Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 `Em di piştgiriya  jinan de bi îsrar in`

18/08/2024
in Uncategorized
A A
 `Em di piştgiriya  jinan de bi îsrar in`
Share on FacebookShare on Twitter

Rêjîma Îranê li ser asta cîhanê yek ji welatên herî zêde ku cezayê darvekirin pêktîne. Li gorî rêxistin û tevgerên mirovî yên navneteweyî darvekirin yek ji cezayê herî hovane ye, lê rêjîma Îranê vê siyasetê dewam dike û herî dawî cezayê darvekirinê li 2 jinên rojnemevan û çalakvan birîn.

Zana Roj/ Şehba

Rêjîma Îranê di bin navê darvekirina  dadwerî de pêleke hovane ya kuştinên bi erêkirina hikumetê pêk tînin. Di nav kesên ku hatine darvekirin de kesên ku bi sûcên narkotîkê hatine mehkûmkirin, xwepêşander, dijberên siyasî û endamên hindikahiyên etnîkî yên bindest ku hejmareke gelek mezin ji wan Kurdin hene.

Îranê di sala 2015’an zêdeyî 977 kesan darvekir, di sala 2016’an zêdeyî 567 kesan darvekir  û di sala 2017’an de jî zêdeyî 507 kes  darvekir.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, tê bawerkirin ku Îran herî zêde cezayê darvekirinê dide.

Her wiha di 4’ê Nîsana 2024’an de raporek ji aliyê Rêxistina Efû ya Cîhanî Emnesty International ve hatiye derketin, tê de hatiye diyar kirin ku Îran di 8 salên dawiyê de zêdetirî 853 kesan ku di nava wan de jin jî hene, darvekirine.  Tenê di sala 2023’an de 481 biryarên darvekirinê pêk aniye.

Hêjayî bîranînê ye ku li gorî nûçeya BBC ya Brîtanî, piştî Çînê welatê ku herî zêde cezayên darvekirinê pêk tîne Îran e.

Di berdewamkirina vê siyaseta nermirovî de ya ku tu derfetên azadiyê, azadiya fikrandin, lêkolînkirin, rexnekirin, axavtin û nêrîndayînê di mijarên girêdayî desthilatdariya Îranê û binpêkirinên di wir de tên kirin, nade. Hikumeta Îranê cezayê darvekirinê di derheqê du jinên çalakvan; Şerîfe Mihemedî û Rojnamevana Bexşan Ezîzî de derxistiye. Girêdayî berdewamkirina siyaseta dervekirin û binpêkirinên derheqê jin de pêk tên de hemû jinên azadîxwaz li cîhanê bertek nîşan didin. Bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê demê de bi hemû pêkhate, partî û saziyên xwe li hember vê yekê derketine û çalakiyan lidar dixin.

Li Kantona Efrîn û Şehbayê, endama Meclisa Edaleta Jin Nazlî Şêxo û nûçegihana Ajansa Nûjînha Fîdan Ebdullah ji rojnameya me re axivîn.

‘Sîstem bi zext û zagonan xwe dide birêvebirin’

Nazlî di destpêkê de bal kişand ser sîstema ku di Îranê de tê birêvebirin û wiha got: “Sîstema ku di Îranê de tê birêvebirin, sîstemeke ku di lûtkeya dîktatoriyê û faşîzmê de tê birêvebirin. di Îranê de hemû pêkhate weke  ku li hemû dewletên detsthilatdar yên nijadperest ji mafên xwe yên xwebûyînê bê par in. Bi taybet gelê Kurd li ser wan siyasetên gelek zirav yên xapandinê tê meşandin. Di her malekê de ajanek rêjîmî  tê avakirin û tirek li hember sîstemê di dilê gelan de avakiriye. Ev yek bê guman bi riya hişkbûn û hovîtiya ku sîstem xwe dispêrê  de hatiye avakirin. Tu kes bi tu awayî nikare serê xwe  rake û nêrînên xwe di derbarê sîstem û neheqiya ku gel pê re rû bi rû dimîne , bide. Ev ji bilî zagon û zexta sîstemê yên di bin navê
Îslamê de tên pêkanîn. Bê guman di nava vê sîstemê de ya herî zêde pê bandor dibe û li ser wê ferz dibe,  jin e.”

‘Em hemû Bexçan û Şerîfe ne’

 Nazlî anî ziman ku serhildana Jin Jiyan Azadî sîstema hovane ya Îranê hejand û ev zext û biryarên derdikevin berdewamkirina çewsandina wê serhildanê ye û wiha domand: “Ji sala 2022’an ve bi rakirina serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku hatiye destpêkirin de, Faşîzma Îranê yekemîn car bi lawazbûna xwe Ii hemberî  îradeya jinan hisiya. Bi vê serhildanê re ya ku pêşengtiya wê jina Kurd kiriye, xeteriyek li ser hemû sîstemên nejadperest yên cîhanê û ya Îranê da avakirin. Êdî serhildanên jinan li hemberî xwe weke xeteriyekê dibînin. Ji lewra di wê demê de hejmara herî zêde ji jinên ku daketine qadan hatin darvekirin, lêdankirin û hatin dîl girtin, ji wan jinan heya niha hejmareke gelek mezin di zindanên Îranê de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Ev serhildan bû hêz û îlhama serîrakirina jinan li hember sîstem û hikumetên ku azadiya wan bindestdikin. Hikumeta Îranê di çarçoveya tepisandina vê serhildanê de heyanî niha girtin û îşkenceyê di derheqê jinan de pêk tîne. Bi taybet jinên siyasetmedar, çalakvan, rojnamevan û kesayetên xwedî helwest hedef digire. Careke din di bin navê gev û tewanên cur be cur de cezayê darvekirinê di derheqê 2 jinên ku xwedî helwest û pêşengtiyê di xebatê xwe dikin de hate birîn. Cezayê ku di heqê Bexşan û Şerîfe de hatiye girtin cezayê li ser îradeya me weke jinên azadîxwaz e. Di oxira van cezayên bê heq û edaletî de ya ku di tavahî cîhanê de nayê qebûl kirin de, em di red kirin, piştgiriya jin, sûcdarkirina rayên giştî û rêxistinên navnetewî de bi îsrar in. Ger di sedsala 21 emîn de jinên xwedî helwest, îrade û hêz pir rihet dikarin werin darvekirin, wê demê em di sedsala bê edaletiyê de jiyan dikin. li ser wê esasê emê dengê piştgiriyê û azadiyê li hember Îran û hikumetên faşîst bilind bikin.”

’Parastina mafê rojnamevanan nayê kirin’

Her wiha nûçegihana Nûjinha Fîdan diyar kir ku Îran li hember îradeya jina azad bin ketiye û wiha got: “Ger îro sîstema faşîst ya Îranê li ser jinên azadîxwaz tundî û zextê dimeşîne, ev yek ji ber Îran li hember Îradeya jinên azadîxwaz yên ku li kolanên Îranê desmalên koletiyê çirandin û şewitandine dide îfadekirin. Bi taybet li hember jinên ku heqîqeta vê sîstemê derdixînin, Îran sûcên herî mezin kirine. Jinên rojnamevan di hinder Îranê de di nava zexteke mezin de jiyan dikin, bi hezaran rojnamevanên jin hatine girtin û darvekirin. Standina cezayên darvekirinê derheqê rojnamegerekî/ê de divê neyê qebûl kirin û li hember wê rêxistinên navnetewî yên parastina mafê rojnamevana bertek nîşan bidin û vê yekê di heqê tu rojnamevanekî/ê de qebûl nekin.”

‘Em ê bibin dengê Bexşanan’

Fîdan di dawiya axaftina xwe de ev got: “Weke ku rêheval Bexşan Ezîzî di nameya xwe de diyar gotiye ku “temenê azadiyê giran e, lê emê bi qasî wê bin” li hember vê seknê em rêzê digirin, di heman demê de nameye ji bo hemû rojnamevanan ku li ser şopa azadiyê û heqîqetê kar bikin û li hember sîstemên desthilatdar serî netewîn in. li ser vê bingehê çawa ku me li hember hêzên dagirker û qirker têkoşîn meşand û dengê heqîqtê ji cîhanê re ragihand, emê binpêkirin û sûcên di mafê rojnamegeriyê de tên kirin qebûl nekin û bibin dengê Bexşan û rêhevalên ku rû bi rû bi zilm û tundiyê re derbas dibin.”

Rêxistina Efû ya Cîhanî (Amnesty International)

Hêjayî bibîxistinê ye  ku Amnesty International di sala 1961’an de li Londonê hate damezrandin, yek ji armanca wê jî rawestandina tundiya li ser jinê ye û ji holê rakirina cezayê darvekirinê  ye.

Post Views: 118
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.