ji nûve zindî bûne, ji tunebûnê hebûnê. Di dawî de careke din ez hemû şehîdên vê rojê û bi taybet jî rê fermandar heval Egîd şehîdê şehîdan bi bîrtînim û bejna xwe bi minetdarî li himberî bîranîna wan ditewînim û soza xwe ji wan re nû dikim û dibêjim ezê xwedî ked bim ji bo ku ez layiqê meznahî û qehrematiya we bibim. Careke din ez vê roja bi wate pêngava 15’ê Tebaxê li we hemûyan pîroz dikim.