Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxa huner û wêjeya kurdî (Hunermend Ednan Ibrahîm)

14/08/2024
in Uncategorized
A A
Ji çiraxa huner û wêjeya kurdî  (Hunermend Ednan Ibrahîm)
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermendê dengê şoreş, evîn û aştiyê Ednan bavê Hêco stranbêj, bestekar û awazkarekî kurd e, di destpêka jiyana xwe de, bi nêrîn û meylên xwe yên siyasî û neteweyî yên ku rasterast bi huner û muzîka wî ve girêdayî bûn, hatiye naskirin û karîbû şêwazeke stranbêjiyê ji bo xwe bi afirîne ku ji nifşê xwe yê hunermendan cuda be.

Ednan Ibrahîm di nav kesayetên welatê me yê delal de kesayetek bi rûmet e, xwediyê resenbûn û dengekî xweş û xemgîn e, kurê bajarê evîn û aştiyê ye, çavkaniya nivîskar û hunermendan, sengera şêr û lehengan, bajarê Dêrik, bûka Cizîrê ye.

Dema ku tê behskirin li ser hunermendekî bi hest, raman û bêhnxweş mîna Bavê Hêco, pênûs, raman û hîs lawazbûna xwe di derbirîn û xweşikbûna gotinan de radighînin,  ewî dizanîbû çawa ku şoreş û evînê bi deng, awaz û hunera xwe di nava zehmetiyên herî dijwar de kombike, dema ku gelek hezkiriyên hunera Kurd nikarîbûn straneke Kurdî bibêjin û beşdarî çalakiyên hunerî û siyasî bibin, di bin siya rejima Baasê ya sitemkar de.

Hunermend, bestekar û nivîskarê kurd Ednan Îbrahîm bavê Hêco di 25’ê Cotmeha sala 1969’an de li bajarê Dêrikê ji dayîk û bavekî kurd hatiye dinê, bavê wî “Mihemed  û dayîka wî Qemerî ” kurê herî biçûk di nav heşt zarokên malbatê de ye ku (sê xort û pênc keç) bûn. Ew li navenda bajarê Dêrikê, di navbera xirbeyên Qijleya Fransî de, li kêleka çemê Dêrikê, Gola Mele Hamid, û çemê Bacirîqê, li ber şirikên kaniya eskerî û Xumxuma dengê wê, mezin bû, li ber vîzevîza bayê darên bexçeyên nadirê û çîvçîva çivîkan di nav bexçeyê Necim û di hundir malbateke dilnizm de ku comerdî, resenî û nirxên netewî pê dihate nasîn mezin bûye, xwendina xwe li bajarê Dêrikê qedand, qonaxa seretayî li dibistana Nazim Tebeqcelî, ya navîn li dibistana Yûsif El-Azme û ya amedeyî jî li Dibistana Pîşesazî li Dêrikê xwendiye, xewna wî ew bû di wê demê de, ku derbasî  Enstîtuya Muzîkê bibe, lê bi wê yekê dilşa nebû, lewra tevlî Enstîtuya Navendî ya Pîşesazî li bajarê Hesekê bû.

Hîn di dibistana navîn de, dest bi karê xwe yê hunerî kiriye bi nivîsandina helbestan bi zimanê erebî, lêxistina tembûrê û fêrbûna baglamê li ber destê şehîd Haşim Keleş û di qonaxa  dibistana amedeyî de gelekî bi stranên gelêrî û filoklorî yên kurdî bi bandor dibe û hest û henasên netewî zêdetir li cem wî pêş dikeve, di wê demê de dest bi nivîsandina helbestên kurdî û danîna stranên şoreşgerî dike, ji ber wê jî dev ji stranbêjî û nivsandina bi zimanê erebî ber dide û li şûna wê stran û nivîsên zimanê dayîkê datîne.

Hunermend Ednan bavê Hêco di hevpeyvînên xwe de dibêje:

Ez gelekî ketim di bin bandora stranên gelêrî û filoklorî yên kurdî de û ew ji bo min bûn wek kaniyekî diherikî, min li stranên Ebdil Ezîzê Simê, Îbrahîm Baneqesrî, Reşîd Elanê guhdarî dikir û her wiha jî min ji stranên hunermend Mihemed Şêxo, Erdewan Zaxolî û Seîd Yûsif pir hez dikir û guhdarî dikir, wê demê hestê min yên netewî geş bû û min dest bi nivîsandin û çêkirina stranên şoreşgerî û welatparêzî kir.

Hunermend Ednan bavê Hêco yek ji damezrînerên Koma Cûdî ye ku di sala 1987 ‘an de li herêma Dêrikê hatiye damezrandin û bi komek hunermendên hêja re di Koma Cûdî de tevlî gelek şahî û pîrozbahiyên netewî yên wek Newrozê bûye,  mîna: (Şehîd Haşim, Şehîd Emîn Sofî û hunermend Nîhad Diyab, Nizar Hecî Yûsif, Ciwan Sebrî, Hesen Dêrikî, Şezad Resûl, Ferhan Ezeb,Azad Nûredîn, nemir Şêx Zêdan û hunermend Şîlan Şernexî, Sebrê Torî û Dilber Omer û çend stêrkên şanogeriya Dêrikê wekî “şanogerê komîdî Mihemed Ebû Elî, Sekvan torî, Ebodê,Hisên Tahir û nemir Mihemed Hecî Casim”, û komek helbestvan wek Yûsif bavê Ceger, “Diljan Cûdi”, Melevan Rasûl, Mihemed bavê Fener, û Ciwan Mela Alî re  beşdar bûye.

Hunermend Ednan bavê Hêco deryayeke dan û kanîyeke ku tu carî zuha nabe, ji çavkanî û pinarên hunera wî gelek hunermendên mezin av jê vexwarine, gelek awazên stranan danîne ku mezintirîn stêrên hunerê strandine yên mîna hunermend: (Sîmar, Mem Ararat, Cemal Sadûn, Ednan Seîd, Husên Şakir, Azad Feqe, Mustefa Xalid, Ronî Cezrawî, Nîhad Yûsif, Azad Nûredîn, Emîn Nadir, Rakan Elanê û Bengîn Cezîrî tevî gelek hunermendên din)

Her wiha ji bo gelek komên hunerî jî nivîsiye û awaz çêkirine wek:( Koma Berxwedan, Koma Ahîn, Koma Cûdî, Koma Serhildan, Koma Wanê).

Şarezayiya hunermendê me Bavê Hêco tenê di nivîsandina helbest û stranan de sînordar nebû ye, lê bi dehan stran ji bo Kurdistanê, ji bo azadî, ji bo aşitiyê, ji bo zarokan, ji bo evîn û hezkirinê, bi dengê xwe yê xweş û awazên xwe yên şêrîn gotine, heft albom ji awazên xwe belavkirine, wî gotinên piraniya stranên xwe ji helbestên helbestvan Diljan Cûdî û ji hin helbestên helbestvanên mîna (Melvan Resûl, Îbrahîm Cangîr û Mihemed bavê Fener) hilbijartiye, her wiha ji dîwanên helbestvanên mezin ên wekî Melayê Cizîrî û Cegerxwîn jî hin helbest çêkirine.

Ednan bavê Hêco di nîveka salên heştiyê yên sedsala bîstan de dest bi karê hunerî kir û bi gotin û awazên xwe û ji bilî dengê xwe yê xweş bi lez û bez karîbû xwe bigihîne dilê gelê xwe.

Ji girîngtirîn kar û berhemên wî yên hunerî ev in:

Heft albûm ji aliyê wî ve hatine çêkirin

Zêdetirî 200 stran çêkirine, ji bilî nivîsandina gotinên zêdetirî pêncî stranan .

Di nav stranên wî yên herî navdar de, ku ji hêla hunermend û komên hunerî yên mezin ve hatine gotin:

1- Destana Ava Mizin ya bi navê “koma Cûdî” bi dengê hunermend Nîhad Diyab.

2-Ey Rojava “gropek  ji hunermend û stêrkên Dêrik ê”

3-Çîçekê: Sîmar û Mem Ararat

4- Dermana tu nedeyne: Cemal Sadûn

5-Dr. Kendal: Şêrîn Akaş

6- Xweska Li zozana: Azad Feqe

7-Delberê Dilber: Emîn Nader

8- Omer Axa: Ronî Cezrawî

9-Destê evînê Ket dilê min: Ednan Seîd

10 Xalo Xalo: Mistefa Şaker

11- Berxwedan xweş doze: Koma Berxwedan

12- Xanim Xanim: Nîhad Yûsif

13-Ax lê Êma: koma Ahîn .

14-Wey li min: Mesûd Cezîrî

15- Feleka xayîn: Nihad Diyab

Ji ber xebatên xwe yên hunerî û çandî, rastî gelek zehmetî û zextên rêjîma Bais a Sûriyê hat, û ji ber girêdan û pabendbûna wî bi huner, mûzîk û komên hunerî ve jiyaneke feqîr derbas kir, ji ber wê yekê neçar ma ku koçî derveyê welat bibe. Di sala 2009’an de û ji berî ku ber bi Siwêsreyê ve here, hezkiriyên xwe û welatê xwe yê ku jê hez dikir li dû xwe hiştin û zehmetiya sirgûnê bi hesreta dîtina welatê xwe û hogirên xwe jiya û agirê hesret û bêrîkirina axa welat û bajarê Dêrikê dilê wî disojand.

Rêhevalê wî û sebra wî tenê  têlên tembûra wî û tîpên helbestên wî bûn, wan hemû zextan vîna wî (îradeya wî) neşikandin û hewesa wî ya ji bo huner û muzîkê kêm nekirin û li wir keçek ji bajarê xwe bi navê  xanim (Eyşe Seîd) nas kir û di sala 2015’an de zewicîn û du zarok ji wan re çêbûn (Mihemed û Noşa) .

Hunermend Ednan bavê Hêco karîbû şêwazeke stranbêjiyê ya taybet ji xwe re çêbike da ku wî ji nifşê xwe yê hunermendan cuda bike.

Ew li ser depê şanoyên herî navdar derket û bi stêrkên hunerî yên mezin re stran gotin û hebûnek berbiçav pêk anî, gelekî têkoşîn kir û navê xwe li ser singa zinaran nivîsand,  di demeke dijwar de ji bo ku bikare nasnameya xwe ya hunerî bide îspat kirin,

Wî karîbû di bîrdanka hunera kurdî de şopeke zelal bihêle û stranên wî bi awayekî berbelav li ser zimanan hatin vegotin û di nav girseya kurdî de hebûneke baş tomar kir. Ji ber ku ji welatê xwe û gelê xwe hez dikir û bi saya wan ji xelkê û mirovatiyê jî hez dikir, ji bo hemûyan bi  eşq û evîn,bi dilpakî , duristî û hezkirin stran digotin, lewma jî heman hezkirin û heman durustî lê vegerandin.

Ji ber ku stran li cem wî gotineke rast û xweş bû û baştirîn rê bû ji bo rizgarbûna ji her cure êşan û çûna ber bi cîhanek firehtir, azadtir û bextewartir ji ber ku stran ji bo wî sirûda rizgarbûna ji nîrê bindestiyê û rizgarbûna ji koletiya demdirêj a ku Kurd pê êşiyabûn û ew kiribûn qurbanê stemkariyê. Wî baş dizanîbû ku mûzîk destlêdana  pencereyên giyan dike, di hundurê wê de bihna aramî û kêfxweşiyê belav dike, û ew yekane rê ye ku dikare tiştan himbêz bike ku destên me nikarin wan hembêz bikin. Hêviya serkeftin, afirîneriyê û pêşketinên zêdetir jêre dixwazim. Ji mîrasa wî ya edebî, hunerî û çandî re mayende û berdewamî.

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.