Argêş Gewda/Qamişlo
Rojnamevan û rêhevala Denîz Firat ya tekoşînê, Hîvda Hebûn diyar kir ku tekoşîna Denîz Firat ya şoreşgerî û ragihandinê ji bona jin û civakê giştî bû mînakek herî mezin, şahadeta wê jî bandoriyeke mezin di nav dilê Kurdistanê de da avakirin
Dîroka 6‘ê Tebaxa 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê êrîşek terorî li ser Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûr pêk anîn. Di encama êrîşê de jî rojnamevan û şoreşgera kurd Denîz Firat jî şehîd bû.
Di derbarê jiyana şoreşger û rojnamevan Denîz Firat de, rêhevala wê ya tekoşînê û hempîşeya wê Rojnamevan Hîvda Hebûn ji rojnemeya me re axivî.
Denîz Firat bi hevaltiya xwe re pir girêdayî bû
Hîvda Hebûn diyar ku tevahiya aliyên jiyana şehîd Denîz bala mirov dikşîne û wisa dest bi axiftina xwe kir: “Di dîroka 2011’an de li qadên Parastina Medya ji aliyê dijmin ve êrişên pir dijwar çêdibûn. Taybet li ser heremên wek Xakûrkê û Xinêre rojane êriş pêk dihatin. Ji aliyekî ve êrişên dewleta Îranê her roj li ser herema Xinêre çêdibûn û di aliyê din de jî li Xakûrkê rojane ji aliyê dewleta Tirk ve êrişên hewayî çê dibûn. Giştî hêz 24 saetan di nav tevgerê de bûn. Êrişên ku di despêka biharê de destpê kiribûn, heya zivistanê jî berdewam kirin. Kesên ku taybet li Xinêre mane dizanin ku payîz û zivistana wê çiqasî dijware. Li ruxmê wê jî giştî hêzên ku Xinêre û Xakûrkê neketibûn kampên zivistanê. Piraniya hêzê heya dawiya payîzê hêja cihê xwe yên zivistanê amade nekiribûn. Yek ji wan jî tabûra me ya Arê bû. Wek tabûr em li wê qadê diman. Êdî dawiya payîzêbû û li arê berfê dest pê kiribû. Gelek cih êdî di bin berfê de mabûn. Tabûrê nû dest bi amadekirina kampa zivistanê kiribû. Her roj ji destpêka berbangê heya êvarê me kar dikir ji bo ku em di demek lez de kampa xwe ya zivistanê xilas bikin. Rojekî berbangê em çûn ser kar, êvar de berf barîbû, cihê me kolandibû giştî di bin berfê de mabûn. Dema me hewl dida ku em berfê paqij bikin, me dît berpirsiyara yekîneya me hevala Avşîn û li gel wê jî du heval ber bi me ve tên. Hevalek jin û hevalekî xort bûn. Di destê hevalê xort de wênekêşek hebû û di destê hevala jin de jî kamîreyeke video hebû, kamereya xwe ji destikê wê girtibû û ber bi me ve dihatin. Dema gihiştin me silav dan piştre yêkser wê hevala jin kamereya xwe vekir û karê me dikir dikêşand. Di aliyekî ve jî ji hevala berpirsiyara yekîneyê pirs dikirin. Pirsên wê giştî li ser ewlekariyê, li ser şêwazê kampê û ji bo rewşek heyî wê çawa bikaribin xwe biparêzin bû. Her pirsek ji heval dikir, kamîreya xwe dizvirand li ser cihekî din, hevala Avşîn dema dest bi bersiva pirsên wê dikir wê jî di aliyekî ve dîmenên me dikişand. Wan deman me hevalên ragihandinê zêde wek leşker nedîdît. Me wisa dizanî ku ev heval ji gerîlatiyê û ji şer fem nakin, dema ku wê ew pirs dikirin bala min çû ser wê, ji min re gelek balkêş hat.”
’Tevgerê ew dişande kîjan erkê, ew herdem amade bû’
Hîvda Hebûn di dewama axaftina xwe de behsa fedekariya Denîz Firat kir û wiha pê da çû: “Heya ku wan karê xwe xilas kir û çûn bala min her ser wê hevalê bû. Bi giştî hevalan re nîqaşên wê, pirsên ku ji hevalan dikir, rehet nêzîkatiya wê ji hevalan re heya roja îro jî di bîra min de ye. Ez dikarim bêjim ku yekemîn nêrîna min li ser hevalên ragihandinê dema ku min ew heval dît hat guhertin. Ji Xinêrê heya Arê meşiya bûn. Ev jî dihat wê wateyê ku herî kêm 2 û 3 rojin di rê de ma ne. Him despêka zivistanê bû, pir sarbû, him jî her roj bi dijwarî êrişên dijmin çêdibûn. Lê ew ji bo ku tenê hin kêliyên me yên jiyanê bikêşîn ewqas rê û xeterî dabûn ber çavên xwe û hatibûn. Naskirina min ya heval Denîz Firat di despêkê de bi vê şêwazê çê bû. Pîştî demekî di sala 2012’an ez jî derbasî karê ragihandinê bûm. Ji bo wê payîza 2012’an ez derbasî herêma Garê bûm. Cara duyemîn min hevala Denîz li wir careke din dît. Ji xwe zivistanê em bi hev re di kampekî de man. Lê wê zivistanê me zêde bi hev re dem derbas nekir. Ji ber hevala denîz her tim di nav tevgerê de bû. Ew û hevalên ku bi hev re kar didan meşandin piranî li qadan bûn û dema ku li kampê bûya jî heya derengiya şevê kar dikirin. Em jî ji ber nû çûbûn wî karî zêde me heval nedîdît. Bihara 2013’an ez û hevala Denîz bi hev re derbasî kampa Ş. Rustem Cudî bû.”
Derbasbûyina Denîz kelecanek mezin di nav gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî de ava kir
Hîvda Hebûn wisa li axaftina xwe zêde kir: “Denîz, zaroka wê kampê bû. Ji ber ku malbata wê di salên 90’î de koçber bibûn, li kampê jiyan dikirin. Kampa Mexmûrê giştî heval nas dikirin û pir jê hiz dikirin. Dema ku agahiya gel çêbu ku wesazîya Denîz jibona çêbuye her roj malekî ew bangî malê dikir. Gelek welatiyên kampê jî, ji bo çareserkirina pirsgrêkên xwe jî dihatin gel Denîz. Ji xwe pir zêde nema êrışên çeteyên DAIŞ li li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê jî dest pê kir. Di nav kampê de jî amadekariyên êrişên DAIŞ dihat kirin. Ciwanên Mexmûr komên parastinê amade dikirin. Ji Herêmên Parastina Medya ji ji bona hemberî êrîşên DAIŞê hêzên parastina hatibun wesazîkirin. Di wan deman de DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê, Denîz ji bo ku xwe bigihîne gelê wir û herî kêm bikaribe însanan xilas bike ketibû nav hewldanan. Li ser telefonê xwe digihand gel û ji bo ku xwe bigihînin hevalan alîkariya wan dikir. Heya ku gel digihiştin cihê ewle Denîz nedisekînî. Ji xwe demek derbas nebû êdî êrişên DAIŞ’ê li aliyê kampê jî dest pê kir. Çeteyên DAIŞ’ê demek pir kin de xwe gihandin derdora kampê, pêşmergeyên PDK’ê cihên xwe giştî berdabûn, ji ber wê jî çeteyên DAIŞ’ê di şevekî de xwe gihandin nêzî kampê. Piştî ku gel bi giştî ji kampê hat derxistin, hêzê ewlekariyê û komên ku ji mîlîsên Mexmûrê pêk dihatin ji bo ku kampê ji DAIŞ xilas bikin vê carê kamp dorpêç kirin. Heval Denîz jî bi wan koman re tevger dikir. Di her gavê de bi wan re bû. Yek deqeyekî jî ji wan qut nedibû. Dema em gihiştin tepeyên li ser kampê, Denîz jî nû ji çalakiyê hatibû. Ji ber ku hêz hijmara xwe kêm bû, piraniya wan mîlîs û ciwanên kampên bûn, cepxaneya wan pir sînordarbû. Ji ber wê jî êvara grûbên piçûk diketin kampê çalakî dikirin. Denîz jî bi wan re her carê diçû. Batariya kameraya wê nemabû, batarî ji me girt û wê kêliyê de hevalekî xort hat jê re got pêşmergeyan doçka anîne, nizanîn daynin, ka we re em jî biçin gel wan. Piştî ku ew çûn çend deqe derbas nebû, pevçûn dest pê kir. Di navbera me û wan de bi qasî 30 metreyî hebû. Çeteyên DAIŞ’ê êriş dest pê kirin, çekdarên PDK’ê dema ku dîtin DAIŞ’ê êriş kirin yekser erebeyên xwe sûwarbûn û reviyan. Ji xwe çeteyan destpêkê êrîş li ser koma ku heval Denîz nav de ye de kiribû û heval Denîz û du hevalên xort birîndar bibûn. Hê pevçûn berdewam dikir hevalan, Denîz ji nav pevçûnê derxistin û şandin. Me dizanibû ku heval Denîz birîndare, piştî sê rojan agahî gihişt ku şehîd ketiye.’”
Şahadeta Denîz Firat li ser ciwanên kampê bandoriyek mezin da avakirin
Hîvda Hebûn axiftina xwe de cangorîyên hemberî êrîşên DAIŞ‘ê şer kirine û şehîd bûne bibîranî û axiftina xwe wisa dawî kir: “Bandora şahadeta heval Denîz di heremê û taybetî li ser gelê Mexmûr bandorek pir cuda kir. Denîz zaroka wê kampê bû û him jî ji bo ku wan ji DAIŞ’ê biparêze xwe feda kiribû. Piştî ku ciwanên mexmûr pê hisiyan ku Denîz şehîd ketiye bi sedan ciwan berê xwe dan qada şer. Heya mirovên temenê xwe mezin jî hatin çek rakirin. Niha li kampa Mexmûr gelek zarok navê Denîz rakirine. Denîz bi tekoşîn, kesayet, hevaltî û sekna xwe ya fedakar ve li di nav gelê Mexmûr de bû sembola berxwedaniyê û ev heya roja îro jî berdewam dike. Denîz çavên xwe di nav şer û koçberiyê de vekir. Wê dijwarî û zilma dijmin di temenek pir piçûk de nas kir. Li hember dagirkerî, îxanet û bê rûmetiyê tekoşîn bide da û ev soza xwe heya kêliya jiyana xwe a dawiyê bê teredût pêk anî.’”