Dizgûnê Dewrêş
Rojek serê sibê ku “leşkerên mirinê” berê xwe dan vê axa tijî nalîn, mirin bû deriyê tekane. Ji ser sisiyê Tebaxa 2014’an deh sal derbasbû jî, ji êşa xwe tiştek winda nekir. Belê “zeman dermanê her tiştî ye” pir gotineke klasîk be jî rastiyeke din li kêleka vê gotinê ye ku êş li ser kîjan rih û mêjî bi çi mezinahî, ango giranî rûniştiye dive em zanibin.
Şengal, bihezaran zarok ji vê traumayê hê pêsîra xwe rizgar nekirine; dibe ku beşek ji wan, heya dawiya temenê xwe jî jê rizgar nebin. Yanê ev êşa giran, heya mirinê mixabin ji wan dûr nekeve jî. Beşek ji van bi metodeke din bikar bîne û ser vê êşê bigire, ji bîr kirinê bikar bîne; lê ev tenê ji derve wûsa xuya be. Beşek jî her temen mezin bû bi êş û tamên din van bîranînan re siviktir bike û jiyanê bi vî awayî bipejirîne. Eger bîne bîra xwe dehsal berê van rojan dinyayek wiha hebû: Bi deh hezaran kesên kinc reş, di destê wan de çek û derfetên artêşên fermî û li vê herêmê talan û mirin ji xwe re kiribûn al, kevana zêrîn dabûn ber “şûr”ên xwe yên jengarî (zinger bûyî). Li hêla din dinyayeke kezebşewitî(!) li çokê xwe dida digot: “Hey wax ! Ev barbarî li vê herêmê serê herkesî bitewîne û bikûje”
Bi deh hezaran Kurdên Êzîdî ji van hovan re hiştin ku bi gorên komî werin “xelat” kirin! Plansazên wan rojan, herhal di nava xwe de van komkujiyana bi vî awayî nav dikirin. Kî dizane dakû li mal şaş nekin peyv û têgehên nixûmandî bikar dianîn; da ku zarok û endamên din yên malbatê ji van dek û dolabên bêbext hayedar nebin. Pê nehsin ku dê û bavên wan cêwiyên rûhistinê serdemê ne.
Beyî armanceke maddî tu şer rû nadin. Komkujiya ku ji wê rojê virve li dora me sistematîk tê bicîh kirin jî bêyî vî aliyê maddî nirxandin xapîn e. Daesh, tenê enstrûmaneke qelb ya vê armancê bû. Wê demê zêde, lê îro jî li gor pêwîstiyan tê bikaranîn. Ya gûheriye tenê rêbaz û hacetên din niha li meydanê tên rêz kirin yanê cûre yah acetan zêde bûne. Di armancê de tu guhertin tune ye.
Plana 9ê Cotmehê, adresa teqînên Siba Shêx Xidir û Til Îzerê ne jî. Ji berk u encamên herduyan jî mirinên komî ne. 3yê tebaxê tenê ji bo temam kirina vê mîssîonê ye. Di vê salvegera dehemîn ya 3yê Tebaxê de çav, guh û rihê me pêşketin û planên Rojava serdestan pir baş analîz neke û li gorî wê tevnegere vê nabe. Di her zemînê de ji her kesî re bête nîşandan ku ez bi miriniê li pêy daxwazê xwe me. Eger ev bi vîawayî nebe, ji te bistînin. Siyasetê de beşa laweyan tune, guftûgo hene lê, bazar û dîplomasî bi vê beşê destpê nayê kirin. Ev rêbaz hem rêbaza herî nezanî, hem rêbaza here xisardar û hem jî rêbaza here lahnetî ya winda kirinê ye. Bazara rast pêşî garantî kirine beşa here mezin ya xwestekên tên kirin in ku li ser vana bazar nayê kirin. Guftugo, tenê vê garantiyê resmî dike. Beşa duyem de çi taktîkî û çi jî wekî berdêla vê statuyê tê girtin an jî tê bardan tê guftugo kirin. Şengal, piştî vê karesata plan kirî, êdî îspat û delîl a herî xwert ya destê me ye ku li ser bazar nayê kirin e. Eger aliyên eleqedar, mijara Şengalê, ji mijara stratejîk ya dahatuyê wekî
- Av
- Neft û gaz
- Cewher û mineralên stratejîk
- Rê û ragîhandin
- Çandinî
- Guhertina demografîayê
Nêrînên ji van xalan dûr, wê bibe xeletiyeke pir mezin. Şerê ku qet li vê herêmê ranewestiyaye me wekî zindiyekî brîndar tenê bi xwe re mijûl dike ku em berê xwe nedin ser mijar, merhalê û îstiqametekî din da bi hêz nebe.
ŞOPA TILIYÊN KOMKUJIYÊ:
Encama qirkirina 3yê Tebaxa 2014an pêşiya hertiştî şopa tiliya hêzên zilhêz yên cîhanî û hêzên herêmî di serê civaka me de bi asteke bilind zelal bû.Hewldanên “şîlo” kirinê ya vê bêbextiyê digel hemû derfetên medîatîk û dorpêça îdeolojîk jî biser neket. Gelê me, berpirsiyaran jî nas dike û berpirsiyariyên xwe çine jî her roj zêdetir dihese. Siyasetên ku li herêmê armanc dikirin ku Êzîdiyan bi teviznadinê ji hole rakin bi vê bêbextiya sosyo-anestezik, şiyarbûneke tund re rû bi rû ma.
Di dawî de kampên ku ew lê dihatin girtin niha derî tên dadan û ew vedigerin ser axa xwe. Yên koçberê welatên din bûyî xisarek bê sîndor bihêle jî vegerek, nû vê êşê -hindik be jî- sivik dike. Gelê me, ji vê komkujiyê dersên mayînde derxistin e yan dernexistinê bi pratîka xwe ya nû nîşan bide. Îsbata vê ne mayîna li Şengalê ye tenê; di heman demê de dahatuyeke çawa re xwe amade dike girîng e. Ji bo vê, rê û organize bûneke xwert bo meşandina siyasî; rê û organizebûneke pêşketî bo aboriyeke, ku li wir, di Şengalê de diafirîne, hildibirîne de bi hers û biryar be. Ev hem dibe sedema kar û debara ku asta jiyanê bilindtir bike û hem jî rêya benca tevizandinê siyaseta “birinc-ard-rûn- şekir” re derî bigir e.
Di bin vê atmosferê de gelek tiştên hêja qewimîn û vê mûsîbetê civaka me ya Êzîdî hejand. Hejandina komkujiyên berê piranî du encam dianîn ew jî xwert kirina xwe parastinê û hewldana peydekeirina derdorên bêalî yan jî muttefîqên nû. Lê vê care herî kêm çar encam derxistin hole. Li gel van herdû encamên ku ji bav û kalan mayî; fêm kirina grîngiya stratejiyek mayînê li jiyanê û tevgerîna stratejik.
Mirov, berhemdariya mêjiyî ya piştî vê komkujiyê, di vê çarçovê de bibîne. Eşkereye ku komkujiya 3yê Tebaxê re gelê me yê veceniqî demek pişt re xwe ji vê şokê derxistiye û şiyar mayîn ji xwe re kiriye xisletek xwert. Encamên vê şiyarmayînêye ku li ser hemû sektorên civakî bîrmendî û afrînerî zêde dibe. Ji nifşên serdema komkujiyê ku zarok û ciwan bûn her roj hunermend, helbestvan, werzişvan, nivîskar û hwd radibin. Eva îşareteke pir pozîtîv e. Civakek wekî civaka Êzîdî ku hiyerarşiya civakî hê xwert e dikanî zêdetir û leztir vêna pêk bîne. Lê ji ber pirsgirekên nava vê hiyerarşiyê nehatiye çareser kirin, loma jî sînerjiya ku tê hêvî kirin dernakeve holê.
Taybetî serdanên Qûbeyan û vegorîna Pêriyan de li dîwana Dengbêjan, ji helbest û wêje yê re jî cîhek bê dayîn eva dilxwezi (motîvasyon) yeke zêde re rê vebike. Rêveberiya Xweser û dezgeyên civakî, qadên xwe zêdetir ji ciwanên afrîner re vekin.
Tişta ku bazarê dike bazar hilbirîn û pêdivî ne; lê tişta ku hibirînê geş dike jî bazara peyde kirina wan e. Serdîwanên van rûniştinan zêdetir ji vî nifşî re rê vebikin, berhemdarên vî nifşî jî zêdetir derkevin ser zemînên wiha li ber çavên raya giştî û xwe nîşan bidin. Sazî û dezgeyên Çand – Hunerê çiqasî hişmendiya li pişt berxwedanê xwerttir bixwaze dive vê deriyê hûnerê xwedî bike, geş bike û rol bidê. Helkeftinên civakî, ger bi berhemdariya mêjiyê hate pesend kirin civak, ber bi pêşketin û rindî ve diçe. Fermana 3yê Tebaxê bi vê derfetê ku hate têk birin hesabên tarî wê bixitimin.
Ew derfet û potansiyel heye jî.
“Ji bo giyanê pakrewanên vê jenosîda dawî”