Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li kantona Cizîrê nîşaneyên paşketina çavkaniyên xwezayî

14/08/2024
in Uncategorized
A A
Li kantona Cizîrê nîşaneyên paşketina çavkaniyên xwezayî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Nîşaneyên heyî didin xuyakirin ku çavkaniyên xwezayî li kantona Cizîrê bi paş ketine. Pisporan bal kişand ser polîtîkayên avê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got ev polîtîka ji bo ewlehiya xurekê û cihêrengiya biyolojîk û siberoja herêmê xeternak in.

Li gorî rapora meha Adara par a Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) “Aboriya cîhanê çavkaniyên xwezayî zêde xerc dike. Bikaranîna çavkaniyên xwezayî dê di 50 salên bê de 3 qat zêde bibe. Bikaranîna bê ser û ber bandorê li hêza çavkaniyan a xwenûkirinê dike û hevsengiya xwezayê xirab bike û zirarê dide jîngeha xwezayî.”

Rewşa çavkaniyên xwezayê li kantona cizîrê

Kantona Cizîrê bi çavkaniyên xwe yên xwezayê wek depoya xurekê ya welat tê naskirin. Li gorî saziyên têkildar, li herêmê çavkanî gelekî kêm dibin.

Endamê Gerînendetiya Çavdêriya Jîngehê ya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Munzir Silêman diyar kir ku li herêmê kalîteya çavkaniyên xwezayî wekî av, ax, hewa, kêm dibe û sedema vê jî wiha şîrove kir: “Serkaniyên tevahî çeman li Tirkiyeyê ne. Dewleta Tirk ava çeman kêm dike an jî dibire. Di encama vê yekê de rêjeya ava çem, gol û bendavan ku çavkaniyên çandinî û avê ne, gihaştina astên jêrîn. Ev yek jî rasterast dibe sedema bêkalîtebûna axê û kêmbûna heşînahiyê. Di heman demê de polîtîkayên pîşesaziyê dibin sedema aloziya avhewayî û bilindûna pileya germahiyê. Vê jî bandoreke mezin li van çavkaniyan kir. Her wiha kiryarên mirovî yên xirab jî dibin sedema kêmbûna çavkaniyên xwezayî.”

Silêman têkildarî rewşa li kantona Cizîrê jî got: “Di salên dawîn de qadên heşîn gelekî kêm bûn. Sedema vê yekê birîna daran û kolandina bîran e. Di encama kêmbûna baranê û hişkesaliya çend sal berê de çavkaniyên avê bûn. Di encamê de guhertineke mezin di xwezaya axê de çêbû. Di heman demê de ji ber belavbûna jeneratorên ceyranê û zêdebûna erebeyan hewa jî pir qirêjî bû. Ev hemû nîşaneyên hebûna krîzeke xwezayî ne.”

Çavkaniyên avê

Li kantona Cizîrê bendav wek çavkaniyên sereke yên avê tên dîtin. Li kantonê 10 bendav hene. Çavkaniyên tevahî bendavan jî ew çem in ku ji Bakurê Kurdistanê tên û dewleta Tirk kontrol dike. Di bendavan de milyarek û 16 milyon metrekab av tê depokirin, lê niha bi tenê 160 milyon metrekab depokirî ye. Li kantonê golek tenê heye, ew jî gola Xatûniyê ye ku 15 milyon metrekab avê depo dike.

Dewleta Tirk ji sala 2019’an ve anku piştî Serêkaniyê dagir kir, ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek kesên li Hesekê biriye. Her wiha ava çemê Firatê jî kêm kiriye.

Li kantonê 27 hezar û 150 bîr hene ku ji bo çandiniyê wek çavkaniya sereke tên bikaranîn. Di malan de jî 2 hezar û 150 bîr hatine kolandin. Li gel kêmbûna ava çem û bendavan asta ava bîran jî dadikeve.

Kêmbûna şînahiyê

Li gorî daneyên Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîkî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şînahî ji sedî 2-4`ê rûbera giştî ya herêmê ye. Li kantona Cizîrê şînahî ji sedî 0,17 e. Lê 4 milyon darên fêkî û yên din hene.

Di salên aloziyê û kontrolkirina çeteyên DAIŞ`ê de, gelek dar hatin birîn. Heta niha daneyeke fermî nîn e, lê tê texmînkirin ku nîv milyon dar li Çiyayê Kizwanan hatine birîn. Kantona Cizîrê beşeke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku sêyeka wê zuha ye û li pêşberî pirsgirêka şorbûnê re rû bi rû ye. Salane ji 1-2 hezar hektar axa wê paş dikeve û ji sedî 85`ê erd di bin gefa çolbûyînê de ye. Li gorî Silêman, ev rewş bêaramiyê çêdike û rasterast bandorê li jiyana xelk û ewlehiya xwarinê dike.

Çemê Xabûr yek ji çemên sereke yên herî mezin ên li herêmê ye. Li gorî daneyên Gerînendetiya Çavkaniyên Avî ava wî pir kêm bûye.

Kêmbûna ava Xabûrê bandorê li nêzî 16 milyon donimên genim, ceh û darên fêkiyan ên li geliyê Xabûrê di herêma navbera kantona Cizîr û ya Dêrazorê de dike.  Li gorî daneyên Gerînendariya Daristan û Parastgehan, hejmara darên wekî tû, hejîr û spîndaran gelekî kêm bûye. Gelek ajal jî wek berazên kovî, dirindeyên nêçîrê, masî, xezal êdî xuya nakin.

‘Siberoj di xetereyê de divê her kes tiştinan bike’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiyeke mezin dide qada jîngehî û çavkaniyên xwezayî. Ji lew ra desteyeke taybet ava kir û sala 2022`yan ji bo hawîrdorê qanûn derxist. Bi rêya wê qanûnê armanc dike jîngehê û çavkaniyên xwezayî biparêze.

Silêman ev yek destnîşan kir û got: “Deste bi hevkariya însiyatîfên civakî, sazî, deste û civakê li gorî siyasetên herêmê û derfetan hewl dide bandorên aloziyên jîngehî kêm bike. Ji lew ra ji bo zêdekirina şênahiyê li gorî bernameyên diyar kar û xebatê dimeşîne.”

Li gorî Daneyên Gerînendetiya Daristanan a Desteya Çandiniyê û Avdanê, ji 2014`an ve desteyê milyonek dar û şitil li bajar, bajarokên kantonê belav kirin û xebatên çandina daran hîna berdewam in.

Silêman wiha domand: “Ev proje têrê nakin ji ber wê Desteyê bi rêya Gerînendetiya Şopandina Jîngehî, tedbîr û siyasetên jîngehê û şert ji sazî, kargeh û şîrketên li herêmê re danîn ku divê li gorî wan kar bikin.”

Silêman di dawiyê de got: “Ji bo ku ev rewş xirabtir nebe û ji bin kontrolê dernekeve, divê sazî, şîrket, civak û endamên civakê, çavkaniyên xwezayî biparêzin. Ji ber ku çavkaniya sereke ya pêdiviyên rojane ye ne tenê li herêmê lê belê li seranserî cîhanî. Pêwîstiya nifşên bê bi çavkaniyên xwezayî hene. Divê em xerckirina zêde ya van çavkaniyan kêm bikin û rêbazên alternatîf ên dostên jîngehê bi kar bînin.”

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.