Reşo Mihemed/ Qamişlo
Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê diyar kir ku herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe, dewletên hegemon ji bo berjewendiyên xwe amade ne ku hêzên li dijî wan kar dikin, tune bikin, nimûne jî Hemas e. Herwiha Ehmê da zanîn ku divê gelê kurd jî di nav van geşedanên li herêmê çêdibin, bikaribin bighêjin mafên xwe.
Li Rojhilata Navîn, bi taybet Sûrî, Filestîn û Israyîlê de geşedanên siyasî, leşkerî û rûdanên guhêrbar girêdayî rewşa herêmê pêk tên. Herwiha li seranserî Kurdistanê pilana ji bo qirkirina gelê kurd bi destê dagirkeriya Tirk tê kirin û ev dagirkerî pilanên xwe yê dagirkirina xaka herêmê tev digere. Têkildarî heman mijarê hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Dagirkeriya Tirk li tevahiya Kurdistanê dixwaze gelê kurd qir bike, hûn vê siyasetê çawa dinirxînin?
Eger mirov nas neke ku dewleta Tirk çawa hat damezirandin dê siyaseta wê şaş bide analîzkirin. Komara Tirkiyê li ser bingeha qirkirina netewên din yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin. Wekî em dizanin ev yek jî di Peymana Lozanê de hat pêkanîn û desthilatdariya Tirk tê biryar da ku di hundirê erdîngariya Tirkiyê de ti netew ji bilî ya tirkî ti netew tune ne. Ji wê serdemê bi şûn ve hemû desthilatdariya Tirkiyê siyaseteke wiha didan meşandin, heta serdema hatina AKP’ê ev siyaset hate guhertin. Bi hatina Erdogan û partiya xwe, li ser desthilatdariyê êdî siyaseteke ji ya beriya xwe xerabtir hat domandin. Ev siyaset dest nîşan dike ku hin dever hene derveyeî sînorê Tirkiyê de ne û girêdayî impratoriya Osmanî ya berê ne, hem jî ev dever beşek ji Tirkiya îroyîn e. Demek dewleta Tirk bi dirêjahiya damezirandina xwe li ser bingeha çewisandin û qirkirina netewên din bi taybet netwa kurdî ava bûye û her û her ev siyaset didome. Ji ber vê yekê jî em îro dibînin ku rojane gefên dagirkeriyê dide Rojava û Bakur, Rojhilatê Sûriyê ev yek jî di bin siyaseta qirkirina gelê kurd û netewên din. Pê re jî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dest pêngaveke dagirkirinê kiriye. Bila ti kes nebêje dewleta Tirk a dagirker şerê partiyekê yan parçeyekî taybet ji Kurdistanê dike, lê belê armanca dewleta Tirk qirkirina gelê kurd e û pêkanîna Mîsaqa Millî ye.
-Bandora şerê Israyîl û Hemasê li ser siyaseta dagirkeriya Tirk ya ku li Kurdistanê û li tevahiya herêmê tê meşandin çi ye?
Di Lûtka Girûpa 20’an de a ku dewletên hegemon û dewletên erban li dar xist û tê de biryar hat standin ku wê riyeke aborî nû, vebe hate girtin. Ev rê ji Hindê dest pê dike, herwiha derbasî Girava Erebî dibe, diçe Israyîl û bi riya Deriyaya Spî derbasî Ewripayê dibe. Bi vî awayî dewleta Tirkiyê ti sûdê ji vê nabîne lewma ji bo ku rê li pêşiya wê bigre û Hemas ji bo berjewndiyên xwe bi kar anî. Bi vî awayî dewleta Tirk, Hemas xist xefkê û her aliyekî ku piştgiriya wê dike rastî gefên tunebûnê tê. Ji ber ku ev riya aborî ne tenê ya Israyîl e, lê belê ya hêzên sermeyandar û hegemonîk a cîhanî ye û şerê Israyîl û Hemas bi dawî nabe heta ku Hemas tune nebe. Ev hêzên hegemon jî naxwazin her û her êriş li ser riya aborî werin kirin û amade ye ku hêzeke weke Hemas ji ber berjewndiyên xwe ji holê rake. Tê diyarkirin ku heta ku Hemas û her kesê ku ne li gorî pilanên hêzên kapîtalîst û hegemon bimeşe wê werin tunekirin. Lewma jî hêzên hegemon du rê dan pêşiya Hemas û Hizb Ellah, yek jê yan wê ev xeta aborî bi meşe û tevlî siyaseta cîhanê bibe an wê Hemas û Hizb Ellah ji werin tunkirin. Wekî em dibînin ku dewleta Tirkiyê çiqasî alozî di herêmê de çêdike û pilanên dagirkeriyê dike. Tevgera Tirkiyê û meşandina pilanên dagirkeriyê jî bi lawazbûna Îranê tê der. Her cara ku aloziyek derdikeve di herêmê de û Îran an dewletên ereban ji ber bêhêzbûna xwe destwerdanê nakin, êdî dagirkeriya Tirk destwerdanê dike û pilanên dagirkeriyê pêk tîne. Me dît ku piştî Îran kete tengasiyê û serokê Îranê, Reîsî jiyana xwe ji dest da dewleta Tirk dest bi dagirkirina xaka Kurdistanê kir.
-Li hemberî qirkirina çandî, xwezayî û civakî ya ku li ser gelê kurd tê meşandin pêwîste çi were kirin?
Ji dema ku welatê kurdan hatiye perçekirin û dagirkirin ango ji Peymana Lozanê ve, riya çareseriyê diyar e. Riya çareseriya kurdî jî yekbûna kurdan e, lê mixabin bi dirêjahiya zêdeyî 100 salan kurd ne bûn yek û ne jî helwesta xwe kirin yek. Em weke gelê kurd niha di rewşeke gelek xeternak û hestyar de ne, lewma yan wê kurd hebin û xwedî maf bin yan jî wê werin tunekirin. Divê ji bîra me neçe ku bi dirêjahiya dîroka cîhanê re gelek netew hatine tunekirin. Gelê kurd jî heta pirsgirêkên xwe çareser neke wê çarenûsa wan jî mîna netewên din yên ku hatin qirkirin be. Di heman demê de wê gelê kurd rastî ferman û komkujiyan werin. Eger aliyekî kurdî destekê bide dijmin û dagirkerên Kurdistanê wê hebûna gelê kurd bikeve xeteriyeke mezin de. Da ku kurd hebûna xwe misoger bikin û destkeftiyên kurdî biparêzin pêwîste ji bo hêza xwe ya leşkerî û siyasî navendekê ji bo revebirina van hêzan ava bikin û yekrêziyeke kurdî pêk bînin. Pê re jî danûstandinan bi dewletên serwer yên cîhanî yên xwedî bandor re bikin ji bo ku li gorî rewşa ku herêm tê re derbas dibe, hem jî şertûmercên heyî pirsgirêka kurdî çareser bikin. Herwiha ji bo ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixin divê daxwaz û xwestekên ji bo doza kurdî bikin yek.