Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriye dûrî aşitiyê xuya dike

14/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sûriye dûrî aşitiyê xuya dike
Share on FacebookShare on Twitter

MSD, bi rêjîma Sûriyê re hevdîtinên xwe berdewam dike. Lê ti pêşketin nayê dîtin. Yên ku nûnertiya rêjîmê dikin di nav guherîneke hişmendî de nîn in. Weke ku bi salane li Sûriyê şer nebuye û bi gel re ti pirsgirêkên wan tune ye, tevdigerin. Bang li hêzên ku nûnertiya MSD’ê dikin da ku qanûnan esas bigirin. Ger van qanûnan pirsgirêk çareser bikira bi sedhezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedidan û Sûriye wê hilneweşiya. Mayîna rêjîmê li ser pêyan weke ku çareseriya hemû pirsgirêkane dixwazin pêşkêş bikin.
Rêjîma Esed li ser pêyan ma lê ne bi hêza xwe. Ger Kurdan bi dewleta Tirk û bermahiyên wî re lihevbikira, li dijî rêjîmê şer bikira Esed wê nikariba li ser desthilatê bimîne. Ger dîsa piştgiriya Rûsya, Îran û Hîzbullahê nebuya wê ti şansekî rêjîmê nebuya. Esed li ser desthilatê ma lê bi saya hêzên derve li ser pêyan dimîne. Sûriye niha buye sê beş. MSD ji bo dawî li vê yekê bîne û Sûriyê bike welatê hevpar dixebite. Beşek girîng ya Sûriyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Îdlib di bin kontrola çeteyên çekdar de ye. Tirkiye van koman diparêze. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re lihevkir. Efrîn pêşkêşî wan kir. Tirkiye li Efrînê sûcê mirovahiyê dike. Li Efrînê paqijiya etnîkî dike û bi demografyaya wê dilîze. Gel talan dike û terorê pêk tîne. Êşkence û destdirêjî bi hemû leza xwe dewam dikin. Yê ku rê da van kiryaran, çavê xwe lê girt û piştgirî da Rûsya bixwe ye.
Yên ku nûneriya rêjîma Sûriyê dikin ger xwedî hêz û îrade bûna wê li hember vê dagirkerî û sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk bêdeng nemana. Qaşo Rûsyayê piştgiriya wan kir lê belayeke mezin anî serê hemû Sûriyê. Rêveberên Tirk cihên ku dagirkirine bi hêsanî jê dernayên. Ev yek kevneşopiyeke wan ya dîrokî ye. Kibrisa piçûk a ku parçeyeke ji Ewropayê ye jî dagirkirin. Ji 1974’an û vir de kesekî nikaribû wan ji Kibrisê derxîne. Tevî ku gelek biryarên navnetewî hene, em berdin ku ji Efrîn û herêmên din derketina wan niha çav berdane Helebê. Heleb talan kirin, hilweşandin lê ji armanca xwe ya xistina dest venegeriyane.
Sûriyê derb xwariye û bi giranî birîndare. Nayê zanîn bê ka wê çawa birînên xwe bipêçe. Lê ya rast ew e ku ji bo birînên xwe bipêçe û yekîtia xwe biparêze divê di ya kevin de israr neke. Rêveberî û zihniyeta heyî Sûriye anî vê rewşê. Hê jî di wan de israrkirin wê rê li ber pirsgirêkên nû veke. Ji ber wê hebûna MSD’ê ji bo hemû Sûriyê şansekî mezine. Lewra yên ku Bakurê Sûriyê ji DAIŞ û çeteyên din paqij kirin yekîtiyê û destûreke demokratîk dixwazin. Yên ku nûnertiya MSD’ê dikin ji bo her kesî demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Dibêjin hemû çavkaniyên Sûriyê ya Sûriyeyîyan e. Ji bo hemû bawerî, çand û nasnameyan azadiyê dixwazin. Netewperestî û olperestiyê red dikin.
Yên ku nûnertiya rêjîma Sûriyê dikin li şûna ku van polîtîkayên MSD’ê weke şansekî bibînin, weke hêzeke ku divê bê tunekirin dibînin. Yên ku li şûna dewleta netewe ya navendî, navendîbûna ademî û demokrasiya radîkal dixwazin weke tehdît dibînin. Lê Sûriye êdî mîna berê nikare bê birevebirin, di israrkirina di polîtîkayên berê de nikare Suriyê li hev bigire. Navendîbûna zêde û pêkutî wê rê li ber teqîn û raperînên bi xwînî veke. Yên ku Sûriye anîne vê rewşê û birêvedibin divê para xwe ya di parçebûn û hilweşîna ku derketiye holê de bibînin.
Yên ku nûnertiya rêjîma Sûriyê dikin ya rast hevdîtinên bi MSD’ê re bi dawî kirine. Bi zimanekî eşkere gotine ku wê ti tişt neyê guhertin. Di rastiyê de dibêjin “serê xwe li ber rêjîmê bitewînin, li gor qanûnan tevbigerin û herêmên ku hûn birêvedibin bidin rêjîmê.” Bi hezaran mirov şehîd bûn. Hilweşîn û koçberî pêk hat. Li gor wan ti wateya van tune ye, ya rast desthilatî û hikumete. Weke ku tê dîtin ev ev zêhniyet û nêrîn ti pirsgirêkê çareser nake. Divê rêjîm bi hêzên ku MSD nûnertiya wan dike re bibe yek û Îdlibê ji çeteyan paqij bike. Piştî wê divê dagirkerên Tirk ji hemû Sûriyê biqewitînin. Paşê jî desketiyan bi aşitî û destûreke demokratîk bi encam bikin.

Zekî BEDRAN

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.